Montag, 6. Februar 2012

Navkirina Sar û Seqema Dema Zaroktîya Min

Carna berjor, carna berjêr; jîyan wusa ye. Dapîra mina rehmetî digot ku: “Jîyan mina lingên nerdîvanê/derencokê ye. Carna mirov derdikeve jor, carna dadikeve jêr. Hinek hildikişin jor, hinek jî dadikişin jêr.” Hîn pir tiştên din jî digot. Niha ez tenê bi vanî qîma xwe tînim.
Li vir demekî pêştve, wexta min dest bi vê rojaneya xwe ya di înternetê de kir, rojên zivistanê mina rojên biharê xweş û nermayî derbaz dibûn. Nîzika heftekê ye ku sar û seqemek da ketîye erdê, her der cemidî ye. Lomaye ku elman vê hewayê bi navê “seqema sibiryayê” tînin ziman. Em bi xwe neçûn sibiryayê, sar û seqema li wê derê bi çavên xwe nedît. Lê di nûçeyan/xeberan de her tim sar û serma li wir tê lêvkirin. Her kes jî vanî wer dizane.
Niha nayê bîra min ku dema di zaroktîya min de serm û seqemek wusa di gund de çer dikat navkirin. Zanîna ez dizanim bi navê Sibiryayê nedihat navkirin. Wê demê radyo û televîzyon tunebûn, hajîya me pir tiştên ku niha mina parçeyek bingehîya jîyanê tên dîtin jî tunebû. Cêran jî tunebû. Mirov dikane bibêje ku her herem di hinek alîyan de otonom bû û mîna îroj tesîra bûyerên derî heremê qasî îroj zêde nedihatin hîskirin. Pir tişt jî herem bi herem bi hinek navên heremî dihatin navkirin.
Ez zarokek herema Oxî yê me. Di gundê me de sar û seqem, yan jî perf û pûka zivistanê, yan bi nave “Girê Çile”, yan bi navê çîyayê “Qirûcê”, yan jî bi navên çîyayên “Silbûs û Tarî” dihatin navkirin. Girê Çile alîyê Bilanlixê ser gundê Alikana Jorên re zimageg e. Mij û dûmana serê Çile jî di gund baş dihat dîtin û temaşe kirin. Zimag tenê tirîca danê sibê digirin. Di zivistanê tenê tirîca danê sibê ji bona helandina berfê û germkirina erdê bê tesîr dimîne. Loma bi nave zimag tê navkirin û berfa zimagan herî dereng dihele. Alîyên ku di zivistanê de danê êvarê tirîca tavê digirin bi navê beroj tên navkirin. Zivistan be jî tîna tirîca danê êvarê zêde ye. Beroj gor cîhên din pêştve dibin belekî û rêşayî.
Çîyayê Qirûcê di Deşta Oxîyê de çîyayê herî mezinê nêzik e. Di alîyê Çewlik/Bîngolê dikeve. Berfa ser çîyayê Qirûcê carna heyan meha havîna pêşin jî dimîne. Ber tîna tava havîne pir namîne, zû dihele. Wexta pûk û baran hinekî zêdetir bû êdî bi hewaya serê Qirûcê tê mîsal kirin. „Rebbi, va çi pûk û baran e, tu dibê hela serê Qirûcê ye.“ Ez bi xwe derneketim serê Qirûcê. Rîya diçe Çêwlikê ber Qirûcê re derbaz dibe. Ez jî pir caran bi wesayîtan ber re derbaz bû me.
„Silbûs û Tarî“ navên du çîyayên gir û gerîyên alîyê Gêxî yê ne. Gelek dûrî deşta Oxî yê dikevin. Heyan nîvê havînê jî serê wan mij û dûman e. Berfa wan jî derengtir dihele. Dûrve du çîyayên pir nêzikî hev tên xûyakirin. Lê çer dibêjin gelekî dûrî hev dikevin. Wexta zivistan pir çetin derbaz bû, rê û dirb hatin girtin, mij û dûman ket erdê, çav çavan nedît bi mîsala Silbûs û Tarî yê ew hewa tê navkirin. Dibejin ku „Va çi hewayek dijwar e. Tu dibê qey sar û sermaya serên Silbûs û Tarî yê gişt daketîye deşta Oxî yê.“
Min kelîmeyên berjor û berjêr dest bi nivisê kir. Dû ra jî serma û seqema va çend rojên dawîyên li Elmanya yê rabûm li ser Sibiryayê re gihîştim Deşta Oxî yê. Li wêderê jî girê û çîyan ketim. Bi bi vî şiklî nivisa xwe mîna lodê nijinand. Mîna ku dawîyê reg er serê lodê tê girtinê ger dawîya nivisa min jî were. Va rêzana jî bûn dawîya nivisa min.
Stuttgart, 6.2.2012

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen