Dienstag, 28. August 2012

Mirin


Di derheqê mirinê de pir tişt hatine gotinê û hîn jî tên gotin.
Kî çi dibêje bila bibêje, ya herî aşîkar ewe ku mirin benda herkesî ye. Di vî warî de tu şiphe tune. Va bi curecur delîlan jî sabît e.
Di destpêka mirovatîyê de heyan roja îroj her kesê hatîye serê erdê rojekî mirîye û ewê bimire jî. Tu îstîsna nehatîye dîtin, ewê neyê dîtin jî. Tu kitab û tu dîn jî heyan vê rojê negotîye ku hinek mirov namirin. Hemû delîlên zanistî jî aşîkar dikin ku mirin ji bo hemû kesan e. Di dînê îslamê de jî Quran di sureya Enbîya, ayeta 35 de wusa dibêje: „Ewê her nefs mirinê tam bike.“
Herçiqas mirin mîna nan û av li benda me be jî em ji mirinê re hazir/amade nînin û mirina mirovên derûdora me dikare pir caran jîyana me serûbin bike. Çima? Mirov dikare vê pirsê curecur bersiv bike. Her bawerî û nêrîn di derheqa wê pirsê de xwedî bersivekê ne. Her mirov gor xwe ji vê pirsê re dibe ku îzahetekê bîne jî. Çi dibe bila bibe, çer dibe bila bibe dîsa jî em ji mirinê re hazir nînin. Di vê dema medyatîk de her roj em mirina sedan, carna hezaran bibihîsin jî di rojeva me de mirin tune. Tune bûna wê di alîyekî de baş, di alîyekî de jî nebaş e.
Başbûna wê ewe ku em heyan nefesa xwe ya dawî mecbûrin jîyana xwe bidomînin. Nebaşbûna wê jî ewe ku mirin parçeyekê jîyana me ye, em nikarin wê wek tuneyî bihesibînin. Ew her demê dikare derê me bikute û xwe nîşanî me bide, me ji xwe bide pêhisîyandin. Ji xwe vanî jî dike.
Loma em mecbûrin ku ji mirinê re amade bin. Ew carna cîranê me, carna nasên me, carna dostên me, carna bavên me, carna dîyên me, carna xweng û birayên me, carna zav û zêçên me li ber çavên me, di nav jîyana me de hildigire û dibe. Ew rojekê galimî me jî bike û bibe. Em vanî wusa bizanin jî mirin tiştekî pir zor e. Têkilîyên me ji kesê ku mirî re çiqas zexm be, mirin weqas bi hêz me dihejîne.
Di jîyanê de hinek tişt hene ku bi zanînê nayên fêmkirin, tenê bi jîyanê tên jîyandin. Mirin ji wan yekî yê pir zehmet e. Em nikarin bibêjin ku, meyê! Ewê zû û dereng li ba me be, li ber me be, li cem me be. Wê demê jî Xwedê sebr û hêzek liberxwedan bide me, bide wan mirovên bi galimkirina mirinê tên hejandin.

Zimmersrode, 28.08.2012, sêşem.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen