Donnerstag, 19. Januar 2012

Ez û Zimanê Kurdî

Di çîrokek kilasîk de tê gotin ku welîyekî Xwedê û jinek wî hebû ne. Ew welî ya rojekî xewnekê dibîne. Di xewnê de jê re tê gotin ku: “Ewê di demek nêzik de baranek bi hêz bibare. Her der ber ava wê baranê bikeve. Ew kesên ku ji kanîyên ku ava wê baranê tevûhev bûne avê vebixwin ewê dîn bibin.”
Mirov bang jina xwe dike û xewna xwe jê re dibêje. Herdû hev re qerar didin ku pêş baranê hemû fere û folên xwe yên li malê tujî av bikin. Wê qerara xwe jî tînin cîh.
Bi rastî jî çend rojan şuve baran dibare. Hêdî hêdî mirovên gund ku ji ava kanîyan vedixun dîn dibin. Di demek kin de êdî di wê heremê de kesên baqil namînin. Ji ber ku însan xwe û kesên mîna xwe baqil dihesibînin û di derheqa kesên din de xwe pîvan digirin, êdî di wê heremê de tenê ew welîyê Xwedê û jina wî dîn tên hesibandin, her çiqas bi rastî tenê ew baqil bimînin jî.
Jîyana cîwakî tenê bi du mirovan nameşe. Lê wezîyet bi dîn bûn û baqil mayînê jî namîne. Herdu bixwezin jî nexwezin jî tekîlîya xwe ya cîwakî didomînin. Lê êdî dîntîya cîwakê ji bona cîvakê bûye pîvan. Di cîwakê de ew mirova û jina wî miameleya dîntî yê dibînin.
Di serî de ewna guh nadin gotinên wan. Dizanin ku bi rastî ew ne dînin. Roj bi roj ava wana ku baran neketîya nav kêm bibe jî, hîn ewê demekî din qîma wan bike. Her ku roj derbaz dibin dunya ji wan re teng dibe. Mirov rojekî dîsa bang jina xwe dike û jê re dibêje: „Ma jinik, fikrê te çîye? Ez û te dizanin ku yên dîn ne em in. Bi rastî ew kesên ku ji me re dîn dibêjin bi xwe dînin. Feqet bi vî avayî roj bi roj jîyana cîwakî ji me re zehmettir dibe. Ma emê heyan ava me heye vî halî xwe bidomînin, an em jî dest bi vexwarina ava kanîyê bikin û vê zehmeta cîwakî xilas bibin?
Bersiva jinê wusa ye: „Tu rast dibêjî mêrik, dema dixwezî ezê herim kanîyê beroşek av bînim. Em jî ji wê avê vebixwin û mîna kesên din bibin.“
Gor rîvayetê ew jî ji wê avê vedixwin û mîna wan dibin.
Min çima va çîroka nivisand? Bi rastî ji bona tarif kirina tekîlîya xwe ya ji axaftin, xwendin û nivisandina bi zimanê kurdî re.
Ez jî mîna piranîya kurdên bakûr, dema zaroktîya xwe de di dibistana tirkan de hinî zimanê tirkî bûm. Her ku xwendekarîya mina dibistanên tirk pêştve çû, zimanê tirkî jî hêdî hêdî bû zimanê minê rojê. Kitab, kovar û rojnameyên me dixwendin jî tenê yên bi tirkî bûn. Lê wê demê îmkanên me yên çapemenîyên kurdî destxistin û xwendin jî qet tune bû.
Di jîyana xwe de cara yekemîn kitaba bi kurdî min mewlûda kurdî ditî bû. Lê ew jî bi herfên qur’anê/erebî hatibûn nivisandin. Dîya min ji min re çend caran ji wan pelên mewlûdê xwendî bû, lê min bi xwe nedizanî bixwînim. Dû re xelat di tê de tune be, di sala 1971 de kîtabek piçuk a kurdî ya bi herfên latînî hatibû nivisandin di mala me de dest min ket. Ez hîn nû hinî xwendina tirkî bibûm û min nedikanîya wê kitaba kurdî bixwînim. Di kitabê de hinek herfên mina w, x, î, ê,û hebûn û min nedizanî ku ew çer tên xwendin. Ji ber tirsa eskerên tirk ew kitaba hat wendakirin.
Di sala 1985 de di Stembolê kopîya çend rûpelên kitabek çîrokên kurdî ket destê min. Çîrok alîyên Osman Sebrî û mirovekî fransizî hatibûn komkirin û bi herfîn latînî hatibûn weşandin. Ew rûpelana çend rojan ji min re bibûn çavkanîya hinbûna zimanê minê zikmakî. Lê ew jî li wir ma. Feqet min bi xwe di xeyalên xwe da tu carî tekîlîya xwe bi kurdî re qut nekir. Kelîme û gotinên tirkîyên ku min dikanîya wergerînim kurdî di mêjoyên min de her dem dihatin û diçûn. Vanî kurdîya mina zaroktîyê li her demê ba min zindî hişt.
Sal derbaz bûn, roj hat min xwe li Elmanyê dît. Ji ber ku me berê xwe carê dabû rojavayê, an jî berê me carê di alîyê rojavayê de hatibû dayîn. Dema min dest hinbûna zimanê elmanî kir, xwestina min a hinbûna xwendin û nivisandina kurdî jî serî hil da. Di sala 1992 an de weşandina kovara Nûbiharê ji min re bû dibistana zimanê kurdî. Nivisandina min a yekemîna bi kurdî jî kovara Nûbiharê re bû.
Ji ber ku li Tirkîyê ji me re pir tişt qedexe bûn, min wer dizanî bû ku dema îmkanên me hebin emê pir xwestin û armancên xwe re karbikevin û wan ava bikin. Îmkanên me yên madîyên li ewrûpayê di vî alî da şaşitîya texmînên min derxistin holê. Dû re derketina înternetê û îmkanên wî yên di alîyên zimanê kurdî de jî eva realîta perçîn kir. Kurdên ku giringîya bi kurdî axifandin, xwendin û nivisandin dihanîn ziman, hîn jî bi xwe tirkî diaxifîyan, dixwendin û dinivisandin. Lomaye ku bi salane di navbera kurdên ku ez nasdikim bi kurdî nivisandin tiştekî îstisna ye.  Dema li ser pirsgirekê hat axifandin ewna pir tiştên balkêş bilêvdikin, lê di jîyana xwe de dîsa jî ber pêla tirkî ketine û diçin. Ez bi xwe hemberî zimanê tirkî ninim. Ger em bi tirkî jî binivsînin û bixwînin. Bi rastî hinek tişt di şert û şûrtên îroj de bê tirkî jî nabin. Lê ger em tekilîya xwe kurdî re jî nebirin.
Heyan dest min tê dixwezim ku ji hemû zimanên ku dizanim re tekîlîya xwe pêştve bibim. Di warê ziman de gotinek tirkî yê baş heye. Tê gotinê ku “Her ziman mirovek e, mirov çend zimanan bizane weqas mirov e.” Lê em kurd zimanên xwe yê zikmakî heyan dest me bê dixwezin bîr bikin. Hela nivisandin û xwendina zimanê kurdî tiştekî fuzûlî dibînin. Va çima wusa ye?
Niha çîrokê bînin bîra xwe. Xema kesî nine, her kes ava kanîyê vedixwe û netîca wî nanêre. Carna bi xwe re dibêjim: Ma keko derdê min çî ye? Ez çima di dû vî zimanê bê xwedî ketime û ji xwe weqas di tengasîyê da hîs dikim. Her kes dîn e, ez tenê baqil im û hwd?
Bi rastî ez nikanim ji vî zimanî dest berbidim. Ji ber ku ew zimanê minê zikmakîye û pir hîs û xeyalên min girêdayîyê vî zimanî ne. Dema ez ji vî zimanî dest berbidim, ger ez va hîs û xeyalên xwe jî bîr bikim. Ew jî ji bona min ne mumkîn e. Dema di jîyana min de kurdî tunebe ewê ji min re kêmasîyek be û ji min re bibe tengasîyek mezin. Ji ber ku ew ji min parçeyek e, parçeyek jîyana min, parçeyek kesayeta/şexsîyeta min. Naxwezim ji xwe parçeyekê bavêjim û nikanim jî wusa bikim. Le mîna her kesî ez jî dixwezim ku ji xwe re hevalan bibînim. Mirov di warekî de çiqas zêde xwedî heval be, weqas zêde jî kêfxweş dibe.
Di warê zimanê kurdî de pir kêm bin jî hinek kes bi qelem û gazîyên xwe ji min re hevaltîyê dikin. Di tenêtîya min de, ji min re dipisînin û dibêjên: “Em jî mîna te li vir in.” Ew pispisandina wan ji min re dibe çavkanîya domandina dîntîya min.
Mirov dîn be jî naxweze tenê dîn bimîne, dixweze hîn dînê wek xwe jî bibîne. Herê hevalno, carna bi dîntîya xwe ji min re alîkarîyê bikin, belav bikin tenêtîya min. 

Gulan/Pûşper 2007

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen