Çîrok
û meselokên di zimanê Tirkî de li ser navê Xoce Nisreddîn tên pêşkeşkirin û
vegotin li hinek dewerên Kurdîstanê bi navê Mele Nisreddîn bên gotin jî di
çanda kurdî de zêdetir li ser navê Meleyê Meşhûr cîh digirin. Dixwezim di
destpêkê de di derheqê Mele Nisreddîn de hinek agahiyan bidim hev, dûra jî
çîrokek wî pêşkeşî we xwendevanên hêja bikim.
Her
çiqas tirk Xoce Nisreddîn mîna mirovekî tirk binasînin jî di vî warî da
agahiyên bingehî tunin. Mîna ku mirov nikare di sedî de sed bibêje Mewlana
Celaleddînê Rûmî tirk e, nikare di derheqê Xoce Nisreddîn de jî îdîayek wusa
bîne ziman. Çîrok û meselokên tirk bi navê Xoce Nisreddîn dizanin, li Çînê heta
Anatoliyê tên vegotin. Bi tirkiya rojane dibêjin Nasrettin Hoca, di cîhên ku
farisî tê axaftin (Îran, Efganîstan û Tacikîstan) de dibêjin Mollah Nasreddin
an jî Mola Nasroddin. Bi azerî Molla Nesreddîn tê gotin. Di Qazakîstanê dibêjin
Xoca Nasir. Îngûr dibêjin Efendî Nesîrîdîn, lewma çînî jî jê re Afantî dibêjin.[i]
Gorna
ku bajarê Akşehîra Konyayê ya bi navê Tirba Xoce Nesreddîn tê zanîn, ew li ser
agahiyên Ewliya Çelebî hatiye tesbîtkirin. Lê ev agahiyên Ewliya Çelebî ji aliyên rastî û nerastiyê de pir jî zanistî
nînin.[ii]
Dema
mirov tiştên ku di nav gel de yên bi navên Xoce Nisreddîn tên vegotin dinihêre,
pê dihese ku hemû gotin ji aliyên mirovekî ve nehatine gotin. Jiberku di
navbera wan de çewtî û nakokî derdikevin holê û hinek gotin gor deweran
diguherin. Lewma tê gotin ku di demê re li nav gelan de li ser navê Xoce Nisreddîn,
ango Melayê Meşhûr gotin hatine zêdekirin.[iii]
Niha
li jêr çîrokek wî ya meşhûr pêşkeşî we dikim:
Meleyê Meşhûr û Lawê Xwe!
Meleyê Meşhûr û lawé xwe rojekê tiştên xwe
yên firotinê li kerê xwe bardikin, diçin bazara
bajêr û difiroşin. Dû re gor hewceyiyên xwe tiştan dikirin, li kerê xwe
bardikin. Kerê barkirî didin pêşîya xwe û berê xwe didin rêya malê.
Di rê da çend mirov rastî wan tên. Piştî silav
dayînê re ew mirov ji hevûdin re wusa diaxifin:
- De ka ji xwe re
li van bêhişan binêrin, çi mirovên xêvik hene lo. Ker dane pêşiya xwe û ew bi
xwe bidû kerê re peyatî diçin. Fêm nakin ku li keré siyar/sîwar bibin.
Meleyê Meşhûr dema ku gotinên wan dibihîse,
hinekî aciz dibe û serê xwe dihejîne. Lê i ber xwe de wan hinekî mafdar jî
dibîne û jii lawê xwe re dibêje:
- Kurê
min, bi rastî camêr di gotin^n xwe de neheq nînin. Ka Kerê bide sekinandin û
emê lê siyar bibin.
Lawê wî kerê dide sekinandinê, bav û law bi
hev re li kerê siyar dibin û rêwîtiya xwe berdewam dikin/didomînin. Pir an hindik
diçin, dîsa rastî çend mirovan tên, silavê didin hev û derbas dibin. Bi
derbasbunê re ew jî ji hevûdin re dibêjin:
- Çiqas
mirovên bê însaf in, herdu bi hevra li kerê neçar siyar bûne. Ma mirov ji evdan
şerm nakin, ma ji Xwedê jî natirsin? Hewqas bê ujdanî nabe lo!
Melayê Meşhûr gotina wan jî dibihîse. Bi
dilekî şikestî û bi hestên sûcdarî bi awayek şermok ji lawê xwe re dibêje:
- Kurê
min, tu dikarî ji kerê peya bibî û peyatî li pey me bimeşî? Ciwanmêr jî
rast dibêjin. Ker guneh e, dibê ku heywan ji barê xwe yê giran westiya be.
Lawê Xoce ji kerê peya dibe. Xoce bi siyarî,
lawê wî bi peyatî di rê li pey hev de dimeşin. Wextekî şunda dîsa rastî çend
mirovan tên. Piştî silav dayîn û girtinê re, ji wan kesan yek hevalên xwe re
dibêje:
- Ev mirov
çiqas bê însaf e û ji temenê xwe jî şerm nake. Bixwe li kerê siyar bûye û ev
zarokê belangaz jî peyatî dû kerê hiştî ye.
Meleyê Meşhûr ji gotinên rêwiyan dîsa aciz
dibe. Piştî demek kin ew bi xwe ji kerê peya dibe. Lê bi hişekî tevlihev û
bi sed pirsên bê bersiv, lawé xwe li kerê siyar dike. Dû ra di ber xwe de bixwe
ji xwe re dibêje:
- Ez
hêvîdarim ku êdî kes di rê de rastî me nebe. Ez êdî naxwezim îro lome û rexneyekê
din bibihîsim.
Bav û law rêya xwe didomînin. Rêya wank in,mal
jî êdî nêzik bûye. Mele hinekî kêfa xwe tîne û bi wê kêfê re dikeve nava xewn û
xeyalan. Law ji dûr ve dibîne ku çend kes ber bi wan ve tên. Ji nişkava diqêrê
û ji bavê xwe re dibêje:
- Bavo, bavo
çend kesên din dîsa bervî me tên!
Mele weke ku biroşek ava cemidî li serê wî de
birijînin hevdiceniqe. Ne rêyekê din dibîne, ne jî dikare rêya xwe biguherîne. Di
dema rasthatinê de, piştî silav dayinê re ji wan mirovan yek dibêje:
- Ev xort
çiqas bê çav û bê rû ye. Bi xwe li kerê siyar bûye, bavê wî yê kal peya ye. Ev
elemetên qiyametê ne. Xweda dawiya me bi xêr bike!
Melayê Meşhûr edî nikare xwe bigire. Weke di
rojekê de çar demsalan bije, hişê wî bêtir tevlihev dibe. Hinekî berxwe dide û
li ser van bûyerên ku li wan qewimîne ji kurê xwe re çend şîretên buhagiran tîne
ziman. Li ser aliyê lawê xwe ve dizivire û van şîretan dike:
- Kuré
min, te bi xwe jî dît, di demeke kin de çi hat serê me! Mîna ku mezinên me
gotin e „Devê xelkê doxîna mirov nîne ku mirov bi hesanî bigire“. Tu çi bikî jî
nikarî hemû mirovan razî bikî. Her kes gor xwe dikare di gotin û kirinên te de
kêmasiyekê bibîne û rexneyên xwe diyar bike.
Lawê min, tu hertim li dilê xwe guhdarî bike û gor daxweza dilê xwe
tevbigere. Bese ku dilê te ji tevgera te razî be!
Berhevker: Hesen Polat, 11.11.2018, Stuttgart
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen