Sonntag, 24. Juni 2012

Biwêj, Ziman û Mirov


Biwêjek ba me heye, dibêjin ku „tirs birayê gur e.“ Bi kîjan maneyê tê gotin pir jî nizanim. Kesên ku ji ber tirsê tiştekî nakin û jê direvin re tê gotin. Pir jî maneyek xwe yê muspet tune. Her dem nayê bi maneyek xirab jî. Bi çi maneyê di nav gel de hatîye manekirin baş nezanim jî bi xwe dixwezim hinek şirove bikim.
Gur heywanekî bi zerar û hov e. Li ser serê çîyan û di gelîyan de dijî, nehatîye kedî kirin. Nêzikî însanan nabe û ji wan direve. Dema pir mecbûr ma xwe nêzikî wan dike. Di çilleyê zivistanê de bi hevra digerin, pir birçî bûn heyan di nava gund tên, çi dest ketin dixun. Wekî din jî bi dizî xwe nîzikî birrê bezan dikin, galim dikin mîh, berx û bizinan digirin dibin. Birrên pêzan bê xwedî bibînin dikevin nav û qir dikin. Heyan ji dest wan bê zêdetir dikujin, laşê wan bi dû xwe cîh dihêlînin û terin. Wexta şivanên pêz di wextê de pê bihese û biqêre direvin û dûr dikevin. Rev û dûrketina wan mîna tirs tê hesibandin. Gor fikrê min loma va gotina hatîye gotin û di nav me de bûye biwêj.
Em dizanin ku biwêj ne bi tenê maneya kelîmeyan tên fêm kirin, maneyek wê yê biwêjî, em jê re bibêjin cîwakî jî heye. Bi xwe loma jê re biwêj (deyîm) tê gotin. Ji bona îzahkirina biwêjê dixwezim mînakekê bidim. „Kes nabêje dewê min tirş e.“ Her kes dizane ku di rojên germ de dewê tirş xwedî tamek nexweş e. Kes naxweze dewê tirş vebuxe. Yanê vexarina dewê tirş nexweş e. Lê wexta ew biwêj hat gotin mijar ne tirşbûn û netirşbûna dew e, mijar tiştekî din e. Kurtî bi wê biwêjê tê gotin ku kes naxweze kêmasîyên xwe, nebaşîyên xwe, şaşitîyên xwe û hwd. bîne ziman, qebûl bike, pê bihese û hwd.
Di dest pêka nivisê de nîyeta min di derheqê tirsê de nivisandin bû. Niha dibînim ku mijara nivisê bûye biwêj. Êdî dixwezim li ser vê mijarê nivisandinê bidomînim.
Mirov û peyîv/kelime. Di Încîlê de dinivsîne ku: „Di destpêkê de peyv bû.“ Di Quranê de jî dinivsîne ku: „Xwedê Adem afirand û nav jê dan hinkirin.“ Va herdû girtek girîngîya peyîvan di jîyana însan de tînin ziman. Axaftin ji bona mirovan xiletekî girîng e. Mirovên nekarin biaxifin xwedî kêmasîyek mezin in. Însan mexlûqekî cîvakîye û bi axaftinê têkilîyên cîvakî berdewam in. Gotinek tirkan dibêje ku „heywan bi bîhn kirinê, însan jî bi axaftinê hevûdin fêm dikin.“ Herdû girtêkên jor salix didin ku di hebûna însan vir de însanan bi axaftinê tekilîyên xwe berdewam kirine û gihîştine vê qonaxa îroj.
Her însan xwedî raman e. Ramînandin jî bê ziman pêştve naçe û sernakeve. Lomaye ku pêvendîya di navbera ziman û ramînandinê de mîna meseleya hêk û mirîşkê her dem hatîye muneqeşe kirin. Di zimanekî de çiqas zêde kelîme hebin, ramanek çiqas bi huner û xweşik bikare bê îfade kirin; gotinbêjên wî zimanî weqas xweştir û hêsantir dikarin fikr û ramanên xwe bilêv bikin. Va jî pêvendîyên cîvakî xweşiktir dike. Du mirov zimanên hevûdin çiqas baştir bizanin weqas jî têkilîyên wan baş dibin. Bi hereketan mirov hinekî hevûdin fêm bike jî va fêm kirinek qels e.
Raste! Zimanek bi axaftinê zindî ye. Lê zimanek çiqas zêdetir xwedî biwêj be, ew zimana weqas xweşiktir e. Biwêj di alîyekî de pêvajoya axaftina zimanê zindî re, di alîyê din de jî bi edebîyat û hunera bi wî zimanî derdikevin holê. Edebîyat û huner di çanda/kultura gelekî de xwedî qadekê girîng e. Zimanek çiqas xweş û delal hat karanîn, weqas xweşik û baştir dibe; çiqas xweşik û baştir bû weqas jî xweştir û delaltir dikare raman û hesteyên/hîssên mirovan bîde îfade kirin.
Zimanê zikmakî, yê di zaroktîyê de cara yekemîn tê hinkirin pêvendîyek zexm ji heste û xeyalên mirov re peyde dike. Edebîyat û huner çiqas pêvendîyên zexm ji zimanê zikmakî re peyde bikin, weqas jî cîhê xwe ba wan mirovan zexm dikin. Gor wê zexmbûnê jî mirov ji edebîyat û hunerê xwedî derdikevin, bandora wan di jîyana xwe de nîşan didin, ji xwe û însanîyetê re tiştin xweştir û baştir amade dikin. Di vê pêvajoyê de biwêj xwedî rolekî girîng in.
24.06.2012, Stuttgart, yekşem. 

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen