Samstag, 28. Juli 2012

Sal û Salname


Di destpêkê de heyan îroj însanan xwestine ku rojên serê erdê bi şiklekî bijmihêrin, hesab bikin. Ji bo hesabkirina rojan Xwedê dizane çend salname peyda bûne. Belkê hîn jî li serê erdê cure cur salname tên pêkanîn. Di jîyana min de niha 2 salname xwedî tesîr/bandor in. Ji wan yek salnameya mîladî, yek jî ya hîcrî ye.
Salnameya mîladî ji alîyên welatên ewrûpayî tê karanîn û hêdî hêdî li pir welatên serê dunê balav bûye. Salnameya mîladî gor rojê tê hesabkirin û ji dayîkbûna pêxamber Îsa dest pê dike. Wexta ez di binê nivisan tarîxê datînim, ew tarîxa gor salnameya mîladî ye. Hemû karên me yên fermî jî gor salnameya mîladî tên kirin. Yanê pêş 2012 salan hezretî Îsa hatîye dunê. Salên gor salnameya rojê tên hesabkirin 365 rojan pêk tên, demsal û mehên/heyvên xwe belû ne.
Salnameya hîcrî jî gor heyvê tê hesabkirin û bi koçkirina pêxamber Mihemmed dest pê dike. Salên gor salnameya heyvê tên hesabkirin jî 355 rojan pêk tê, heyvên xwe belû ne, lê demsalên xwe tune ne. Demsal gor hereketên rojê pêda dibin, wexta herekêtên heyvê bû pîvan edî mirov nikare behsa demsalan bike. Ji ber ku di salê de salnameya heyvê gor ya rojê 10 roj kêm in, sersala salnameya heyvê her sal 10 rojan pêştve tê. Lomaye ku misilman/bisilman her sal 10 rojan pêştve dest rocîya/rojîya xwe ya meha remezanê dikin û her sal 10 rojan pêştve êdîya/cejna xwe ya remezanê û hecê pîroz dikin.
Ji ber vê ferqêye ku wexta rocî girtin û wexta çûyîna hecê di 33 salan de carê dorê tîne ser dorê. Yanê îsal 1 ê meha remezanê rastî 20 ê meha tîrmehê hat. 33 salan şuve ewê dîsan rastî dawîya meha tîrmehê were. Sal din 10 rojan pêştve here û rastî 10 an jî 9ê meha tîrmehê bê. Îsal di 20ê mehê de mirovên misilmanên bawermend dest bi rocî girtinê kirin. Sala par di wê tarîxê de hîn 10 roj destpêka meha remezanê re mabû.
Em dizanin ku rojên havînê dirêj, şevên wê jî kin in. Hember wê jî rojên zivistanê kin, şevên wê jî dirêj in. Herî roja dirêj di 21 ê meha hezîranê/pûşperê de ye. Herî şeva dirêj jî di 21 ê meha berfanbarê/kanûnê de ye. Ji 21 ê berfanbarê heyan 21 ê hezîranê roj dirêj, şev kin dibin. Di 21 ê meha adarê de, yanê roja newrozê şev û roj dibin mîna hev. Ji 21 ê hezîranê heyan 21 ê berfanbarê jî roj kin, şev dirêj dibin. Di 21 ê meha îlonê/rêzberê de carek din roj û şew wek hev dibin. Lomaye ku rocî girtina misilmanan jî sal bi sal di nav rojên kin û dirêj de hereket dikin.
Gor salnameya hîcrî roj êvarê bi rojavabûyînê re dest pê dike. Lomaye ku roja pêncşemîyê wexta ro diçe ava roja ênîyê dest pê dike. Lomaye ku wê şevê re dibêjin êvara ênîyê. Me kurdan va heseba ji salnameya hîcrî, yanê gor hesabên dînî, yanê gor hesaba dînê Îslamê wusa qebûl kirîye. Lê mirov nikare bibêje ku dînê Îslamê tenê gor salnameya hîcrî, an jî em bibêjin gor heyvê hesabên xwe dike. Gor salnameya rojê jî hinek hesab tên kirin.
Mînak: Misilman her roj 5 wext nimêjên xwe gor hereketên rojê dikin. Zekatê jî di salê de carê, zanîna ez dizanim, gor sala rojê didin. Rocî û heca xwe jî gor salnameya heyvê dikin.
Pêş destpêka nivisê nîyeta min di derheqê rocîyê de nivisandin bû. Hûn jî dibînin ku va rêzana rojaneya min xemiladin, li ser rojanê re reşîyan.  Hêvîdarim hûn jî van bi kêfxweşî bixwînin.

Stuttgart, 28.07.2012, şemî

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen