Montag, 6. August 2012

Rocî/Rojî


Ewe ku rojaneyê dinivisînim, ger hinek zêdetir li ser mijarên rojane bisekinim. Lê em kurd zêdetir rojanetîyê mijarên sîyasî fêm dikin. Bi rastî ez jî heyan ji min bê naxwezim li ser mijarên sîyasî binivisînim. Mijarê rojane û ne sîyasî jî kêm ninin. Dema mirov bixweze dikare wan jî bibîne û di derheqê wan de jî binivsîne.

Îroj 19‘ê meha remezanê ye, yanê gor misilmanan meha rocîyê/rojîyê ye. Ez dixwezim di vê nivisê de li ser vê mijarê bisekinim. Bala we jî kişand ku min rocî û rojî ba hev nivisand. Sedemek wê heye. Bi kurtayî ji we re îzah bikim.

Di herema me ya Oxî yê de em nabêjin rojî, dibêjin rocî. Wexta em li nivisên bi kurdî dinirîn rojî tê nivisandin. Heyan ji dest min bê dixwezim devoka kurmancîya me ya Oxîyê di nivisên xwe de karbînim. Gor fikrê min va nişêtek dewlemendîya kurdî ye. Kengê kurdîyek standart derket holê emê wê demê zêdetir bi wê zimanê standart binivsînin.

Aşîkare ku zimanê kurdî heyan îroj bi devkî hat hinkirin û belav bû. Hêdî hêdî bi niviskî kurdî pêştve diçe. Heyan di dibistanan de nebe zimanê perwerdeyî ewê curecur were nivisandin. Pir kelîme/peyîv hene ku herem bi herem hinekî curetir tên îfadekirin. Ji wan yek jî kelîmeya rocîyê ye.

Di va rojên niha de dema mirov di derheqê mijarekê de tiştekî binivise û nexweze pir zanistî li ser mijarê bisekine di serî de malpera Wikipediayê dinêre. Min jî wusa kir. Rocî di wikipedia.org ê de rojî hatiye nivisandin û pir kurt malumat heye.

Nivisandine ku: „Rojî nexwarin û venexwarina tu tiştî ya ji bo demekê ye. Rojî di olên xiristiyan, cihu û bi taybetî jî di ola îslamê de tê girtin. Di ola islamê de bi taybetî di meha remezanê de tê girtin. Ji berbangê heyan avabûna rojê kesên rojîgir ti tiştî naxwin û venaxwin, cixareyê nakêşin û nakevin têkiliyên cinsî.“

Dû vê agahdarîyê naverokek hatîye danîn. Naverok wusa ye:

1.     Rojî li gorî ola Îslamê

2.     Di Êzîtîyê de rojî girtin

3.     Di Elewitiyê de rojî girtin

4.     Di Cuhitîyê de rojî girtin

5.     Di mezhep û olên din de rojî girtin

Di vê naverokê de tenê li binê beşa Îslamê de çend hevok hatine nivisandin. Li binê beşên din de tu tişt nehatîye nivisandin. Bi rastî ez bi xwe mereq dikim ku di Êziditîyê de rojî çer tê girtin. Dema kesek di wî warî de min agahdar bike ezê kêfxweş bibim.

Em vegerin beşa Îslamê. Li wir va rêzana hatine nivisandin: „Misilman rojiya xwe di meha Remezanê de digirin. Rojî girtin, şertek ji wan şertê misilmantiyê ye. Her sal heyvek rojî tê girtin. Rojî, di misilmantiyê de, ku di şevê de berî ku roj derkeve, pêş berbangê xwarina dawî tê xwarin û heta ku piştre roj derket û çû ava, êdî wê rojî were girtin. Di wê demê ku rojî tê girtin de, tiştên ku li gorî Îslamê heram in nayin kirin. Li gorî vê yekê, gotinên ne baş jî qedexe ne. Ku di nav du hêzan de pevçûn û şer hebe, di wê rojê de disekinê û an jî lev dikin û bi hev re aşîtîyê dikin.“

Min nexwest tenê bi va malûmatana qîma xwe bînim û dîsa di Wikipediayê de bi tirkî beşa oruç mêzîyam. Li wir pê hesîyam ku tirkan kelîmeya oruç ji kurdan girtine. Ji ber ku heyan niha gor tirkan kurd tunebûn û faris hebûn, wan va kelîma ji farisan girtine.

Li wir hatîye nivisandin ku kelîmeya „oruç“ di dema Selçûkîyan de ji farisan hatîye girtin. Dinivisîne ku: „Di farisî de peyva روجك rôcik hatîye girtin û mana wî rojane ye.” Lê çavkanî nehatîye danîn. Di Quranê de rocî bi kelîmeyên صوم savm ve صيام sıyam tên îfade kirin.

Pişt va agahîyan bala min kişand ku peyva rocîyê ji rojê hatîye girtin. Ji berbangê heyan êvarê, yanê bi roj xwerin û vexarinê dûrketin, rojî. Wê çaxê kelîmeya rocîyê ne bi tîpa „c“ bi tîpa „j“ nivisandin di warê koka kelîmê de duristtir e. Dîsa jî ez kelîmeya rojîyê gor devoka me rocî binivsînim.

Di Quranê de rocî ne tenê di ayetekê de, di çend ayetan de derbaz dibe. Di sûreya Beqere de, ayeta 183 an wusa ye: „Gelî ên bawerî anîne! Çewa rojî li ser ên berî we ferz hatîye nivisîn wisan li ser we jî ferz hatîye nivisîn. Hevî heye hûn xwe biparêzin-bitirsin.“

Nivis hinek dirêj bû. Lê hin di vê mijarê de pir tişt dikarin werin nivisandin. Dixwezim rojekî din di derheqê wê mijarî de hîn binivisînim.

06.08.2012, duşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen