Montag, 14. Mai 2012

Jîyanên Mirov

Dema behsa temenê mirov bû, ji dayîk bûyînê heyan mirina wî tê hesab kirin û gor wî hêjmarek tê gotin. Nêrînek wusa tenê jîyanek fîzîkî dide ber çavan. Ew jî nêrînek nîvçe ye. Jîyana mirov ne tenê yekûna salên ku ew di tê de jîyaye, ew ji wan zêdetir e.
Min behsa jîyana fîzîkî kir. Wekî din jî jîyan hene? Belê, gor dîtin û nêrînan mirov dikare hîn behsa jîyanên curecur bike. Mînak: Jîyana ciwakî, jîyana çandî/kulturî, jîyana şaristanî/medeni, jîyana bajarî, jîyana gundî û hwd.
Mirov mexlûqekî civakî ye. Di malbatekê de tê dunê û di civakekê de tê perwerde/terbîye kirin. Di pêvajoyekê de derbaz dibe. Di wê pêvajoyê de gor xwe pir tiştan digire, an jî nagire. Bi xwe jî hinek tiştan dide derûdora xwe. Roj bi roj hîn dibe û tecrûbeyan kom dike. Jîyanek wî ya aşîkar heye, jîyanek jî derûnî. Him di navbera wî û derûdora wî de; him jî di navbera wî û derûnîya/psikolojîya wî de pêvendîyek du alî heye. Ew tesîrê li wan dike, ew tesîrê li wî dikin. Jîyan bi xwe jî pêvajoyek e û bi xwe hereket e. Jîyanek bê hereket nayê tehayul kirin. Kengê hereket sekinî êdî navê wê jîyan nine, mirin e. Mirov dikare bi xwestin û çalakîyên xwe di wê pêvajoyê de bandora xwe kêm an jî zêde nîşan bide. Lê ger neyê bîrkirin ku însan bi xwe mexlûqekî pir kompleks/murekkeb e. Tu carî însan yekûna tiştên ku jîyana xwe de dîye û hîn bûye nine, her dem zêdetirî hînbûn, tecrûbe, kirin, dîtin …û hwd xwe ye. Mirov bi xwe jî nikare xwe tarîf bike. Alîyekî wî yê aşîkar, alîyekî wî yê neaşîkar keye. Psikolojî alîyê neaşîkar heyan sedîda nod (% 90) iddia dike.
Em vegerin jîyana mirov, herî pêş jî jîyana çandî, an jî ya şaristanî. Mirov dema ji dîya xwe bû xwedî hinek qabîlîyetan e. Bi perwerde û tecrûbeyan ji civakê pir tiştan digire. Ew tiştên ku civakê tên girtin belkê pêvajoyek bi sed salan re derbaz bûye, gihiştîye vê rojê ne. Dema mirov ew tişta girt, qebûl kir, ew ji xwe re kir xususîyetek; edî ew parçekî kesayet û jîyana wî ye. Ew tiştê êdî bûye parçeyek kesayet û jîyana wî, xwedî demek dirêj, demek bi sed salan e. Loma ye ku dema mirov behsa jîyana kulturî kir, behsa sed, carna jî hezar salan dike. Jîyana şaristanî ya kulturî dirêjtir e. Mirov dikare bibeje ku qasî dîroka însanîyetê kewn û dirêj e.
Mirov bi însanan re însanîyeta xwe pêştve dibe û dibe kamil. Ew jî bi tecrûbe û dîroka însanîyetê mumkîn e. Lomaye ku hinek nêrîn û bawerî mirov berhemek civakî dihesibînim. Lê însan bi xwe jî dizane ku wê zêdetir e.

14.05.2012, Stuttgart, duşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen