Mittwoch, 8. Februar 2012

Marên wê/wî tên te!

Guhertin û hereket parçeyekî bingehîya jîyanê ye. Guhertin û hereket tunebe, jîyan jî nabe. Carna dibe ku mirov hajîya wê guhertin û hereketê nine. Dema mirovek cîhê xwe de nelegî, jê re tê gotin ku: „Çi tu wek mirîyan li wêderê disekinî.“ Hereket îşaretek jîyanê, îşaretek hewldanê, îşaretek berxwedanê ye. Bi hereketê û bi guhertinê jîyan xweşe. Lê tu tiştekî xweş jî bê ked û zehmet dernakeve holê.
Dîsan dixwezim gotinek dapîra xwe ya rehmetî bînim ziman. Va ne tenê gotina dapîra min e, gotinek kurdan; mirov dikane bibêje gotinek însanên bi aqil e. Ji ber ku min ew gotinên wusa pir caran devê dapîra xwe bihist, mîna gotinên dapîra xwe bilêv dikim. Dapîra min digot: „Nan nane, wexta mirov dike devê xwe ger bicu ku bikare daqulîne.“
Di dema zaroktîya min de malbat û gundê me ji bona me zarokan her tişt bû. Me li wir çavê xwe vedikir û em li wir hinî jîyanê dibûn. Di gund de kesekî tiştek biqewimîya, ji bo me bûyera wê rojê ew bû. Di gund de kêfxweşîyek û şahîyek hebûna ew yê me bû jî. Di gund de nexweşîyek û şînek hebûna ew yê me bû jî. Mîna niha di malên me de dunyayek sanal (televîzyon, radyo, internet hwd.) tunebû. Gor vê jîyanê xeyalên me jî mîna yên zarokên niha wer bê serî û bê binî nebûn. Lîhistik û titikên me jî belu bûn. Me mezinên xwe çi didît, em wan hin dibûn. Mezinên me ne tenê dapîr, bapîr, dê, bav, kek, et, ap, amojên me bûn. Zarokên li gund ji me mezintir jî mezinên me bûn. Me pir tişt zarokên me mezintir hin dikir. Ew bona me rêber û mînak bûn. Ji ber ku herkesî hevûdin nas dikir û ferqek mezin di navbera îmkanên me de tunebû, jîyana me jî pir hindik wek hev bû.
Dema yekî tiştik bixwarina ger bi kesên cem xwe re parve bikira. Tiştekî nedixwest bihatana parvekirin ger dizî bihata xwarin. Digotin “marên wê/wî tên te. Hinekî jî bide wî/wê.” Gor bawerîya me her kes xwedî nefs e, bijiya wê/wî digşîne ew tiştên ku ba wî tên xwarin û vexwarin. Wexta ew tişta ji wê/wî re nehat parvekirin û wê/wî ew tam nekir, nefsa wê/wî şew dikeve diliqê marên reş û tê xwewna wê/wî kesê ku tişt tenê xwarîye û nedaye kesê cem xwe. Niha nizamin li gund va edeta hîn heye yan ew jî rabûye. Li vir Elmanyayê tiştek wusa tune û carna parvekirin xweş nayê dîtin. Pir zarok tiştan qayîl nabin, xwarinên dilê wan nare naxwun. Carna jî taxçika xwe weqas pir tujî dikin, nîvîyê wê dixwun û nîvîyê din jî davêjin.
Tuneyî tiştek xirab û zehmet e. Lê hebûn jî bi serê xwe mirovan re nabe çare. Qîmeta hebûnê bi tunetîyê re tê zanîn. Kesên ku tunetî nedîtine qîmeta hebûnê nizanin. Tinazên xwe bi xwarin û vexwarinan re dikin. Va jî bi rastî ji bo me kesên ku di nav tunetîyê de mezin bune re pir çetin tê. Pir tiştên ku zarokên me qîmet nadinê, tir û vir dikin gor dîtina me îsraf e. Di dînê îslamê de îsraf herame û tecawûzê heq û hiqûkên kesên ku hewcedarê wan tiştan e. Gotin çiqas hêsan be, kirin jî weqas zehmet e. Dema mirov tiştekî bibêje û gor wê gotina xwe hereket neke, ew jî nakokîyek mezin e. Di nav nakokîyan de jîyan domandin jî pir zehmet e. Mirov dema tiştekî bibêje û neke, ew tişta zû û dereng tê ser rîya wî. Him jî di dema herî teng de. Wê çaxê jî pir caran mirov dijî gotina xwe hereket dike û ji xwe re dikeve nakokîyê. Lomaye ku mezinên me gotine ku: “Serên xwe mezintir silan mekin.” Sil çira tê gotin, hûn dizanin! Sil koma pintitîya ku însan, an jî dewar carekîda dikin re tê gotin. Bi rastî gotinên ku mirov devê xwe derxist û xwedî jê derneket mîna pintîtîya wî xirab e, serê wî jî mezintir e.
Dema ez ber komputurê rûniştim di nîyeta min de di derheqê tiştek din de nivisandin hebû. Lê niha dinirêm ku di nivisa min de pir tiştên din hatin nivisandin. Dibêjin ku „Peyv, peyvê tîne.“ Bi rastî ba nivisandina min jî wusa ye. Di destpêkê de zehmetîyê dikşînim. Dû re wexta peyv peyvan tîne edî ji wan re nagihînim.
Bimînin di xêr û xweşî yê de!


Stuttgart, 08.02.2012, çarşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen