Mittwoch, 6. Juni 2012

Mijarên Gir û Kûr


Kî dibe bila bibe carna halê xwe li ber xwe re tîne û dikeve xeyalan. Ew xeyal carna li ser pêşerojê, carna jî li ser paşerojê tên kirin. Carna mirov rojên xwe yên buhirtî tîne bîra xwe; başbûn û nebaşbûna wan ji ber xwe re tîne. Ji bîrhanîna tiştên baş re kêfxweş dibe, dixweze ku ew rojana dubare bibin. Ji rojên nebaş re jî dilteng dibe, di pêdabûna wan de kirin û nekirinên xwe ji ber xwe re tîne, ji bona derbazbûna wan xwe teselî dike.
Her çiqas rojên derbaz bi başbûn û nebaşbûnên xwe re derbaz bibin jî mirov zêdetir alîyên wan ên  baş tînin bîra xwe û alîyên nebaş bîr dikin. Va halekî însanî yê pisîkolojîk/derûnî ye. Bi vî şiklî mirov xwe hember nebaşî û tehlûkeyan diparêze. Ji xwe dema mirov xwe neparêze nikare bijî.
Em di demek modern û pozitîvîst de dijin. Moderntî û pozitîvîstî jî gêrêdayî materîalîzmê ye. Materîalîzm jîyanê di alîyê maddî de digire merkeza xwe. Her hesab û kitaba xwe ji bona dinyayê dike. Li serê erdê bihuştê/cennetê vad dike. Di bawerîyên dînî de Xwedê di merkezê de ye. Xwedê însan afirandîye û cîhek girîng daye wî. Ew gora wî cîhê xwe girîng e. Va mijara mijarek girîng û komplex/murekep e. Mirov wer bi çend hevokan nikare îzah bike. Ji bona pir kesan îzah kirina wê mijarê weqas mumkîn jî nine. Wê çaxê çima ez li vir ketim nav vê mijarê. Bi rastî ji bona min îzah kirina vê mijarê weqas asan/rihet jî nine. Hevoka dawîya paragrafa/serbenda jor bû sedema vê behsê. Em mirovên zêdetir di bin bandora nêrînên modern pir rihet dikarin bibêjin ku: „Mirov xwe diparêze.“ Li mirovên zêdetir di bin bandora nêrînên dînî de ne dibêjin: „Xwedê mirovan diparêze.“ Va herdu nêrîn ji bona halekî însanî bên gotin jî, du nêrînên cuda yên mîna şev û roj in.
Dema mirov di derheqa însan de tiştekî bîne ziman dibîne ku mesele weqas asan nîne. Ku ew bi xwe jî însan e. Çer dibe ku mirov bi xwe însan, di derheqê însan de dixweze îzahatekî bike, lê nikare bi xwe wer rihet meselê safî bike. Di destpêka însan de heyan niha di warê însan de îzahat hatine kirin, hîn jî tê kirin, lê dîsa jî nekarîne û nikarin ji bona hemû însanan îzahatekî derxinin ortê. Mirovên bawermend bêçaretîya xwe bi xwestin û nexwestina Xwedê, yanê bi îman hanîna qederê, yanê bi teqdîr kirin û neteqdîrkirina Xwedê îzah kirine û dikin.
Bawermendîya modern, yanê pozitivîst Xwedê daye alîyekî û xwestîye her tiştî gor sedeman îzah bike. Di vî warî de çiqas pêşve dikeve, weqas jî kêmasîyên wê derdikevin holê. Gotinek li ser navê Arîsto ji bona vê halî mînakek baş e. Arîsto dibêje ku: „Ez hinî weqas pir tiştan bûm ku di dawîyê de pê hesîyam ku min hîn pir kêm tişt hinkirî ye.“ Pozitivizm jî her çiqas tiştên nû kişf dike weqas jî hajî kêmasîyên xwe dibe. An jî em bibêjên weqas jî kêmasîyên wan derdikevin ortê.
Di destpêkê de min dixwest ku li ser pisîkolojîya însan binivisînim, ew mijarên din hatin nivisandin. Dema mirov di derheqa însan de dinivisîne nizane ku ji ku heyan ku binivisîne. Mirov çiqas dixweze hinek tiştan bikitekit îzah bike, weqas hajîya kêmasîyên xwe dibe. Di pisîkolojîyê de dema behs li ser derûntîya mirov tê kirin mînaka aysbergê (girêya cemedê ya di nav avê de) tê dayîn. Ew aysberg ji pirayî di nav avê da ye, tenê nîkilek wê li ser avê ye.  Însan jî bi hal û hereketên xwe di sedî de 90 (% 90) di bin bandora sedemên xwe yên binehişî/bineşiûr de ye. Dîn dibêje çi? Dibêje ku qedera mirov ji alîyê Xwedê de hatîye nivisandin. Mirov gor qedera xwe jîyana xwe didomîne. Ew tiştên ku nikare îzah bike bi bawermendîya xwe ya bi qederê tîne ziman. Pisîkolojî jî ti pir tiştan nikare îzah bike, jê wê re dibêje „binehişî/bineşiûr.“ Gor fikrê min herdu îzahat jî bêçaretîya îzah kirina pir tiştên ku di jîyana mirov de diqewimîn tînin ziman. Kesên bawermend bêçaretîya xwe di serî de qebûl dikin û xwe teslîmî Xwedê dikin. Kesên modern bidû sedeman bikevin jî demekî şuve biçaretîya xwe bi kelîma binehişî tînin ziman.
Hûn jî pê dihesin ku her hevoka di vî warî de tê rêzkirin hewcîya hevokek din derdixe holê. Lomaye ku ez êdî dixwezim li vir dawîya nivisê bînim. Îzaheta mijarê derî hedê min e. Di pêş destpêka nivisê de min dixwest bala xwendewanan bikişînim li ser nostaljîya/raboriya mirov û çend gotinên pêşîyan pêşkeşî we bikim. Lê niha dibînim ku nivis ne gor xwestina min hat rêsandin.
Dema mirov rojên xwe yên bihurî ber xwe re tîne zêdetir baştîyên wan tîne bîra xwe. Tiştên nebaş bi şiklekî hatine bîrkirin. Bîrkirina tiştên nebaş pir caran bê hemla mirov, bi şiklekî binehiş dibe. Bîrkirin xwe parastin e. Dema mirov tiştên ku hatine serê wî bîr neke, nikare jîyana xwe bi sihhet bidomîne. Bîrkirin mirovan diparêze. Lê hinek tişt û bûyerên bingehî hene ku bîrkirina wan ji mirovan re dibe ku bibe sedema astengên mezin. Ew jî ger neyê bîrkirin.
Ûris dibêjin ku: „Cîhê ku tu ne li wirî xweşik e.“ Gotinek me jî dibêje ku: „Heyan masi di nav avê da ye haya wî ji avê tune.“

6.6.2012, Stuttgart, çarşem. 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen