Mittwoch, 18. Januar 2012

Bîranîyên min ên zaroktîyê / Zivistan

Îsal di çileyê zivistanê de zarok hesretîya berfê dikişînin. Hewa sayî, ezman dibiriqin. Tiricên rojê di nav gulîyên daran de xwe digihînin pencira min, li ser dîwarê oda min de sîya darê bê ber û pel dineqşînin. Di alîyekî de bîranîyên min ên zaroktîyê, di alîyekî de jî va halê ber çavan xeyalên min mîna çimçolek dibin wî alî û tînin vî alî.
Zaroktîya mina li Kurdîstanê di gundekî piçuk de derbaz bû. Alîyekê wê bi kêf û zewqa zaroktîyê, alîyekê wê jî bi derd û kulên wê demê di nav mêjoyê serê min de xwe mîna roj û şev didin ber hev. Ji ber ku demsal zivistan e, niha zêdetir rojên zivistanê li ber çavên min re derbaz dibin. Dixwezim niha van xeyal û bîranînên xwe pêşkeşî we xwendewanên delal bikim.
Dema berfê lê dikir, di alîyekî de xof, di alîyekî de jî kêfxweşî peyda dibû di dilê me de. Xofa li ber girtina rê û dirban, xofa li ber tirsa gur û cinawêran, xofa li ber çetinîya rojên bi sar û seqem û hwd. Kêfxaşîya me ya ji lîstîka di berfê de bi berfê re, lîstika me ya li ser xanîyan. Kêfxaşîya guhdarîkirina deng û bengên nêçîrvanên dora gund û hwd.
Nêçîrvanan rêfên kewan ra dikirin û di bidû wan diketin. Dema hewa hinekî xweş û berf jî nerm bûna pişt yêk-dû firan perên kewan şil dibûn, nedikarîn êdî bifirin. Neçîrvanan ew bi destan xweşî pê digirtin, dikirin paşîla xwe û bi xweşî dihanîn mal. Kewê gozelên ku nîkil û ling sor. Dema li malê de qefes hebûna ew kewana sax dikirin qefesan. Ji bona me zarokan temaşekirina kewên di qefesê de mîna şahîyekê bû. Tu nizanî ku em çiqas kêfxweş dibun, dema kewan nanê ku me bi destê xwe dida ber  nîkila wan kut bikirin¸êdî dinya yê me bû.
Pişta hemû xanîyên li gund bi xwelîyê hatibûn girtin; ne mîna îroj sac ne jî kiremît hebûn. Tenê pişta mekteba/dibistana gund bi sac hatibû girtin. Loma dema berf dibarî ger di serê sibê de pişta xanîyan ji berfê bihatana pakkirin. Bi kurtman berf dihatin rêşkirin û di sivîngên xanî de dikirin xar. Carna berfê lê dikir û bi saetan, carna jî bi rojan berdewam dikir. Wê çaxê di rojê de du-sê caran pişta xanî dihat pakkirinê ku giranî zêdetir neyê ser kêran û cisiran.
Ger carna pişta xanî bihatana luqkirinê ku dilopan neke. Luq ji keviren reş ê pirxonek dihatin çêkirin. Luq çiqas giran bûna weqas baş bû. Ji ber ku luqê giran baştir pişta xanîyan didewisand ku pişta xanî kêmtir dilop bike. Giranîya wî ji bona cisir û kêranan ger tehluke jî pêda nekira. Yek jî bi luqê giran pişta xanî luqkirin ji bona mirov zehmet bû. Di serî de li pişta xanî ka ya hûr dihat reşandin ku luq sîyaxa pişta xanî ji xwe re ra neke. Dû re jî bi daloq luq li ser pişta xanî dihat gerandin. Daloq ji daran hatibû çêkirin. Herdû serên luq de korciken kur hatibûn çekirin. Herdû alîyên daluq ve jî ji bona va korcikana ji darê du guç hebûn. Va guçana diketin korcikan, serê doluq jî bi xapikekî an jî sirîtekî dihat şidandin ku guçên doluq ji luq nefilitin û luq di sivînga xanî de nekeve jêr. Dema luq di sivîngê de biketana, cardin hanîna wî ya li ser pişta xanî gelek zehmet bû. Tehlukeya şikandina luq jî hebû ku, di nîvê zivistanê de peydakirina luqekî din pir zahmet bû, carna jî nemumkîn bû.
Ji ber ku dîwarên xanîyan ji berf û baranan bên paraztin, pişta xanîyan ji her alîyekî ve qasî bostekî li ser dîwaran re derdiketin der. Me ji wan re sivîng digotin. Sivîng jî ger bihatana dewisandin ku avê bernedin dîwêr û bi xwe jî saxlem bimînin. Sivîng jî me bi şonik dikutan ku xwelîya li ser bidewise. Luqkirin karên mêran, sivîng bi şonikan kutandin jî karên me zarokan bû. Di dora pişta her xanîyeki an yek an jî du çirik hatibûn darxistin ku ava ku li ser pişta xanî ve diherike di çirikan de xwe berjêr bikerike.
Em zarok zivistanê tu car xijkirinê têr nedibûn. Cîhên berjêrên bê kevir û bê dar bona me xijonek bûn. Me xwe di jor de berdida heta jêr diçun. Lê ger em dîsa heyan jor hilbikişiyana ku carekî din xwe berdin jêr. Hilkişandina jor çiqas bi zehmet bûna jî, kêfxweşîya ku me xwe ji berjêr xijkirinê re digirt ew zehmetbûna me dida bîrkirin. Dema em êvarê bi kincên/cilên xwe yên şil û carna jî qelişandî dihatin mal pevçûna dê û bavên me ew kêfxweşîya me diherimand. Lê dora rojê em dîsan li serê xijonekê bûn.
Niha dinêrim ku zarokên me wextên xwe zêdetir ber televîzyon û kompîturan dibihurînin. Li vir, ba me, derî welat êdî berf jî nabare. Nizanim, zarokên gundên welêt niha zivistana xwe bi çi torê derbaz dikin.
18.01.2012, çarşem, Stuttgart

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen