Donnerstag, 5. April 2012

Tu û Wê/Wî

Ez li te, tu li min digerî heval. Ez dixwezim bibim hevalê te, tu dixwezî bibî hevala min. Hevaltî çîye, hûn dizanin, em dizanin?
Bi salane em ji xwe re rojên xwe yên hîn nehatî, pêşerojê dihewînin. Rojên nehatî. Ewê werin? Em li benda wan in, hûn li benda wan in. Lê nizam ew jî benda me ne? Gengaze/mumkîne ku ew roj werin, gengaze ku jî neyên. Mesele hatin û nehatina wan nine, mesele mayîn û nemayîna min e/te ye. Dema umrê min/te qîm bike, tuyê/ezê wan bibinî/im, qîm neke jî nebînî/im. Ya herî girîng hatin û nehatina wan nine, dîtin û nedîtina min/te jî nine. Ya herî giring payandina te ye/min e. Rojên derbaz bûn, mirov nikare wan şuve bîne. Pêşeroj jî hîn nehatîye. Jîyan dema ku niha em di tê de dijin e. Ne pêş, ne paş; ne jêr, ne jor; ne rast, ne çep. Tenê gava ku em di tê de dijin. Tu di wê gavê de çi bikî ewe jîyana te. Derî wê gavê her tişt xwe xapandin e. Berketina rojên bihurî jî, qisaweta ber rojên hîn nehatî jî mirov di vê gavê dûr dixine.
Nizanim, qet hat serê we! Dema mirov li benda tiştekî nebe, xwe di valatîyê de hîs dike. Valatîyek bê ser û bê bin. Di wê gavê de dem disekine. Mirov zen dike ku ew gava qet naqede. Mirov dorpeç dibe. Tu tişt nayê dîtin û bihîstin. Roj tune ye, şev tune ye; ne jî sar û germ. Mirov mîna kevirekî di binê golê da ye, golek kûr. Bê deng û bê beng. Lê bê dengîyek bi tirs û xof. Li der ve mîna kevir, li hundir ve mîna barûta li ber agir. Di navbera du serîyên dijî hev de çûyîn û hatin. Êdî tu tişt qîma te nake, tu kes ba te nine. Tu û tu, tu û xwe. Ewê wusa pir berxwe nede. An tu bi xwe bihesî, bi xwe re derîyekî bibînî, xwe bigihînî wê/wî. An jî tu bi xwe nehesî, bi xwe re şer bikî, bibî ser û bin, gijgilek. Êdî tu, tu ninî. Ger tu parçe parçe bibî. An jî derengbe jî hiş bê serê te, xwe bihesî. Ji ber ku xwe bigihînî wê/wî carek din dest bi jîyanê bikî, biherikî, bişemitî, bifirî, bicemidî, bihelî, bikelî, … Çi dikî bike, çi tê serê te bila were, lê di valatîyê de nemîne!
Carna dibe ku mirov bîhn çik bibe. Xem nîne. Wê demê lazime ku mirov bîhna xwe bigire, vêsa xwe bigire. Ev ne valatî ye. Ev ji bona destpêkek din amadebûn e. Ji bona hewlêdanek din hêzgirtin e. Tu û wê/wî mîna av û helm hevalên hevûdin in. Jîyan didome.


4.4.2012, Stuttgart, çarşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen