Mittwoch, 23. Mai 2012

Macereya/Serenceya Mina Bi Kurdî Re



Ez jî mîna hemû kurdên di Tirkîyê de mezin bû ne, tenê li mal de hînî zimanê xwe yî zikmakî bûm. Heyan neçûm dibistanê/mektebê jî min tirkî nedizanî. Wê demê hîn tirkî di nav kurdan de weqas belav nebû û televîzyon jî tunebûn. Em di nav sinorên devleta tirk de kurdîstanîya xwe dijîyan.Tiştekî me û devletê li hev nediket. Devlet ji bona me tenê jendirmeyên carna dihat gund bûn. Ew jî ji bo me zarokan ne xem bû.
Bi destpêkirina mektebê çîroka me ya tirk û tirkî jî dest pê kir. Roja yekemîna mektebê nayê bîra min. Yê tê bîra min ewe ku, hîn bûna herfên/tîpên latinî û hîn bûna zimanê tirkî bi hev re bû. Me bi tirkî nivisandin û axaftin li hev re hîn kir. Em xwendinê jî bîra xwe nekin. Dema mirov hînî nivisandinê bû hînî xwendinê jî dibe.
Mîna hemû zimanên zikmakî em jî li mal de hînî zimanê xwe yê zikmakî bûn. Di derbarê giringîya zimanê zikmakî de pir tişt dikarin werin gotin. Ji xwe perwerdekar/pedegog û psîkolog bi salanin di vî warî de pir tiştan dibêjin û dinivisînin. Zimanê zikmakî ne tenê ziman e. Ew çavkanîya, an jî em bibêjin bîra ramanên, hesteyên/hîsên, nêrînên, rexneyên, rabûn û runiştinên mirov e. Dema zimanê zikmakî baş nehat hîn bûn her dem alîyek mirov vala dimîne. Em hemû kurd vê kêmasîyê dikşînin. Kurdên ku bibêjin: “Na em vê kêmasîyê nakşînin”. Qinaeta min kêmasîyên wan ên din hene ku hajîya vê kêmasîyê nin in.
Belê! Mîna pirahîya kurdan zêmanê minî zikmakî jî zimanekî têra jîyana me ya gundîtî dikir bû. Der û dora me gund, mirovên ku ji wan re pêvendîyên me hebûn gundî. Di serî de dê û bavên me, kalik û pîrikên me, ap û metên me, heval û hogirên me hemu gundî bûn. Me va zimana ji wan hîn kir. Wan jî qasî zanîna xwe ji me dan hîn kirin. Di vanî de çewtîyek jî tune bû. Çewtî bi pêvendîyên me yên bi tirkî re derketin ortê/holê. Raste, mielîmên/mamosteyên me kurd bûn, lê mêjoyên wan tirk. Bi rastî mêjoyên wan çiqas tirk bû wî jî nizanim. Mêjoyek bi destê zor û zilmê were kedî kirin çiqas dikare bibe tirk, kurd an jî tiştekî din? Demekî dû re mêjoyê me jî şolî bû. Em bi navê perwerdeyê dihatin kedî kirin. Heywanekî vehşî çer tê kedî kirin em jî wer dihatin kedî kirin. Çi yên me hebûn xirab bûn, ger me ew terk bikira. Çê yên wan jî hebûn ger me bigirta, ew hemû baş bûn. Di navbera herro û merro de em hatin û çûn. Hinekên me bûn herro, hinekên me jî bûn merro. Lê hinekên me jî qet nebûn tiştek. Qet tiştek nebûn jî dibû ku bihatana qebûl kirin. Lê em bi wê jî neman. Hinekên me bûn bela. Bûn belayên destên dijmin, bûn belaya malbatên xwe, bûn belaya serên xwe.
Zilm û zor tiştekî wusaye ku di cîhekî de nasekine. Her dem ji xwe re belayekî digere. Dema tu bela nedît dibe bela serê xwe. Mîna agir e. Bi xwe dişewite, tiştên der û dora xwe jî dişewitîne. Barê agir bi xwe pak e, bi şewatê qilêr û gemarê jî dişewitîne, her tiştî pak dike. Lê zilm û zor ne wusa ye. Bi xwe qilêr û gemar e, xwe bigîhîne ku wê derê jî diherimîne.
Hêrê hevalno! Çîroka min wusa dest pê kir. Bi destpêkirina mektebê re ez jî bûn xwendekar, xwendekarê ziman û çandîya tirk. Mekteba/dibistana seretayî, mekteba navîn, lîse û unîversîte/zanîngeh. Her sal tirkîya min pêşve çû û kurdîya min şuve ket. Lê min mîna hinekan kurdî bîr nekir. Nizam zimanê zikmakî çer tê bîr kirin? Min tu carî negot ku min kurdî bîr kirî ye. Min di xeyalên xwe de her dem kurdî zindî hişt. Gor îmkanên xwe her dem kelîmeyên xwe yên tirkî û kurdî dan ber hev. Lê kelîmeyên min ên kurdî her dem nedikarin têra min bikin. Her roj bi xwendin, bi beyîvandin û bi guhdarî kirinê hînî kelîmeyên tîrkîyên nû dibûn. Kelîmeyên min ên kurdî nehatana bîr kirin jî zêde nedibûn. Ji bona hîn bûna kelîmeyên kurdî yên nû îmkanên me jî tunebûn. Îmkanên hebûn jî ji me re hatibûn qutkirin. Em ji alîyê zordestan ve hatibûn dorpeçkirin.
Dû re ez pê hesîyam ku tirk jî di alîyê rejîma kemalîst ve hatîne dorpeçkirin. Ew jî li pir tiştên wan ên berê re tên şermezar kirin. Lê dîsa jî di navbera me û wan de pir ferq hebûn. Herî ferqa mezin jî ewa bû: Em di binî ve dihatin şermezar kirin. Ji me di her alî de înkar kirin dihat xwestin. Ew pir an jî hindik tiştên xwe yên berê re dihatin şermezar kirin. Ji wan terk kirin dihat xwestin. Tahribata înkar kirin û terk kirinê di jîyana derûnî de ne mîna hev in.
Rejîma kemalîst ser navê tirk bûnê pê çi xwe dipesand,di kurdîtîya me de ew ji me re qedexe dikir.Ji me kurdan li ser navê kurdetîyê çi hebû înkar kirina wan hemûyan dixwest û ew didan ber me. Em belkê dereng pê hesîyan; lê me dît ku di pir waran de di vî warî de ferqeq mezin di navbera kemalîst û ne kemalîstan de tune ye. Yek dibêje heqekî we yê wusa tune ye, yê din jî dibêjin edî wexta xwestina heqekî wusa nîne. An jî bidin bi dû me, bibin mîna me, dû re ewê herî tişt serrast bibe.
Ew bi xapandinê, em jî xapînê têr nebûn. Her tişt jî gor xwestin û kirina mirovan derbaz nabe. Rastî dikare demekî were vêşartin, lê nikare were îmha kirin. Zû û dereng dîsa xwe nîşan dide. Mirov jê dihese, an nahese; dibîne, an nabîne. Ew jî mijarek din e.
Ez dîsa vegerim xwe û zimanê xwe yê zikmakî. Sal 1989, meh îlon e. Bi salan e berên me dane rojavayê, me jî ew wusa dîtî ye. Em wusa qebûl nekin jî, hal û hereketên me wî wusa salix didin. Ez êdî li Elmanyê me. Kurdî, tirkî, hinekî erebî û ingilizî. Îcar jî dor dora zimanê elmanî ye. Dest bi kursa elmanî dikim. Hêdî hêdî elmanî pêşve diçe. Erebî xwe hatîye bîr kirin, hêdî hêdî îngîlîzî jî tê bîr kirin. Çend mehan şûve yekî filistînî re dixwezim bi îngilizî biaxifim, kelîmeyên elmanî ji devê min derdikevin. Êdî şûna îngilizî elmanî girtî ye.
Mirov bi hîn bûna zimanekî re karket, dibe ku bi fergengan re jî karbikeve. Carna jî bê fergeng mecbûre ku di mêjoyê xwe de tercume bike. Kelîmeya elmanî didim ber xwe, gelo mana wê çîye? Wexta bizanim, pêşîyê mana wî ya kurdî tê bîra min. Bi xwe jî eceb dimînim. Va çer dibe? Demek dirêj e ku bi tirkî diaxifim, dixwînim û dinivisînim. Çima pêş kelîmeyên tirkî yên kurdî tên bîra min? Di vî warî de zinditîya zimanê zikmakî dihesim.
Êdî li min aşîkar dibe ku ez vî zimanî terk bikim jî ew min terk nake. Kitabek di derheqê rêzimanê/giramera kurdî de pêda dikim. Di alîyekî de hinî zimanî elmanî, di alîyekî de jî hinî xwendin û nivisandina kurdî dibim. Ew macereya/serenceya min hîn jî berdewam e.

Stuttgart, 23.05.2012, çarşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen