Mittwoch, 25. April 2012

Her Tişt Bi Pîvan Xweş e

Di jîyanê de hinek dem hene ku mirov nikare xudana enîya xwe jî paqij bike. Ji xew, xarin û vexarinê re jî wext kêm e. Mirov bi lez hewl dide, hîn karek neqedîye karê din li pêş xwe dibîne. Li ber xwe re tîne û carna dibêje: „Ax çi dibe hinek wexta mina vala hebûna!“ Di wê dema teng de pir fikir û ramanên balkêş jî tîne bîra xwe, ji bona cîhanîna wan ji xwe re planan dike. Di wê demê de tu wexta wî mirovî vala derbaz nabe, hemû sanîye û deqîqeyên wî bi manîdar derbaz dibin; xewa wî, rûnuştina wî, vês girtina wî, xebata wî û hwd. Çima? Ji ber ku her wexta wî li gor hewcîya jîyanê derbaz dibe. Di navbera rabûn û rûniştina wî, xarin û vexarina wî, şixul û vês girtina wî, xew û hişyarbûna wî de pîvanek heye. Wê demê mirov çiqas biweste jî, çiqas biraze jî, çiqas bixe û vexe jî ji wan hemû kirinên xwe tamek xweş û delal digire. Ji ber ku hemû kirin û nekirinên wî cîh da ne. Jîyan ji wî razî ew ji jîyanê razî.
Em îcar jî berevajî li meselê binêrin. Mirovekî bê plan û bê program, tu leza wî tune. Dem ji bo wî tiştê herî zêde ye. Nizane ku çi bike. Kengê/çi wextê xwest radize, kengê jî xwest ra dibe. Xarin û vexarina wî jî belu nine. Carna bi pir xarin û vexarinê zikêşê digire. Dema rûnişt, xwe re nabîbe ku rabe. Karekî wî yî belu tune ku vêsa xwe bigre. Mirovek wusa çi dike bila bike tu tiştî razî nine û ji wan tiştan tam nagire. Ji ber ku ew kesa jîyanek bê pîvan derbaz dike, hemu kirinên wî bi texmînkî ne. Loma ne ew ji jîyana xwe razî, ne jî jîyan ji wî razî ye. Jîyan li ser pişta wî barek giran e. Ji ber ku ew nikare bi demê re bikeve bezê, dem wî mîna distar dihêre.
 Carna hinek însan pir baş xuya dikin, mirov wer zen dike ku bi jîyana xwe re pir kêfxweş in. Dema mirov ji wan re hevaltî dike,.pê dihese ku di dilê wan de firtûne ra bûye, pêr û pêrîşan in. Di vê dema nûjen de materyalizmê nêrînên pirahîya mirovan girtîye bin bandora xwe. Kesên ku xwedî mal û milk mirovên kêfxweş tên hesibandin û yên neçar jî kesên pêrîşan. Lê rastî ne tim wusa ye. Kêfxweşî û kêfnexweşî tenê bi mal û milk dernakeve holê. Raste, mal û milk pir astengîyan re dikare bibe çare, lê ne hemû astengîyan re. Carna mal û milk dikare bibe sedema jîyanek dijwar jî. Mirov mirovtîya xwe bizane û bikare li mal û milkên xwe hukum bike, ewê ji wan pir îstîfade bike. Lê dema mirov mirovtîya xwe nezane, mal û milk li wî hukum dike. Ew dibe kole û xulamê mal û milkê xwe, însanîyetê derdikeve. Wê demê jî ew kesa ne ji xwe re, ne jî însanan re dikare bibe sedema kêfxweşî yê. Ew êdî destê zilm û zorê ye, him ji xwe re, him jî însanîyetê re. Mal û milkên wî bûye bela serîyê wî.
Gotinek/biwêjek me kurdan eve: “Kevir di cîhê xwe de giran e.” Her çiqas va gotina ne ji bona tiştên min li jor rêz kirin bê gotinê jî min re bû çavkanîya vê nivisê. Her tişt bi pîvan xweş e.
 Stuttgart, 25.04.2012, çarşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen