Donnerstag, 1. März 2012

Êvara Ênîyê

Niha saet 9’ê êvarê ye, gor hesabê berê êvara ênî yê. Dibe ku hinek pirs bikin: Hesabê berê û yê niha jî heye? Belê, em di pêvajoyek wer de derbaz dibin ku carna kîjan nû, kîjan kevn e jî belû nine.
Ez dîsa vegerim dema xwe ya zaroktî yê û ji we re hinek mînakan bidim ku berê çer bû, niha çer e. An jî di navbera niha û berê de ferqîyek heye an na. Ji ber ku niha êvara ênîyê ye, ez li ser mînaka êvara ênîyê bisekinim.
Di dema zaroktîya min de roja pêncşemê, bi rojavayê re êvara ênîyê dest pê dikir. Bi berbangê re jî roja ênîyê. Tê zanîn ku bi vî şiklî hesab kirinê de pîvan salnameya hîcrî ye, yanê salnameya di alîyê misilmanan ve hatîye amade kirin. Salnameya hîcrî gor heyvê tê hesab kirin. Meh 28, 29 an jî 30 roj dikşînin. Sal jî di 354 rojan pêk tê. Loma ye ku sersal her sal 10 rojan pêş dest pê dike. Em vanî zêdetir di meha remezanê de dibînin. Loma ye ku rocî her sal 10 rojan pêşî tê girtin. Bi wî hesabî jî di 33 salan de carekî dor tê ser dorê. Bala xwe bidin nimêja terawîyan, eşayê tê kirin, wê şevê berî bangê/şevaqê paşşîv tê kirin û heyan roj diçe avan rocî tê girtin. Yanê bi vî hesabî roj, yanê wexta em rojê 24 saet hesab bikin, bi rojavabûnê ve dest pê dike û dora rojê dîsa bi rojavabûnê re diqede.
Niha çer tê hesab kirin? Ji ber ku hesabên fermî roj bi roj di jîyana mirovan de zêdetir cîh digirin, gor hesabê fermî tê hesab kirin. Salname salnameya mîladî ye. Salnameya mîladî gor rojê tê hesab kirin. Meh 30 an jî 31 roj dikşînin. Meha sibatê sê salan 28 roj, sala 4’an 29 roj dikşîne. Sal jî 365 rojan pêk tê. Ger roj jî bi roj avêtinê re dest pê bike, lê wer nine. Nîvê şevê di saet 24 de roj diqede û bi sanîya dû wî re jî roja nû dest pê dike. Lomaye ku di 31ê meha 12 an, yanê meha “berfenbar/çirya pêşî/ kanûn”, saet 24 de sersal dest pê dike.
Em dîsa vegerên êvara ênî yê. Êvara ênîyê gor dînê îslamê, yanê gor misilmanan şevekê bimbarek e. Wê şevê her kesê dîndar dike ku Rebbê xwe re zêdetir îbadet bike, ji bona mirîyên xwe zêdetir xêr û xêrat bide.
Ez dixwezim niha edetekî dema min a zoroktîyê bînim ziman. Di gund de mina her demê malbatên dewlemend/zengîn û malbatên neçar/feqîr hebûn. Lê wê demê mesafeya di navbera dewlemendîyê û neçarîyê de qasî îroj pir zêde nebû. Êvara ênîyê her mala ku xwe dewlemend dihesiband tasek, an jî taxçikek ji xarina xwe ya wê êvarê, an jî zexîreya malê dişand mala cîranê xwe yê neçar. Jê re jî digotin “şîva mirîyan”.
Zûva ye ez bi xwe ji gûnd derketim. Nizanim hîn şeva ênîyê “şîva mirîyan” tê dayîn, an na. Texmîna min mina pir edetên me kurdan, ew edeta jî niha rabû ye.
01.03.2012, Êvara Ênîyê, Stuttgart.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen