Dienstag, 25. September 2012

Mirov û Jîyan

Dema em ji dîrokê dimezin, dibînin ku pir tişt hatine serê însanan. An jî bi gotinek din; însanan pir tişt hanîne serê hev. Şer, kuştin, talan kirin, xirabî, gemarî û hwd. Di alîyê din de bi bûyerên xezayî jî pir tişt hatîye serên însanan. Erdhêj, tofan, laser/pêl, pûk, şewat, baran û hwd. Vana kûl û keserên derî nefsa mirov in. Yek jî çetinî û zehmetîyên di hundirê/nefsa mirov de hene. Tirs, xof, êş, jan, evîndarî û hwd.
Çi biqewime jî mirovan dîsan destpêkirine û jîyana xwe domandine. Li hember va hemû bûyerên çetin û bi zehmet de hêza însanîyetê ya herî mezin ji xwe re dershildan û komkirina tecrûbeyan e. Ji bûyeran re serê xwe êşandine, ji bona nedubarekirina wan tedbîr girtine, ji bona qonaxek baştir herdem hewldane xwe. Di vî warî de jî gelek mesafe girtine. Di nav însanan de yên ku wusa nekirine holê rabûne û yên din hatine cîhê wan girtine.
Va çerxa felekê doh wusabû, îroj jî wusa ye. Dîrok vanî bi vê şiklî dide ber me. Dema em ji vê heqîqetê ji xwe re ders derbixin dikarin serbikevin. Na, wexta ders hilnegirin, emê rojekî holê rabin û yên din werin cîhê me de jîyana xwe bidomînin.
Raste, dunya tu kesî re namîne. Her mirovî ku hatîye serê erdê, rojekî jî here. Mirin heqe û ji bona herkesî ye. Heyan roja îroj tu kes sax nemaye û îroj şuve jî ewê nemîne. Herkes xwedî temenê xwe ye, zû û dereng ewê bimire. Ew gotinên min ên di destpêka nivisê de ne ji bona mirovan bû, ji bona gel û koman bû, ji bona domandina însanîyetê bû.
Curecur bawerî û nêrîn, rêxistin û dezgeh hebûn, ewê hîn jî hebin. Ji wan de yên serketin berdewam kirin, yên din jî holê ra bûn, çûn. Ewê îroj şuve jî wusa bin. Kî dibe bila bibe, çi dibe bila bibe; mirov naxweze ku ew û karên wî badîhewa biçin, ortê ra bin. Va alîyekê din ên însanan nîşan dide. Ango însan ji bejn û bala xwe zêdetir tiştek e. Însan ji mexlûqên din cuda ye, naxweze tenê bi xarin û vexarinê jîyana xwe bidomîne, dixweze bi dû xwe navekî û tiştekî baş bihêlîne.
Çi baş û çi nebaş e? Her kes gora bawerî û nêrîna xwe dikare curecur bersiv bide. Çi dibe bila bibe dem ji bona tesbîtkirina başbûn û nebaşbûnê re pîvanek girîng/muhîm e. Tiştên nebaş piştî demekî tên bîrkirin, holê ra dibin. Tiştên baş jî mîna madenên xas in, çiqas li ser re wext derbaz bibe, ewê weqas zêdetir bi qîmet bibin, xwe bidin nîşandin. Dibe ku hinek nekarin başbûna wan bibînin û pê bihesin. Lê dîsa jî ew ji hebûna xwe tesîr li ser jîyana mirovan datînin. Mirovên ji wan xwedî derdikevin, baştîyan wan îstifade dikin; yên xwedî dernakevin jî baştîyên wan mehrum dimînin.
Mirov her çiqas bixweze li serê erdê jîyanek bê êş û jan bimeşîne jî  jîyan bê êş û bê jan nîne. Mirov bixweze jî nexweze jî di jîyana xwe de rastî hinek êş û janan we re. Di xeyalên mirov de jîyanek bê zehmet her dem xwe bide hîskirin jî, rastîya jîyanê wusa nîne. Jîyanek wusa jîyana bihuştê/cennetê ye, ne jîyana serê erdê ye. Ger em vê heqîqetê wusa qebûl bikin. Hinek îdeolojî û nêrîn ji mirovan re li serê erdê wehd bikin jî, zû û dereng ger bê qebûlkirin ku va xapandinek e. Ji ber ku jîyanek wusa li vir ne mumkîn e.
Em li gor meşandina jîyana serê erdê hatine afirandin. Lomaye ku gor dîtina min, wexta jîyanek bihiştê li serê erdê bibe para me, emê wextekî şuve wê jîyanê jî eciz bibin. Hinek êş û janên jîyanê ji ber xwe re bînin. Mînak: Mirin, mirina nas û dostekî, an jî dê û bav, an jî zarok. Ew tehlîyek/janek jîyanê ye. Dema mirov wê demê wê tehlîyê û êşê nekşîne, ewê kêmasîyek be. Hîn pir tiştên wusa di jîyana li serê erdê de hene. Ya herî rast di wextê de kişandina wê zehmetîya/êşa/tehlîya/jana jîyanê ye. Bila tu kes xwe nexapîne. Jîyan bi qasî kêf û zewqê, bi êş û janê jî manîdar e. Di jîyanê de hinek tişt hene ku heyan mirov zehmetîya wan nekşîne nikare barin wan li ser milên xwe dayne.
Dîsa bizivirim mînaka mirinê. Mirovê ji bo mirina kesekî nas di wextê de reş girê nede û wê tehlî û jana wê nekşîne heyan dawîya jîyana xwe ewê bin barê wê bûyerê de birize. Jîyan bi tehlî, êş û janên li cîh manîdar e. Giranîya jîyanê mirovan digihîştî ne / kamil dike.
Jîyana me ya rojane di bin tesîra nêrînek nûjen/modern de tê vestrandin. Ew jî ji me re li serê erdê jîyanek gor jîyana di cennetê de wehd dike. Bi zêdetir xerckirina mal û milk wehda zêdebûna kêf û zewqa dunê dike. Bi sistkirina têkilîyên mirovan wehda azadî û serxwebûna mirovan dide. Lê em dibînin ku bi va wehdana mirov zêdetir tenêtîyê dikşînin, bê kok dibin, bê kef û zewq dimînin, di nefsa xwe de serûbin dibin.
Însan mexlûqekî cîwakî ye. Lomaye ku jîyana mirovan bi hev re xweş e, ji hevûdin re alîkarinê xweş e; ji hev re kêf û zewqê, ji bona hevûdin kişandina êş û janê xweş e. Li vir yê herî girîng ewe ku ger tu car pîvan neyê paşçavkirin. Tiştên dilê mirov di jîyanê de dixweze jî, tiştên naxweze jî di cîh de û bi pîvan her dem çavkanîyên jîyanê ne. Em firsendê nedin xapanokan ku me bixapînin. Dema em heqîqeta jîyanê bizanin xwe jî naxapînin.
25.09.2012, Stuttgart, sêşem.  

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen