Donnerstag, 29. März 2012

Newroz û Sîyaset

Em bixwezin jî nexwezin jî roj derbaz dibin; carna bi dilxweşî, carna jî bê kêfxweşî. Bi her roja bihurî re ji umrê/jîyana me rojek dadikeve. Em nikarin demê bidin sekandin, lê em dikarin bi hewldan û kirinên xwe bi demê re bibezên, jê îstifade bikin. Demsal bihar, roj rojek ji meha adarê ye. Newrojê mizgîna biharê da û derbaz bû. Em ji rojên xwe yên mayî nefes bi nefes dibuhurînin, roja xwe dipên.
Îsal newroz derbaz bû, lê hîn deng û benga wê derbaz nebû. Berê rojên zivistanê di herema Kurdîstanê de pir çetin bûn, yên ku dîtine dizanin. Hîn jî pir cîhan zivistan çetin e, lê ne qasî berê. Dû wan rojên bi zehmet, hatina biharê sedemek bîrojbahî û şahîyê bû. Va jî bi newrozê re dihat pîroz kirin. Raste, newroz ne tenê rojek xeberdana biharê ye. Her gel û her herem ji bona pîrozbahîya wê xwedî mîtolojîyekê ne jî. Mîtolojîya kurdan a di derheqê newrozê de Kawa ye. Di vê mîtolojîyê cure bi cure ders dikarin bên hildan. Rewşa me ya xirab a di warê sîyasî de şîroveya sîyasîya vê mîtolojîyê pêşve xist, meşhûr kir. Bi rastî newroz ne tenê rojek sîyasî ye, ne jî jîyan bi tenê sîyasetê pêk tê.
Niha dinêrim ku xarin û vexarina me, rabûn û rûniştina me bi rengên sîyasî pêk tên. Tu dibêjî di jîyana kurdan de derî sîyasetê tu tişt tune. Çima wusaye? Pir sedem hene. Di alîyekî de sîyaset lazim e. Di alîyekî de jî sîyaset zerar e. Her tişt cîhê xwe de xweş e. Yanê „kevir di cîhê xwe de giran e.“ Sîyaset jî wusa ye. Dema di cîh de û bi pîvan hat kirin, siyaset lazim û baş e. Dema ne di cîh de û zêde hat kirin êdî zerar e. Jîyan ne tenê sîyaset e. Di jîyanê de hîn zêdetir tiştên din jî hene. Siyaset ne karê her kesî ye, karê sîyasetvanan e. Dema her kesî siyaset kir, edî ew ne sîyaset e, ew li tevhevî ye.
Hêz û beza her mirovekî heta sinorekî ye. Di vê çarçoveyê de mirov dibe ku gor îmkan û armanca xwe planekî ji bo kar û barên xwe çê bike, gor wê hewlbide. Dema wusa nebû mirov nikare pêşîya xwe zelal bibîne, di alîyên tişt û kesên din de rehet tê xapandin.
Gor dîtina min em gelê kurd niha pir zêde politize bûne. Ji ber vê politîzebûnê pir tiştên din ên ji bo domandina jîyanê pêvist in her tim şuve davêjin. Bi nekirinên va tiştên muhîm jî pir kêmasî derdikevin pêşîya me, jîyana me ya bi zehmet zêdetir ji me diherime. Ji ber pir polîtizebûnê em sedemên va kêmasîyên xwe dîsa di çarçevoya sîyasetê de dinêrin. Loma em ne dikarin sedemên va çewtîyana rast tesbît bikin, ne jî dikarin ji wan re çareserîyan peyda bikin. Va ji bo me û gelê me şaşitîyek pir mezin e. Bi rastî halê me yî di vî warî de mîna gilokek bi navhev ketî ye. Em bi vê şiklî çiqas hilbidin ku vê gilokê ji navhev derbixin, weqas zêdetir giloka me bi navhev dikeve. Lomaye ku ger em di vî warî de halê xwe bînin ber xwe, carekî din di serî de hesabên xwe serrast bikin. Lazime her kes xwe bikşîne çarçoveya kar û barên xwe ku rewşa me hêdî hêdî serrast bibe. Sîyaset di destên sîyasetvanên xêrxaz de mîna şeyekî ye, herîya xas û gemarîyê ji nav hev derdixe. Sîyaset di destên kesên nezan û sîyasetvanên nexêrxaz de jî şûrekî serserî ye, di her veşandinekî de çep û rast serîyan difirîne.
Bi îmkanên teknikî pir tişt hêsan bûn. Va hêsanbûna ne di tenê alîyê rindîyê de, di alîyê xirabîyê de jî ye. Dema em bi xwe nehesin û bi xwe xwedî dernekevin hîn pir perîşan bibin. Sîyasetên gemar hîn pir çînan bînin serê me.
Nekirina tiştekî baş zerarek be, kirina tiştekî nebaş du zerar in.


Stuttgart, 29.03.2012, pêncşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen