Mittwoch, 20. Juni 2012

Jîyan û Hewldan


Tiştên li serê erdê du alî ne. Mîna min, mina te, mina we û mîna wan. Şev bê roj, tirîc jî bê sî nabe.  Gotinek pêşîyan dibêje ku: „Her tişt bi zidê xwe re payîdar e.“ Sehekên me însanan dikarên tenê tiştên bi dijî bihesin. Wan didin ber hev, hebûna wan bi tunebûna wan re derdixin. Dîsa jî hemû însan ne mîna hevin. Hinek cudatîyên mirov di bûyînê de hene, hinek cudatîyên mirov gor îmkanan derdikevin holê, hinek cudatî li perwerdeyîyê, hinek cudatî bi xêret û hewldanên mirov û hwd.

Însan di kîjan alîyên xwe ji mexlûqên din vediqetin? Her bawerî û nêrîn gor xwe alîyekî însanan derdixe pêş, dîyar dike. Hinek gor xwe hinek tiştan dihesin, hinek jî hinek tiştên din, an jî qet nahesin. Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje ku: „Mirov qasî fêm kirina xwe ye.“ Fêm kirin! Fêm kirin tiştekî çer e û bi çi torî xwe nîşan dide û pêştve xistina wê re mirov bi xwe çiqas xwedî bandor/tesîr e? Va jî wek pirsa hêk û mirîşkê ye. Hêk ji mirîşkê derketî ye, an mirîşk ji hêkê? Mirov nizane ku bi kîjanê dest pê bike. Hemû mijar û pirsên di derheqê însan de mirov bixweze jî nexweze jî bervî vê nuxteyê diçin. Ji ber ku dema mirov di derheqa însanan de dinivisîne bi şiklekî di derheqê xwe de jî dinivisîne.
Wexta mirov di derheqê xwe de nivisand nikare mijarê tam safî bike. Ew ji bi xwe jî parçeyekî mijarê ye. Dema mirov bi xwe jî parçeyekî mijarê bû çer dikare safî bike? Lê dîsa jî mirov dixweze ku xwedî malûmat bibe, xwe agahdar bike. Va xisleta însane ku wî rehet ber nade, bidû tiştan dixine, nahêlîne di cîhê xwe de bê xem rûbine.
Gotinek me kurdan heye: „Nav mirovan mezin nakin, mirov navan mezin dikin.“ Yanê mirovên karên baş û delal dikin bi wan kirinên xwe navên xwe jî dikin xwedî şan û şeref. Yanê însan bi kirinên xwe kesayeta/şexsîyeta xwe jî derdixe ortê. Tecrûbeyên baş di alîyê başîyê de, tecrûbeyên nebaş jî di alîyên nebaşîyê de li ser şexsîyeta mirov tesîr dikin. Însan jî gor şexsîyeta xwe tecrûbeyên baş û nebaş pêşkeşî derdora xwe dikin.
Bûyereka ku li mirovekî qewimîye çiqas wext li ser re derbaz dibe bila bibe bi şiklekî li ba şexsîyeta wî kesî rêçê bi dû xwe dihêle. Dema mirov mîna xalîçekî bidin ber çavên, ew bûyera li wî mirovî qewimîye jî mîna biskek ji wê xalîçeyê ye. Dibe ku ew biska belî be, an jî ne belî be. Lê ew parçeyekî xalîçeyê ye. Ew bûyera ku di jîyana mirov de li wî qewimîye parçeyekî kesayeta wî ye; ew pê bihese jî, nehese jî. Va ji bo tiştên ku ji me re aşîkarên, em pê hesîyane wusa ye; ji bona tiştên ku pê nehesîyane, yanê yên ji me re binehişin/bineşiûrin jî wusa ye.
Mirovên zana û xwedî mesûlîyet dixwezin ku rastîya jîyana xwe bihesin. Lê çiqas bidin dû vê heqîqetê jî zû û dereng rastî sînorekî tên. Di wî sînorî wê de teqat namîne. Wexta mirov bixweze wî sînorî derbaz bibe û pir zorê bide xwe ewê dîn bibe. Ji ber ku ew xwesteka derî teqata wî ye. Mirov dikare ji bo wî sînorî  ji xwe re îzahatekê bîne û teslîmî wê bibe. Ew îzahat û teslîmîyet gor bawerî û nêrînên mirovan curecur in. Ya girîng/muhîm navkirina îzahatê nîne. Ya girîng gor wê îzahatê hewldana domandina jîyanê ye.
Mirov çiqas gor îzahat û teslîmîyeta xwe hewlda û jîyana xwe domand weqas heqîqeta jîyana wî ji wî re aşîkar dibe. Ew nuxteyek li ser wî sînorî ye. Mirov çiqas berê xwe da wê nuxteyê û berwî wê hewlda weqas hajî jîyana xwe dibe.
Ew nuxte mîna miqnatîsê/hesinkêşê xwedî qadekê ye. Jîyana di navbera wê qadê de jîyanek bi hereket û bi zehmet e. Lê qasî hereket û zehmetîya xwe xweş û delale jî. Li serê erdê tu tişt bê zehmet nîne. Nanê di devê mirov de heyan neyê cûyandin, nayê daqulandin jî. Lomaye ku mirov dikare bibêje ku jîyan hewldan e.

Stuttgart, 20.06.2012, çarşem.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen