Mittwoch, 9. Januar 2019

Mirovên Nezan Zêdetir ji xwe Bawer in


Gotinek galerî ye, dibêjin; „Mirovê nezan pir bi cesaret e.“ Em dizanin ku gotinên galerî ên bi salan tên gotin li ser tecrûbeyan hatine avakirin. Ango xwedî rastiyek bi tecrûbî ne. Ger ku wusa nebûya weqas nedihatin dubarekirin û di demek şûnd ve dihatin jibîrkirin.

Du derûnînasên Amerîkî bi navên David Dunning û Justîn Kruger di sala 1999an de dixwezin lêkolînekê darbixînin. Ma gelo têkiliyek di navbera zanîn û ji xwe bawerbûnê de heye an na? Bi pirsên testên cure bi cure dixwezin xwendekarên Zanîngeha Cornellê di warê ramîna/hizirîna mantiqî û gramatîkê/rêzimaniyê de bicêribînin. Di her cêribaniyê de eynî encam derdikeve holê: Mirovên bersivên wan ne di cîh da ne xwe zêdetir serkeftî dihesibînin. Xwendekarên ku zêde jîr jî xwe kêmtir serkeftî dibînin. Ango di encama lêkolînê de aşîkar dibe ku mirovên nezan di derheqê qabîliyet û ji xwe bawerbûnê de xwedî gumaneke mezin in. Ji vê tesbîtê re Efekta Dunning-Kruger (Bandora Dunning-Kruger) tê gotin.

Ev tesbît di serî de ji mirov re hinekî çewt tê xuyakirin. Lewma di wî warî de behsa çar merhaleyên xapînok tên kirin. Dema rastiya mirov û gumana mirov hevûdin negire çewtî heye. Ew çar merhaleyên xapînok ên tên diyarkirin  bi kurtayî wusa ne:

1.  Mirovên bê qebiliyet birêkûpêk jêhatîbûna xwe dinitirînin. (Merhaleya 1.)
2.  Ew kes muqtedîr/desthilatdar nînin ku çarçovaya qebiliyata xwe têbigîhînin. (Merhaleya 2.)
3.  Lewma ev kes nikarin qebiliyata xwe pêştve bibin û berfireh bikin. (Merhaleya 3.)
4.  Ev her carê qebiliyeta kesên ku li ser van re ne, ji xwe kêmtir dihesibînin. (Merhaleya 4.)
Şirovekirina tespîtên jorin ên van herdu pîsporan dibe ku ji aliyên pir kesan ve zêde populer jî werîn dîtin. Lê dema mirov hinek mînakên rojane bikare bîne ber çav, bi rastî jî dikare çewtiyên wusa yên ji aliyê piraniya mirovan ve tên kirin, bibîne. Di jiyana me de jî çewtiyên wusa yên derîhiş ên ji aliyên me ve tên kirin hene. Dema mirov li ser çewtiyên xwe yê wusa kitekit hûr û kûr bisekine, dikare ji wan hinekan bi xwe jî tespît bike. Sedemek nehesandina çewtiyên wusa edet û xûygirtina tiştên wusa ne. Dema mirov di demek dirêj de bi tiştekî re rabe û rûne edî ew tişt çiqas normal nebe jî di çavên wî de dibe tiştekî normal. Da ku ev mijar baştir were têgîhiştin van mînakên rojane di malpera înternetê de wusa hatine pêşkeşkirin:
-    Piraniya ajovanan/şofêran bawer dikin ku ev ji piraniya ajovanan baştir ajovan in.
-    Piraniya alîgirên  taximên/tîmên futbolê ji aliyê rêwaziyê/taktîkê de xwe ji rahêner/antrenor û menecerên taximên xwe zîrektir û baqiltir dihesibînin.
-    Piraniya dengdêran/hilbijêran ji xwe bawerin ku ew ji siyasetvanên li welatê xwe baştir dikarin karên siyasetê birêvebibin.
-    Pir kesên li ser facebookê aktîf in nikarin rastiya jiyanê û tiştên li ser facebookê tên weşandin ji hevn cuda bikin.  Ew ji xwe bawer in ku her raman û rexneyên wan di cîh de ne.
Bi kurtayî: Zanîna nîvço û nezantiya mirovên nezan di warên ji xwe bawerbûn û cesaretê de wan zêdetir teşwîq dike. Zanîna mirovên zanyar jî di warê ji xwe bawerbûn û cesaretê de zêdetir dibe sedema miqayîtbûnê.

Mirov nikare hemû agahiyên ji derûdora tên bîhistin û dîtinê têbigîhîne. Her kes bi şiklekî derîhiş xwedî parzûnekê/fîltrekê ye. Ew parzûn bala wî dikişîne li ser tiştên ku ew pê re mijûle û ji bo xwe girîng dibîne. Zanebûn û nezanî, bi tecrûbebûn û naşitî li ser kapasîteya/zerengiya vê parzûna mirov de xwedî bandorek mezin e. Mirovên nezan û nîvçozan ji parzûnên xwe nehaydarên pir tiştên hûrgiliyên zîz/hessas in.

Di ragîhandinê de qasî bilêvkirina bêjer/gotindar têgîhiştina guhdar jî girîng e. Lewmaye ku eynî gotin ji aliyên her guhdarvaneke ve bi awayekî tê têgîhiştin. Perwerî û tecrûbe dîtin û têgîhiştina mirov berfireh û kûr dike, mirov zêdetir bi hûrgilî dinêre û dibîne.

Ango mirov dikare bibêje ku mirovên nezan rîzîkoya gotin û kirinên xwe nikarin bi hûrgilî û berfireh bidin ber çavan û texmîn bikin. Lewma ji xwe zêde bawer in û tiştên xwe mezintir û girantir tînin ziman û dikin. Mirovên zana jî ji ber ku berfireh û hûrgilî dinêrin zêdetir xwe şund ve dikişînin û gor kesên nezan kêmtir ji xwe bawer in.

Stuttgart, 07.01.2019, duşem


Çavkanî: https://karrierebibel.de/dunning-kruger-effekt

Donnerstag, 20. Dezember 2018

Bandora Zimanê Zikmakî


Carna mirov di demek dirêj de bi mijarekê re mijûl dibe, dixweze li ser wê mijarê nivîsekê berhev bike. Dem diherike, wext derbaz dibe, lê nivîs dernakeve holê. Carna jî mirov mîna çeqandina birûskê li ber sedemek bê plan û bê program li ber kompîtûrê rûdine û nivîsek berfireh derdixe holê. Nivîsandin ji bo min tiştek ji gor xwestina min bimeşe nîne. Ger hizir û hestên min xwe dabigirin û êdî di laşê min de hilneyên, min biguvêşînin ku nivîsek li gor dilê min were hunandin.
Li vir pêş deh rojan min nivîsa kek Îkram Ogûz[i] ya di malpera NAVKURDê de xwend. Bala min kişand ku bi kurdî xwendin û nivîsandin ji bo hinek kesan bi qasî nan û avê bûye bingehiya jiyanê. Ji bo zimanên din dibe ku tiştek wusa ne pir bi ecêb e. Lê mixabin tiştek wusa roja îroj ji bo zimanê kurdî ecêb tê dîtin. Em çi bikin, va jî rastiyek me ye.
Roja ku min ev nivîs xwend, ji wê rojê vir ve di mêjoyê min de mijara zimanê kurdî dilivê û nerehet dike. Xwe û zimanê kurdî li ber hev re dibim û tînim, di jiyana xwe de zimanê xwe yê zikmakî hildigirim û datînim. Ango mijar mi rehet nahêle, dixweze were vegotin, nivîsandin. Va jî ji bo nivîsandinê sedemek herî baş e. Lewma li ber Kompîtûre rûniştîm û ji we re rêzên xwe berhev dikim.
Di sala 20012an da min nivîsek[ii] xwe de serenceya xwe û zimanê xwe yê zikmakî bi kurtayî haniyê ziman. Min heta heftsaliya xwe bê kurdî zimanek din nedizanî. Me kurdî di malê de bi devkî hin kir û peyîvîn. Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji bo me tiştek bê derfet bû.
Di dibistanê de zimanê tirkî ket nav jiyana min. Tirkî mîna lesara/lêhiya avê ez di her alî ve, ango bi xwendin, nivîsandin û peyîvandinê dam ber xwe. Herî dema min a xwendevaniyê dirêj bû, zimanê tirkî jî ez dorpeç kirim. Îmkana/derfeta axaftina zimanê kurdî di bajaran de roj bi roj ji me hat asteng kirin. Li Stembolê di salên zanîngehê de tirkî êdî zimanê min ê 24 saetan bû. Kurdî bi nav re bi çend hevokan an dihat axaftin an jî nedihat. Di van salana de tenê guhdarîkirina mûzîka kurdî ji bo nefetisandina zimanê zikmakî derfetek girîng bû.
Di navbera zimanê zikmakî û zimanên ku bi dû re hatine hinkirin de cudahiyek mezin heye. Ev cudahiya ji aliyê perwedekar û derûnînasan ve cûrbecûr tê diyarkirin. Min ev gor têgihiştina xwe di nivîsa xwe de wusa berhev kiriye: “ Zimanê zikmakî ne tenê ziman e. Ew çavkanî, an jî em bibêjin bîra ramanên, hesteyên/hîsên, nêrînên, rexneyên, rabûn û runiştinên mirov e. Dema zimanê zikmakî baş nehat hînbûn her dem aliyek mirov vala dimîne. Em hemû kurd vê kêmasiyê dikişînin. Kurdên ku bibêjin: “Na em vê kêmasiyê nakşînin” bi qinaeta min kêmasiyên wan ên din hene ku haya vê kêmasiyê nînin.“
Mirov çiqas zêde zimanan bizanibe weqas baş e. Her ziman pencereyek nû li ber mirov ve dike. Pir kurdên ku xwendin û nivîsandinê nizanin, bi tekiliyên cîranên xwe yên ne kurd re hinî 2-3 zimanan dibûn. Ew ziman ji bo wan derfetek mezin bû. Lê xwendekarên kurd ên di dibistanên Tirkiyê de bi hinbûna zimanên tirkî nebûn xwedî derfet. Ew zêdetir ji wan re bû astengî. Jiber ku ew têkiliya bi tirkî re ne bi şiklekî însani, mixabin bi şiklekî metînkar hat darxistin. Dema em rewş û pirsgirêkên keseyeta kurdan dinêrin, dibînin ku zordestî û qedexekirina li ser wan di laş û giyanên wan de birînên kûr û fereh peyda kirine. Min bondora ev çewtiyên dibistanên Tirkiyê ên li ser zarokên kurdan di nivîsê de wusa bi kurtahî berhev kiriye:
 „Çewtî bi pêvendiyên me yên bi tirkî re derketin ortê/holê. Raste, mielîmên/mamosteyên me kurd bûn, lê mêjoyên wan tirk. Bi rastî mêjoyên wan çiqas tirk bû wî jî nizanim. Mêjoyek bi destê zor û zilmê were kedî kirin çiqas dikare bibe tirk, kurd an jî tiştekî din? Demekî dû re mêjoyê me jî şêlû bû. Em bi navê perwerdeyê dihatin kedî kirin. Heywanekî vehşî çer tê kedî kirin em jî wer dihatin kedî kirin. Çi tiştên me hebûn, hemû xirab bûn, ger me ew terk bikira. Çê tiştên wan jî hebûn ger me bigirta, ew hemû baş bûn. Di navbera herro û merro de em çûb hatin. Hinekên me bûn herro, hinekên me jî bûn merro. Lê hinekên me jî qet nebûn tiştek. Qet tiştek nebûn jî dibû ku bihatana qebûl kirin. Lê em bi wê jî neman. Hinekên me bûn bela. Bûn belayên destên dijmin, bûn belayên malbatên xwe, bûn belayên serên xwe.“
Mirov bixweze jî nexweze jî di bin bandora şert û şûrtên tê de dijîn de dimîne. Tu kes nikare bibêje ku ez kuderê dibim bila bibim ferq nake, nayêm guhertin. Neguhertin jî şaşitiyek û kêmasiyek e. Lê kuderê dibe bila bibe ger guhertin ji aliyê mirov ve û li ser bingehiya wî bê ava kirin ku di kesayeta wî de çewtiyên mezin û kûr dernekevin holê, ji bo wî nebin bargiranî û astengî.
Dem îlona sala 1989an e. Ez êdî li Elmanyê me û dixwezim hinî zimanê elmani bibim. Dema di serê xwe de ji wateya peyvek elmanî dihizirim di pêşt de, dema kurdiya wê bizanim, peyva hembera wê ya kurdî tê bîra min. Va tecrûba min serûbin dike. Ma peyvên ku bi salan e ji aliyê min ve nayên karanîn çitor dikanin bi bez û lez ji min re alikariyê bikin? Dû re xwendina min a di warê pedegojiyê de bersiva vê pirsa min da. Bi demê re pê hesiyam ku zimanê zikmakî aramiyekê dixîne dilê min û dibe merhema kul û keserên min. Min çiqas zêdetir xwe bi zimanê xwe yê zikmakî îfade kir û bi vî zimanî re rabûm û rûniştim weqas xwe nas kir. Lewmaye ku zêdetir raman, nêrîn û hestên xwe bi vî zimanî pêşkeş dikim ku zêdetir ji xwe re bibim heval.
Mirovê xwe nas neke ji xwe re di şer da ye.

Hesen Polat, 19.12.2018, Stuttgart


Mittwoch, 14. November 2018

Meleyê Meşhûr, Ango Xoce Nisreddîn


Çîrok û meselokên di zimanê Tirkî de li ser navê Xoce Nisreddîn tên pêşkeşkirin û vegotin li hinek dewerên Kurdîstanê bi navê Mele Nisreddîn bên gotin jî di çanda kurdî de zêdetir li ser navê Meleyê Meşhûr cîh digirin. Dixwezim di destpêkê de di derheqê Mele Nisreddîn de hinek agahiyan bidim hev, dûra jî çîrokek wî pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Her çiqas tirk Xoce Nisreddîn mîna mirovekî tirk binasînin jî di vî warî da agahiyên bingehî tunin. Mîna ku mirov nikare di sedî de sed bibêje Mewlana Celaleddînê Rûmî tirk e, nikare di derheqê Xoce Nisreddîn de jî îdîayek wusa bîne ziman. Çîrok û meselokên tirk bi navê Xoce Nisreddîn dizanin, li Çînê heta Anatoliyê tên vegotin. Bi tirkiya rojane dibêjin Nasrettin Hoca, di cîhên ku farisî tê axaftin (Îran, Efganîstan û Tacikîstan) de dibêjin Mollah Nasreddin an jî Mola Nasroddin. Bi azerî Molla Nesreddîn tê gotin. Di Qazakîstanê dibêjin Xoca Nasir. Îngûr dibêjin Efendî Nesîrîdîn, lewma çînî jî jê re Afantî dibêjin.[i]
Gorna ku bajarê Akşehîra Konyayê ya bi navê Tirba Xoce Nesreddîn tê zanîn, ew li ser agahiyên Ewliya Çelebî hatiye tesbîtkirin. Lê ev agahiyên Ewliya Çelebî  ji aliyên rastî û nerastiyê de pir jî zanistî nînin.[ii] 
Dema mirov tiştên ku di nav gel de yên bi navên Xoce Nisreddîn tên vegotin dinihêre, pê dihese ku hemû gotin ji aliyên mirovekî ve nehatine gotin. Jiberku di navbera wan de çewtî û nakokî derdikevin holê û hinek gotin gor deweran diguherin. Lewma tê gotin ku di demê re li nav gelan de li ser navê Xoce Nisreddîn, ango Melayê Meşhûr gotin hatine zêdekirin.[iii]
Niha li jêr çîrokek wî ya meşhûr pêşkeşî we dikim:

Meleyê Meşhûr û Lawê Xwe!

Meleyê Meşhûr û lawé xwe rojekê tiştên xwe yên firotinê li kerê xwe bardikin, diçin bazara  bajêr û difiroşin. Dû re gor hewceyiyên xwe tiştan dikirin, li kerê xwe bardikin. Kerê barkirî didin pêşîya xwe û berê xwe didin rêya malê.
Di rê da çend mirov rastî wan tên. Piştî silav dayînê re ew mirov ji hevûdin re wusa diaxifin:
-   De ka ji xwe re li van bêhişan binêrin, çi mirovên xêvik hene lo. Ker dane pêşiya xwe û ew bi xwe bidû kerê re peyatî diçin. Fêm nakin ku li keré siyar/sîwar bibin.
Meleyê Meşhûr dema ku gotinên wan dibihîse, hinekî aciz dibe û serê xwe dihejîne. Lê i ber xwe de wan hinekî mafdar jî dibîne û jii lawê xwe re dibêje:
-   Kurê min, bi rastî camêr di gotin^n xwe de neheq nînin. Ka Kerê bide sekinandin û emê lê siyar bibin.
Lawê wî kerê dide sekinandinê, bav û law bi hev re li kerê siyar dibin û rêwîtiya xwe berdewam dikin/didomînin. Pir an hindik diçin, dîsa rastî çend mirovan tên, silavê didin hev û derbas dibin. Bi derbasbunê re ew jî ji hevûdin re dibêjin:
-   Çiqas mirovên bê însaf in, herdu bi hevra li kerê neçar siyar bûne. Ma mirov ji evdan şerm nakin, ma ji Xwedê jî natirsin? Hewqas bê ujdanî nabe lo!
Melayê Meşhûr gotina wan jî dibihîse. Bi dilekî şikestî û bi hestên sûcdarî bi awayek şermok ji lawê xwe re dibêje:
-   Kurê min, tu dikarî ji kerê peya bibî û peyatî li pey me bimeşî? Ciwanmêr jî rast dibêjin. Ker guneh e, dibê ku heywan ji barê xwe yê giran westiya be.
Lawê Xoce ji kerê peya dibe. Xoce bi siyarî, lawê wî bi peyatî di rê li pey hev de dimeşin. Wextekî şunda dîsa rastî çend mirovan tên. Piştî silav dayîn û girtinê re, ji wan kesan yek hevalên xwe re dibêje:
-   Ev mirov çiqas bê însaf e û ji temenê xwe jî şerm nake. Bixwe li kerê siyar bûye û ev zarokê belangaz jî peyatî dû kerê hiştî ye.
Meleyê Meşhûr ji gotinên rêwiyan dîsa aciz dibe. Piştî demek kin ew bi xwe ji kerê peya dibe. Lê bi hişekî tevlihev û bi sed pirsên bê bersiv, lawé xwe li kerê siyar dike. Dû ra di ber xwe de bixwe ji xwe re dibêje:
-   Ez hêvîdarim ku êdî kes di rê de rastî me nebe. Ez êdî naxwezim îro lome û rexneyekê din bibihîsim.
Bav û law rêya xwe didomînin. Rêya wank in,mal jî êdî nêzik bûye. Mele hinekî kêfa xwe tîne û bi wê kêfê re dikeve nava xewn û xeyalan. Law ji dûr ve dibîne ku çend kes ber bi wan ve tên. Ji nişkava diqêrê û ji bavê xwe re dibêje:
-   Bavo, bavo çend kesên din dîsa bervî me tên!
Mele weke ku biroşek ava cemidî li serê wî de birijînin hevdiceniqe. Ne rêyekê din dibîne, ne jî dikare rêya xwe biguherîne. Di dema rasthatinê de, piştî silav dayinê re  ji wan mirovan yek dibêje:
-   Ev xort çiqas bê çav û bê rû ye. Bi xwe li kerê siyar bûye, bavê wî yê kal peya ye. Ev elemetên qiyametê ne. Xweda dawiya me bi xêr bike!
Melayê Meşhûr edî nikare xwe bigire. Weke di rojekê de çar demsalan bije, hişê wî bêtir tevlihev dibe. Hinekî berxwe dide û li ser van bûyerên ku li wan qewimîne ji kurê xwe re çend şîretên buhagiran tîne ziman. Li ser aliyê lawê xwe ve dizivire û van şîretan dike:
-   Kuré min, te bi xwe jî dît, di demeke kin de çi hat serê me! Mîna ku mezinên me gotin e „Devê xelkê doxîna mirov nîne ku mirov bi hesanî bigire“. Tu çi bikî jî nikarî hemû mirovan razî bikî. Her kes gor xwe dikare di gotin û kirinên te de kêmasiyekê bibîne û rexneyên xwe diyar bike.  Lawê min, tu hertim li dilê xwe guhdarî bike û gor daxweza dilê xwe tevbigere. Bese ku dilê te ji tevgera te razî be!

Berhevker: Hesen Polat, 11.11.2018, Stuttgart



Sonntag, 7. Oktober 2018

Kirde û Tecrûbe


Nivîskarê tirk ê navdar Orhan Pamuk romanek xwe bi hevoka, „Min kitêbek xwend, jiyana min guherî“ dest pê dike. Bi rastî jî kitêbên jiyana mirov biguherînin kêm nînin. Ez dikarim bibêjim; hinek kitêp hene dinyayê diguherin. Ger bê zanîn ku ne kitêb bi xwe, ew kesên ku wan kitêban dixwînîn, ji xwe ra ders û şîretan hildigirin; bi tevger û kirinên xwe dinyayê diguherînin. Ango kesên kitêb dixwînin ger di serî de xwe biguherînin. Dû wan guhertinên xwe dikarin li ser derûdora xwe tesîr bikin, mirovan ra bibin mînak û rêber, bibin sedemên guhertinên mezin.
Dema behsa tevger, kar û guhertinan hat kirin zêdetir guhertinên mezin bala mirov dikişînin û li ser wan tên axaftin. Mixabin tu tiştên mezin di carekê da dernakevin holê û girêdayiyê tiştên piçûk in. Ango tiştên mezin û girîng di dawîya pêvajoyek bi tiştên piçûkan kêl bi kêl hatine hûnandin, diqewimin. Lewma tê gotin ku „mesafeyên dirêj bi gavên piçûk tên girtin.“ Mirovên qîmeta gavên piçûk nezan in û tu gav nevêjin, ewê tu car nikarin bigîhêjin armancên xwe. Dema mirov tiştekî bixweze, divê ji bona wî tiştekî bike. Kirinên piçûk, yên mezin ji xwe ra tînin û mirovan pêşt ve dibin. Tenê bi xwestinê tu tişt neçûye serî û ewê nere jî.
Armancên teorik bi serê xwe pirîcaran dibin sedemên di cîhê xwe da mayîn. Mirov mesafeya di navbera xwe û armancê da ji ber xwe ra tîne, dikeve di nav tirs û xofê. Teorî di vî alî da tiştek nerênî ye. Divê ku bi tevger û kirinan, ango bi pratikê were piştgirî kirin. Her gavên piçûkê li ber armancê asoya mirov berfireh, şewq û motîvasyona mirov jî pêşt ve dibe. Dema mirov derfetên xwe yên rojane, çi piçûk çi mezin, ji aliyê pratîkê va îhmal nekir, ewê bi ser bikeve.
Di kultira rojhilat da pirîcaran ji bona guhertinan takes wer dizanin ku hewcedarîya tevger û kirinên wan nîne, xwe paşt ve dixin û zêdetir pasîf dimînin. Gor vê rewşa nerênî tiştên diqewimin pirîcaran dijî xwestinên wan in. Ji bo tevgerê li benda rêberan dimînin û derfetên xwe heba dikin. Rast e, her tişt li gor tevger û kirinên mirovan nare serî. Lê mixabin tevger û kirinên mirovan jî tu car bê bandor nînin. Takekes zêdetir hêvîdarin ku daxwazên wan ji aliyên mirovên ew li bendê ne werin kirin. Lê dema mirov bi xwe tiştek nekir li ba wî tiştekî gor xwestina wî jî naqewime. Mirov bi tevger û kirinên xwe di serî da xwe diguherîne. Dû re jî li ser derûdora xwe tesîr dike. Kirde/fail bi tevger û kirinên xwe dibe navîna guhertinan. Dema mirov bi xwe tiştek nekir û benda kesan ma ewê ji aliyên  kesan va were guhertin. Ango ew bi xwe êdî kirde nîne, berkird e /obje ye. Qanûna guhertinê wusa ye.
Mirov mexlûqek bi lez e, dixwaze netîceya hemû tevger û kirinên xwe di demek kin da bibîne. Lê va bendewariyek nerast e. Tiştên bandora wan di dest da tên dîtin, tiştên rojane ne û bondora wan jî zêde nadome. Lê tiştên bondora wan pişt demek bihurtî va derdikevin holê, zêdetir xwedî bandorek bidom in. Çi dibe bila bibe, ango tu tişt badihewa nîne û xwedî bandorek e. Dibe ku mirov hayjê wê bandorê nebe.
Dixwazim bala we bikişînim li ser kirdeyê tevger û kirinan. Em dizanin ku ji bo mirovan tecrûbe tiştek pir balkêş û girîng e. Dema mirov bê tecrûbe be, jiyan zêdetir dibe barê giran. Mirov çiqas xwedî tecrûbe be, weqas jî dikare ji jiyanê îstifade bike, jê zewq bigire. Ji bo hilgirtina tecrûbeyan jî ger tevger û kirin hebin. Mirov pirîcaran dixwazin ji tevger û kirinên kesên din ji xwe ra tecrûbeyan hilbigirin. Lê mixabin va tiştekî zehmet e û pirîcaran cîhên tecrûbeyên şexsî nagirin. Lewma hatiye gotin ku „musîbetek ji hezar nesîhetî çêtir e.“ Hinek dikarin bibêjin; ma musîbet çer dikare çêtir bibe?
Ez jî dixwazim bala we bikişînim li ser vê mijarê. Mirovên bi tevger û bi kirin her dem bi tiştekî re kardikevin, bi van tevger û kirinên xwe tecrûbeyan hildigirin. Her çiqas mirov bixwaze bi tiştên serkeftin ra tecrûbeyan bistîne jî pirîcaran wusa nabe. Em dizanin ku di jiyanê da her dem her tişt gor xwestina mirov nameşe. Ew tişt dijî daxweza mirov bimeşe jî ew tevger û karên wî badîhewa nîne. Mirovê bi wî tiştî ra karketiye û xwestiye bibe serî hinî tiştên nû bûye, tecrûbe hilgirtiye. Va bi xwe ji bo wî tiştekî erênî ye. Ango ew kes di vê pêvajoyê da bûye xwedî tecrûbe. Bi wan tecrûbeyan ewê baştir bikare başî û nebaşiyên xwe tesbît bike, ji xwe ra şiretan jî hilbigire. Dema ew carek din tiştekî wusa bike zêdetir dikare bi ser bikeve. Van aliyên tevger û kirinan bi serê xwe ji bo kirde qezencek mezin e.
Mirovên xwedî tecrûbe ji bo paşerojê zêdetir amade ne û rengên daxwazên wan jî wê zêdetir xwe bidin der.
Stuttgart, 04.10.2018, Pêncşem

Dienstag, 24. Juli 2018

Ziman, Kitêp û Xwendin

Zanîna ez dizanim, min cara yekemîn peyva  kitêp ji gotina „kitêba te ji pê îman hanîye“ bihîst. Kalikê minî rehmetî carna kitêbek dixwend, jê ra mishef digotin. Dû re pê hesiyam ku mishef ew kitêba misilman pê îman tînên, Qur’an e.
Bi heftsaliya xwe re min dest bi dibistana gund kir, me jê ra mektep digot. Di dibistanê de ez hinî zimanê tirkî bûn, lê qedexekirina zimanê minê zikmakî jî di dibistanê da ji min ra eşkare bû. Peyva kîtap di dibistanê da bû parçeyek jiyana min. Dema behsa kîtap bibûna, kitêbên bi zimanê tirkî hatibûn nivîsandin di hişê min da cîh digirt. Zimanê kurdî û kitêb, ji min ra du tiştên dûrî hev dihatin dîtin. Bi demê ra min hebûna kitêbên kurdî bihîstin, lê nedît.
Mewlûda kurdî ya diya min hebû, lê bi herfên Qur’anê hatibû nivîsandin. Diya min carna ji mewlûda kurdî çend çekû ji min ra dixwend, lê zêdetir jî nayê bîra min. Ya ku ez dizanim ew mewlûd wek kitêb di hişê min da cîh negirt.
Cara yekemîn elîfbayek bi kurdî ya bi herfên latînî min di xaniyê paşin da dît û nîşanî apê xwe da. Min hîn nû dest bi xwendina bi tirkî kiribû. Di elîfbaya bi kurdî da hinek herfên ji bo min nediyarbûn, hebûn. Lewma min nekariya bixwînim. Çi hat serê wê elîfbayê nizanim. Texmîna min ji ber tirsa cendirman hat şewitandin.
Li Stembolê, dema ku diçûm zanîngehê çend pelên fotokopiyên çîrokên ji aliyê Osman Sebrî ve hatibûn berhevkirin ketin destên min. Bi rojan xwendina wan çîrokan ra mijûl bûm. Wekî din li Tirkiyê rastî kitêbên kurdî nehatim. Cara yekemîn kitêbên kurdî li Elmanya ketin destên min. Yek ji wan kitêba gramatîka/rêzimana kurdî ya bi tirkî hatibû îzehkirin bû, yên din jî dîwana Cîgerxwîn bûn. Êdî peyva kitêb û zimanê kurdî li ba min hêdî hêdî ji hevûdin ra bûn heval. Di serî da kitêbên bi kurdî hatibûn nivîsandin zêdetir helbest bûn. Dû re hêdî hêdî behsa kitêbên çîrokan jî hat kirin. Ji bo min romana herî pêşiya bi kurdî, ya birêz Mehmed Uzun ya bi navê Bîra Qederê bû.
Bi demê ra zêdetir kitêbên bi kurdî hatin nivîsandin û çapkirin. Pirsgirêka çapkirina kitêbên bi kurdî hêdî hêdî ji holê ra bû. Îcar pirsgirêka bi kurdî xwendin roj bi roj aşikartir bû. Kurdên di dibistanên Tirkiyê da hinî xwendin û nivîsandina bi herfên latînî bibûn hewl nedan ku kitêbên kurdiyên bi herfên latînî hatine çapkirin jî bixwînin. Mêjoyên zarokên kurd ên di dibistanên Tirkiyê da xwendibûn ji bo zimanê kurdî hatibûn girêdan. Ez bi xwe demekê benda hevalên xwe yên di warê zimanê kurdî da xwedî hessasiyet bûn mam ku bi kurdî binivîsînin. Lê mixabin deng ji kesî derneket. Min rojekê biryar da û dest bi nivîsandina bi kurdî kir. Derketina kovara Nûbihar ji min ra bû dibistan. Gelek nivîsên min di kovarê da hatin weşandin, weşandina wan ji min ra bû çavkaniya berdewamiya nivîsandina bi kurdî. Bi derketina înternetê hinek derfetên nû derketin holê. Min berê wer dizanî ku tunebûna derfetan e bi kurdî ra karneketin. Dû derketina înternetê ji min ra aşikar bû ku xwe bawerkirin û xwestin in ji bo destpêkirina tiştan.
Demek dirêj kurdiya nivîsî ji bo min devoka kurmanciya botî bû. Dû tekiliyên min ên birêz Îkram Oguz ra û bi destpêkirina romana wî ya bi navê Mîro pê hesiyam ku devoka kurmanciya Serhedê di dîroka zimanê kurdî û spartina çanda kurdî de xwedî rolek mezin e. Dengbêjin bi nav û deng di herema Serhedê da jiya ne, stran û kilamên xwe bi devoka Serhedê pêşkeşî gelê kurd kirine. Lewma min biryar da ku nivîsên xwe da devoka serhedê pêk bînim, jiberku ez zikmakî bi devoka Serhedê hinî kurdî bûm.
Di van demên dawiyê de min çend caran di facebookê de „Xwendin îmtiyazek e, jê îstîfade bikin.“ nivîsand. Di Tirkiyê da kêm însan ji vê îmtiyazê îstifade dikin. Dema mijar bi kurdî xwendin be pir kêm kes dixwînin. Dema behsa xwendinê bû jî kitêb tên ber çavên min û di hişê min da cîh digirin. Ewê behs hat li ser kitêban dixwezim di derheqê kitêba ku min nû xwend çend nêrîn û rexneyên xwe pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Ew kitêb romana kek Îkram Oguz ya bi navê „Mîro“ ye. Mîro zêdetir kurteroman e, 140 rûpelan pêk tê. Di romanê de cîh neyên binavkirin jî, bûyer li Serhêdê diqewime. Gundekî kurdan ê piçûk, heremek kurd û ermenî bi hev re dijin. Hesabên siyasiyên devleta Ûris û devleta Osmaniyan, êrişên wan ên hember hev jiyana wan diherimîne. Gundî hemû mirovên hev in. Dibînin ku di vî gundê bav û kalan da êdî ji wan ra rehet tune, bar dikin û dikevin rê û dirban. Dû rêwîtiyek dijwar ê bi heftan, dîsan li Serhedê di cîhekî xweş û delal ji xwe ra dikin war û li wir cîh dibin. Dû çend salên xweş û delal îcar dijwartiya nijadperestiya Komala Tirkiyê dibe bela serên wan. Bi serhildana  şehîdê nemir Şêx Sedîd ra zilm û zora Romê her roj diçe jiyan dijwartir dibe.
Roman bi hevokên sade û bi kurdiyek paqij hatiye nivîsandin. Gor dîtina min ya herî giring çîrok di mecreya jiyana gunditiyê de bi nêrînek edebî hatiye rêsandin. Berhemên nûjen ên bi kurdî kêm an zêde, bi zanayî an nezanî  hinek rengên bîrdoziya nivîskar dihewînin. Gor dîtina min di romana Mîro da bîrdoziyek nivîskar aşîkar nabe, bûyer di çarçoveya jiyana gundiyan û pirsgirekên wan ên demê re bi islûbek edebî diherike.
Ziman hêsan, hevok û bûyer sade be jî bi xwendina romanê ve min xwe di bin barek girand da hîs kir, nekarî gor dilê xwe bixwînim. Kitêb kaling nebe jî gelek wexta min girt. Pirtûka duemîne ku xwendina vê ji min ra giran hat. Ji bo îzahkirina wê sedemên derûnî/psîkolojîk bêtir tu tişt nehat aqlê min. Mijara romanê zaroktiya min, jiyana gund, pirsgirekên me yên wê demê, qisedan û stranên wê demê mîna şerîda filmekê li ber min ra bir û hanî, hestên min livandin, carna jî serûbin kirin. Min di romanê da zaroktiya xwe, der û dewerên zaroktiya xwe dît, carek din kifş kir.
Gelên xwendevanên hêja yên kurdîaxev û bi kurdî xwendevan. Dema hûn bixwezin bi devoka Serhedê kitêbekê bixwînin şêreta min ewe ku kitêbên kek Îkram Oguz bixwînin. Dema hûn bixwezin li ser jiyana gundekî Serhedê ya di destpêka sedsala 20an da hinek agahdar bin, romana bi navê Mîro hatiye weşandin bixwînin.
Baran ji bo cîhên bej tê çi wateyê xwendina kitêbên kurdî yên edebî jî ji bo me kurdên nûjen tên wê wate yê. Bi kurdî bixwînin ku temarên we yên çandî yên ku miçiqîne dîsa jîndar bibin.
Hesen Polat, 20.07.2018, Stuttgart
 



Freitag, 25. Mai 2018

ÇERXEK BÊSÛD


Bi salan e çi hatiye serên kurdan û hîn jî çi tên serên wan pir û hindik ji me ra eyan e. Yên ku van hemû bûyerên nebaş û kambax nabînin ewê ji vir şunda jî nebînin. Em pir caran wer dizanin ku ji bo pêhesandina tiştan hewceye ku mirov jê bên agahdarkirin. Rast e, agahdarkirin ji bo pêhesandinê mercek e, lê bi tenê têrê nake. Ji bo pêhesandina tiştekî pir sedemên cûrbecûr lazim in. Gor nêrîna min sedema herî ewil amadebûna mirov ya ji bo pêhesandinê ye. Dema mirov ji bo pêhesandinê amade nebû tu tişt nikare wî pêbihesîne.
Pir caran kesên aktîf bala mirov dikişînin. Lê her warî de aktîfbûn ji aliyên temaşevanan ve nikarin werin dîtin. Dema mirovek biaxife ji aliyên kesên derûdora wî ve tê bihîstin. Lê di warê guhdariyê de ne wusa ye. Kî guhdar e, kî nîne tesbîtkirina wî weqas asan nîne. Di pêkhatina ragihandinê (komînîkatsiyonê) de rola guhdar jî hema hema qasî rola axefkar e. Dema mirov guhdarî nekir û tênegihîşt başbûna axaftinê bi serê xwe pir jî girîng nîne.
Dema mirovek ji bo pêhesandina tiştekî amade nebû, ew tişta were serê wî jî ewê wî tiştî bi şiweyek gor dîtina xwe şirove bike û gor xwestina xwe wateyekê jê derbixe. Lewma ye ku carna du mirov li ser bûyerekê nikarin bibin yek. Eynî bûyer ji aliyê yekî ve reş, ji aliyê yên din ve spî dikare were dîtin. Va jî nîşan dide ku dîtin û têgihîştinê de ne tenê aqil, çav û guh lazim in. Hîn pir şert û mercên din jî xwedî rolên girîng in. Lewma Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje „Mirov çer temaşe bike wusa dibîne. Baş temaşe bikin ku baş bibînin.“ Ango di dîtin û têgihîştina mirov de ne tenê şert û mercên derûnî; yên li derve, ango derûdora mirov jî xwedî bandor in.
Di warê ragihandin û têgihîştina mirovan de pir tişt hatine gotin û hîn jî ewê werin gotin. Li ser tiştekî lihevnekirin ne tenê girêdayî şert û mercên tên rêzkirin in. Pir tiştên din jî bi şiklekî xwedî rola xwe ne. Di dawiyê de hemû bihevre li ba mirov mîna dîtin û têgihîştina mirov xwe aşîkar dikin. Dîsa jî ew tiştên aşîkar bûne her dem wusa namînin û diguherin. Di vî warî de sedemek herî aşîkar alozbûn û dînamîkbûna însan e. Hinek tiştên ku di derheqê însan de tên tesbîtkirin dibe ku di demek şûn de, an jî di dewerek din de êdî têra însan neke. Ji bo şert û mercên nû hewceye ku tesbîtên nû werin kirin. Bi guhertina faktoran rastbûna tesbîtê jî diguhere. Dema mirov li paş xwe dinêre, dibîne ku hinek tiştên di dema bihurî de bi dil û can dixwest niha naxweze, an jî tiştên bala wî nedikişandin niha ji bo wî girîng in. Carna mirov bi hinek tevgerên xwe yên bihurî şermezar dibe, carna jî dilxweşe ku hinek daxwezên wî yên dema berê nehatine cîh.
Bi dû van gotinan dixwezim bala we bikişînim li ser babetekê. Di van rojên nûjen de hinek tişt mîna hewceyên herî girîng tên pêşkeşkirin. Mirov wer dihesibîne ku ji wan re bikarneketin kêmasiyek pir mezin e. Dibe ku mijar bi xwe ji bo jiyanek serbixwe girîng be, lê nayê wateyê ku her kes ji vê mijarê re bi kar bikeve. Hinek mijar ger ji aliyên pisporên wan ve werin kirin ku bigihên armanca xwe. An jî hinek mijar bi kesan nabin, ger sazî û rêxistin hebin. Dema ew mijar ket destên herkesî tê de tu xêr namîne an jî mirovan re dibe asteng.
Gor nêrîna min di van rojên nûjen de mijara siyasetê ji wan mijaran yek e. Bi salan e jiyana me hemû kurdan ji aliyên siyasetên dewletên nijadperest û dagirgeh ve hatiye astengkirin û tehdîtkirin. Ev siyasetên xeter jiyana me dîl girtine û dorpeç kirine. Lewma bi demê re pirtir kes bi siyasetê re têkildar in ku vê bandora xeder biçirînin. Mixabin bi vê biryarê em derîhiş zêdetir dikevin di nav çerxek bêsûd. Derfeta me ya bi siyasetê re tenê li ser siyasetê axaftina pirsgirêkên rojane ne. Ev derfet jî bi rêya medyayê her dem tê beralîkirin. Lewma em pir caran derî hişên xwe berpirsiyên xwe yên bingehîn dûr dikevin. Kesên hêzdar û xwedî îktîdar hinek mijarên siyasî yên rojane mîna xwarina dixin serê derziya masîgiran bi raya medyayê bi parçe parçe davêjin ber gel, mirovan bi wan meşqûl dikin ku hesab û daxwezên xwe yên veşartî asantir serbixin.
Siyaset zêdetir karê sazî û rêxistinan in. Ji bo sazî û rêxistinan pêşt ve derfetên siyasî dû re jî derfetên aborî lazim in. Dewletên nijadperest ji bo sazî û rêxistinên kurdan heta ji destê wan tê astengiyan derdixin. Ev astengiyên derveyî, çarçoveyên wan ên siyasetê gelekî teng dikin. Li ser de astengên derûnî yên van sazî û rêxistinan pir caran siyasetê zehmettir dikin. Lewma pirtir şexis dixwezin ji bo siyasetê hewlbidin. Hewldana şexisan îcar ji bo karên wan ên rojane dibe asteng. Dû re rewşek wusa derdikeve holê ku mîna gotinek herema me „mirov him kirrê him jî bellê dibin.“ Bi van kêmasiyan re derfeta asîmîlasyon û tunebûnê pirtir dikeve destê dagirkeran. Sazî û rêxistin carek din ji bo şikandina vê dorpeçiyê ji gel pirtir alîkariyê dixwezin, bala gel dikişînin li ser siyasetê. Bi vê pêvajoyê re mirovên ji siyasetê dûr jî dikişin nav siyasetê. Bi vê çerxa bêsûd siyaset zêdetir mirovan dorpeç dike. Dîsan karên rojane tên îhmalkirin. Îhmalkirina karên rojane di demên dirêj de ji dagirkeran re dibe derfetên nû. Lewma ger em bizanin ku jiyan ne bes bi siyasetê pêk tê. Siyaset karê dezgeh, rêxistin û siyasetvanan e. Dema zêdetir kes ji siyasetê re bikarketin, edî ew kar ne sîyaset e, ew tevlihevî ye.
Em pir caran ji ber serpêhatî û bûyerên hatine serên me derî hemla xwe teng difikirin, bi jiyana yekalî têdigihêjin. Lewma jî pir tiştan wenda dikin. Nikarin çend tiştan bi hev re tehayyûl bikin û bi hev re bimeşînin. Li tiştekî xwedî derketin ji tiştên din dest berdan dibînin. Dibe ku va ji aliyên dagirkeran ve hatiye xwestin û bi şiklekî derhiş ji me hatiye qebûlkirin. Jiyan ne tenê ji nîmetan ne jî tenê bi kulfetan ava ye. Di her nîmetekê de kulfet, di her kulfetekê de jî nîmet veşartîne. Mirov di jiyana xwe de gor dîtin, nêrîn û kirinên xwe dikarin ji wan îstifade bikin, ji wan tecrûban hilbigirin. 
Van rojên nûjen de kesên xwedî îktidar bi amûrên teknîkî her diçe zêdetir derfetên dorpeçkirinê bi destê xwe dixînin. Bi wan dikarin mirovan asantir bikin bin bandora xwe. Dixwezin bi balkişandina li ser mijarên siyaseta rojane yên ji aliyên wan ve hatine pêşkeşkirin mirovan kontrol û beralî bikin. Dema mirov nizanibe, an jî nikarî xwe çer biparêze di destên wan de dibe mîna qirşa li ser avê. Di vî warî de mirovên ji siyaseta rojane re têkîldar bêtir bê star in. Lewma lazime ku em kurd zêdetir aliyên xwe yên însanî berfireh bikin û bi hevre têkiliyên însanî darbixin. Em çiqas dest bidin hev û jiyana xwe ya civakî li ser xîmên însanî ava bikin weqas dikarin xwe biparêzin. Jiyanek bi hevre ya bê mijarên siyasetek rojane dostaniya me xurttir dike. Kurd hewceyên tu neyarên nû nînin. Neyartiya dagirkeran ji me re bes e.  Jiyan bi hevre xweş e.
Divê her kes bizivire ser karên xwe yên bingehî ku va tevlihevî û neyartiya bêsûd ji holê ra be. Dema her kes berpirsiyarîyên xwe yên rojane bîne cîh, wê demê karên siyasetvanên kurd jî hêsantir bibin. Mirovên ji xwe û malbata xwe re tinebin, nikarin ji gelê xwe re jî hebin. Gavên piçûk ên ji bo jiyanê, her dem ji gavên mezin ên li dijî jiyanê çêtir in. Ger neyê jibîrkirin ku mesafeyên dirêj bi gavên piçûk tên hilanîn.


Hesen Polat, Stuttgart, 24.05.2018, pêncşem

Samstag, 17. März 2018

30 Sal Bû


Dem diherike, em jî ji demê re diherikin. Dem mîna ava çemekî ye. Wexta mirov li ber çem disekine û lê temașe dike, wer dizane ku her dem eynî avê dibîne. Bi rastî her gav ava li ber çavên wî avek din e. Yanê her gav devrûdaîmiyek heye. Jiyan bi xwe jî wusa ye. Em wer dizanin ku jiyana me her dem mîna hev derbaz dibe. Lê tu nefes mîna nefesek din nîne. Bi her nefesekê tiștek nû dikeve lașê me û tiștek jî jê derdikeve.
Li ser komkujiya Helepçê re 30 sal derbaz bûn. Di vê navberê de pir tişt qewimîn û pir guhertin peyda bûn. Em pir caran ji wan guhertinan haydar nebin jî wusa ye. Dîsan sersala komkujiya Helepçê ye. Bi rastî di van rojên biharê de dil dixwest ku di derheqên kulîlk û bedewîyên biharê de binivîsim. Lê mixapin serpêhatiyên reşên di dîroka kurdan de vê firsendê nadin me. Bûyerên di bihara sala 1988 de li Helepçeyê hatin serên me, kulîlkên di dilên me de jî çilmisandin. Dû vê bûyerê re mecal nema ku em li ser kulîlk û bedewiyên biharê mijûl bibin.
Rast e, hîn jî roj tune ku xeberek reş li ber guhên me nekeve. Lê dîsan jî ger em jibîrnekun ku jiyan didome û bi reşgirêdanê çareserî dernakevin holê. Mixabin em kurd bi kul û keseran kedî bûne, edî demên xwe yên bi şahî jî bi stranên huznên dixemilînin.
Di meha adarê de newroz bên pîrozkirin, govend bên darxistin jî van rojên meha adarê bê bîranîna komkujîya Helepçeyê tu car nikarin verin bihurandin. Em nikarên komkujiyên hatine serên me jibîr bikin. Kesên ku jibîr dikin bi xwe jî tên jibîrkirin. Jibîrkirin ji me re lûkse. Lûksek wusa însanîyeta me diqedîne, holê ra dike.
Laşên kesên ku di komkujîya Helepçeyê de hatin kuştin dîsa mîna şerîtekê fîlmê li ber çavên me re derbaz dibin. Lê ew sureta ku kalo, dergûş li hemêze de, li ber şêmûga derî, li ser dewrûyan ketî tu car nayê jibîrkirin. Ger qet ew wêne neyê jibîrkirin ku mirov bizane zalim çiqas ji însaniyetê bêparin.
Tu jibîr nabî HELEPCE!
Dixwezim li vir ji we re helbesta Şerko Bêkes ya bi navê Helepçe pêşkeş bikim.

helepçe[1]
Çardeyê mehê bû
Li ser Goyjê
ba qelema min firand.
Dema min dît û pê nivîsî
kom kom firîyan peyvên min.

Panzdeyê mehê bû
Sîrwan qelema min bir
Çaxê min girt û pê nivisî
Bûn masî helbestên min

Şanzdeyê mehê bû
Ax şanzdeyê mehê!
Ku Şarezûr qelema min wergirt
Dema vegerand ku ez binivîsim
Wek Helepçe hişk bibûn tilîyên min.




[1] Şerko bêkes; ji nav şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb