Dem diherike, em jî ji demê re diherikin. Dem
mîna ava çemekî ye. Wexta mirov li ber çem disekine û lê temașe dike, wer
dizane ku her dem eynî avê dibîne. Bi rastî her gav ava li ber çavên wî avek
din e. Yanê her gav devrûdaîmiyek heye. Jiyan bi xwe jî wusa ye. Em wer dizanin
ku jiyana me her dem mîna hev derbaz dibe. Lê tu nefes mîna nefesek din nîne.
Bi her nefesekê tiștek nû dikeve lașê me û tiștek jî jê derdikeve.
Li ser komkujiya Helepçê re 30 sal derbaz bûn. Di vê navberê de pir tişt
qewimîn û pir guhertin peyda bûn. Em pir caran ji wan guhertinan haydar nebin
jî wusa ye. Dîsan sersala komkujiya Helepçê ye. Bi rastî di van rojên biharê de
dil dixwest ku di derheqên kulîlk û bedewîyên biharê de binivîsim. Lê mixapin
serpêhatiyên reşên di dîroka kurdan de vê firsendê nadin me. Bûyerên di bihara
sala 1988 de li Helepçeyê hatin serên me, kulîlkên di dilên me de jî
çilmisandin. Dû vê bûyerê re mecal nema ku em li ser kulîlk û bedewiyên biharê
mijûl bibin.
Rast e, hîn jî roj tune ku xeberek reş li ber guhên me nekeve. Lê dîsan jî
ger em jibîrnekun ku jiyan didome û bi reşgirêdanê çareserî dernakevin holê.
Mixabin em kurd bi kul û keseran kedî bûne, edî demên xwe yên bi şahî jî bi
stranên huznên dixemilînin.
Di meha adarê de newroz bên pîrozkirin, govend bên darxistin jî van rojên
meha adarê bê bîranîna komkujîya Helepçeyê tu car nikarin verin bihurandin. Em
nikarên komkujiyên hatine serên me jibîr bikin. Kesên ku jibîr dikin bi xwe jî
tên jibîrkirin. Jibîrkirin ji me re lûkse. Lûksek wusa însanîyeta me diqedîne,
holê ra dike.
Laşên kesên ku di komkujîya Helepçeyê de hatin kuştin dîsa mîna şerîtekê
fîlmê li ber çavên me re derbaz dibin. Lê ew sureta ku kalo, dergûş li hemêze
de, li ber şêmûga derî, li ser dewrûyan ketî tu car nayê jibîrkirin. Ger qet ew
wêne neyê jibîrkirin ku mirov bizane zalim çiqas ji însaniyetê bêparin.
Tu jibîr nabî HELEPCE!
Dixwezim li vir ji we re helbesta Şerko Bêkes ya bi navê Helepçe pêşkeş
bikim.
Çardeyê mehê bû
Li ser Goyjê
ba qelema min firand.
Dema min dît û pê nivîsî
kom kom firîyan peyvên min.
Panzdeyê mehê bû
Sîrwan qelema min bir
Çaxê min girt û pê nivisî
Bûn masî helbestên min
Şanzdeyê mehê bû
Ax şanzdeyê mehê!
Ku Şarezûr qelema min wergirt
Dema vegerand ku ez binivîsim
Wek Helepçe hişk bibûn tilîyên min.
[1] Şerko bêkes; ji nav
şiîrên min, Wêşanên Avesta, Çapa Duwem 2001, Stembol. Wergera ji
Soranî: Rûken Bağdu Keskin, Bedran Hebîb