Montag, 22. Januar 2018

Narsîsîzm

Dixwezim di vê nivîsa xwe de li ser mijarek derûnînas/psîkolojîk bisekinim, ji xwendevanan re hinek agahdariyan pêșkeș bikim. Her kes di warê pisporiya xwe de binivîsîne û biweșîne di demek kin de dikare zimanê kurdî bi pêșketinek bedew di rojaneya me de û di warê zanahiyê de cîhê xwe bistîne. Nivîsen di înternetê de parçe parçe hatibûn weșandin[i] ji bo vê nivîsa min bûn alîkar. Hêvîdarim ku va nivîsa min jî bo hinek nivîsên baștir bibe alîkar.
Narsîsîzm di nav nexweșîyên derûnînas de xwedî cîhekî girîng e. Gor hinek pisporan di sedsala 20an de vir ve bêtir li serê erdê belav dibe[ii]. Jiberku çand û civakên nûjen bêtir nișitên narsisizme baș dihesibînin û bi raya medyayê mirovên narsîsîst mîna nimûne pêșkeș dikin.
Di warê çandî û civakî de mirov dikare narsîsîzme mîna ji holê rabûna însaniyetê bibîne. Hinek pispor,[iii] mînak Erich Fromm, narsîsizmê ne tenê ji bo kesan ji bo civakan jî bilêvdikin.  Gor nêrîna wan civakên ji bo kêf û zewqa xwe li serê erdê xirabiyê dardixin civakên narsisist in. Têkçûna xezayê û rewșxirabiya kesên din ji bo wan ne xem e. Li ba civakên wusa dewlemendî li pêș hîkmetê ye, meșhûrbûn li pêș șerefê ye, serkeftin li pêș rûmetê ye. Di civakên narsîsîst de exlaq û rûmet pir bala kesî nakișîne.
Narsîsîzm navê têkçûnek kesayetiye û ji zimanê grekî/yewnanî yê kevn hatiye girtin. Bi peyvî te wateya „ji xwe hezkirin“ ê. Wateya peyîvê ya rojane ji xwe hezkirin û ji xwe heyranbûn e. Dibe ku tenê xwe hezkirin ne tiștek nerênî be. Lê va nișêt pir bandorên nerênî li ser pêwendiyên di navbera kesên narsîsîst û kesên bi wî re tekiliyê de ne dike.  Narsîsîst xwe pir bihagiran û girîng dihesibîne, qet ji rexneyan razî nabe. Dixweze ku her kes gor dîtin û xwestina wî ji wî re tevbigere, her kes qîmetê bide wî. Lê ew bi xwe qîmetê nade kesekî. Ango bi kurdî mirov dikare kesên wusa bi peyva „mirovên xweperest“ nav bike.
Narsîsîzm bi rastî têkçûnek kesayetiyê pir kûr e. Mirovên narsîsîst her dem xwe pêștve digirin, pir zêde ez dibêjin/eznavendparêz in, xwe pir qurre dikin, pozbilind in, bi kibir/nefsmezin in, nimayîșkar in, xwe pir diecibînin/heyranên xwe ne, xwe pir bedew dibînin. Mirovên narsîsîst dixwezin her dem serkeftin bên dîtin, lewma xwe zêdetir bilind digirin û kesên din bêrûmet dikin, ji bo balkișandina li ser xwe her tiștên ji destên wan tên dikin, dixwezin her tim werin teqdîrkirin û pesandin. Xwe pir biaqil, zîrek, jêhatî û bijartî dihesibînin. Lê bi rastî ne wusa ne.
Narsîsîst bi xwe hewcî nabîne ku hember kesên derûdora xwe re baș tevbigere, lê bi xwe layîqê tevgerên herî baș dibînin û ji bo xwe benda tevgerên herî baș in. Dema nehat hesabên wan dikarin herkesî cîh bihêlînin û biçin. Tevgera wan a hember kesên din mêtingehkar, bi dalavêre û bêbextî ye. Li hember kesên derî xwe bê ruh û bê hest in. Li ser pișta kesên din dixwezin xwe birûmet û serbilind bikin. Qet naxwezin ji serbilindî û birûmetiya wan re leke were. Ji bo daxwezin xwe pir ezperest/egoist in û herkesî dikarin ji bo armancên xwe karbînin, îstîsmar bikin. Bi xwe ji ber van kirinên xwe yên nerênî qet xemgîn nînin, kesên derûdora xwe dikarin pir asan piçûk bixînin. Hember kêsên gor xwestinên wan tevnagerin dikarin pir zû çavnebar/hesûd û stemkar bibin.
Pir caran ji aliyên mirovan de bixwebawerbûn û narsîsîstbûn tên linavhevxistin. Cudahiya herî mezin, mirovên bixwebawer bi kirinên xwe bixwebawertî peyda kirine, yên narsîsîst xwe bixwebawer nîșan didin lê bi rastî di jiyana xwe de ji bo bixwebawerbûnê tișt nekirine.
Li ser sedema derketina vê nexweșiyê curecûr tișt tên gotin. Zêdetir sedemên biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk tên bilêvkirin. Her gotin xwedî rastiyên xwe ne. Hinek tișt hene ku genetîk in û mirov nikare bo guhertinên wan pir tișt bike. Lê hinek sedem ji aliyên malbat û civaka mirov di tê de tê dunê û mezin dibe derdikevin holê û li ser mirovan tesîr dikin. Tê zanîn ku șert û șurtên mirov di tê de mezin bûne û tevgera malbatê ya hember zarokan li ser gihîştina/kemilandina mirov xwedî rolên mezin in. Dema zarok di piçûktiyê de ji aliyên mezinan ve pir bên alosî kirin, ew kes zêdetir dibin xwediyê aliyên narsîsîst. Ango șêwaza perwerdiyê li ser derketina keseyeta narsîsîst rolek mezin dilihîze.
Gor lêkolînek li ser zêde musamahakariya dêûbavan nîșan dide ku narsîsîstbûna zarokan bi pir musamahayê bêtir tên  teșvîk kirin[iv]. Gor nêrina nivîskarên vê pirtûkê pesandinek bêserûbin mirovan dike narsîsîst û bisernekitîbûnê ji xwe re tîne. Lewma ew çend salixdanan[v] didin dêûbavan ku zarokên xwe li hember narsîsîstiyê biparêzin:
  • Bikarin bibêjin na û jê re biryardar bin.
  • Zêde desthilatdariyê/selahiyetê nedin zarokên xwe.
  • Bi zarokên xwe re axaftina we ya di derbarê pêșbazî û serfirazbûnê de miqayetî gotinên xwe bibin.
  • Heta tiștek ji bo pesandina zarokan neqewimiye wan nepesînin.
Pir caran ji bona serkeftina zarokan pesandin tê salixdan. Di vir de çewtî pesandinek bê kirin e. Dema zarok bi keda xwe tiștekî bike û sernekevî jî dibe xwedî tecrûbe. Rexne jî pesandin jî ger bêser û bêbin nebe. Șașitiyek jî ewe ku pir caran hezkirin û pesandin linavhev tên xistin. Ger dêûbav hezkirina xwe her dem nîșanîn zarokên xwe bidin ku zarok ji aliyê derûnî de xwe pêștve bixin, keseyeta xwe bikemilînin. Hezkirin pêwendiyên di navbera mirovan xurttir dike û wan nêzikî hevûdin dike.
Van herdu pispor di kitêba xwe de ji bo zêdebûna narsîsîzmê di aliyekî de balê dikișînin li ser tevgera dêûbavan ên bi zarokan re, lê aliyê din de jî dizanin ku va tek sedem nîne. Ew van sedeman bi kurtayî wusa tînin ziman.
„Di van demên nûjen de narsîsîstî bi van pênc sedeman belav dibe: Girînghesibandina ji xwe heyranbûnê, ji gor daxwaza zorakan tevgertina dêûbavan, bi teșvîka medyayê ji xwe re nimûne girtina mirovên meșhûr, li ser înternetê derfeta xwe gor kêfa dilê xwe pêșkeșkirinê û bi asanî ji bankan pere, ango dên sitandin[vi].“
Mirovên narsîsîst hertim bêtir ji bo xwe dixwezin û pir kêm bala xwe didin xwestin û hewciyên derûdora xwe. Pêwendiyên wan zêdetir sexte ne û gor berjewendiyên wan xwe zûbizû diguherin. Ji bo menfeetên xwe pir rehet dikarin mirovan berbidinhev û ji wan dûrbikevin. Bi xwe hayjê tevgerên xwe yên nerênî û zerardayina derûdora xwe nînin. Bêtir ger kesên ji wan re têkiliyê de ne xwe ji wan biparêzên. Di derheqê vê nexweșiya narsîsîzmê de agahdarbûn derfeta di wextê de ji wan haydarbûnê dide mirov ku ew bikarin xwe ji wan biparêzin. Lê dîsan jî ji wan haydarbûn pir jî hêsan nîne, hewcedariyê pêvazoyek dirêj e.
Mirovên narsîsîst bêtir li ber sedemên din, pir caran jî li ber sedema depresiyonê  terin li ser doxtoran. Tevgera wan û rastiya jiyana wan ne mîna hev in. Ew bêtir xwedî dinyayek bi xeyal in. Lewma di vê dinya xwe ya nerast de pir zêde wext derbaz dikin, pir derfetên xwe yên maddî û manevî heba dikin. Ji ber têkçûna jiyana xwe ên xeyalî û ya civakî dikevin depresyonê. Doxtoran bêtir psîkolog dikarin bi psîkoterapiyê ji wan re alîkariyê bikin.
Herçiqas hevpariyên mirovan zêdetir bin jî jiyana nûjen bala mirovan bêtir dikișîne li ser teybetiyên wan. Dema mirov xwe teybet dît zêdetir cudayiyên xwe digire ber çavan. Va jî bo aliyên narsîsîst nan û dew e.
Dema mirov bala xwe bide li ser hevpariyên mirovan, bêtir ji hestên wan dihese û xwe wan nêziktir dibîne. Bi vê nêzikbûnê qîmeta ji hev hezkirin û rûmetiyê derdikeve pêș. Lewma têkilî û pêwendiyên di çarçoveya derfetên bihevreyî bi însanan re ji bo narsîsîzmê derman e. Dema dêûbav hezkirina xwe ji zarokên xwe bidin nîșandin û di jiyanê de qedr û qîmeta rûmetiyê bilind bigirin zarok bêtir ji tiștên hevpar dihesin, ji narsîsîstiyê werin parastin.
Ji ber ku zû û dereng tiștên rast bandora xwe nîșan didin mirovên narsîsîst zû û dereng tûșî xirabiyên xwe dibin û çerxa nexweșiya xwe de dixeniqin. Însan mexlûqek/jiyandêrek civakî ye, bi bașbûn û nebașbûna xwe her dem bi mirovên derûdora xwe re di têkiliyek dualî de ye. Bêtir bin bandora civakê de be jî bi xwe jî li ser civakê xwedî bandor e.

Hesen Polat, Stuttgart, 19.01.2018, ênî



[ii] Jean M. Twenge ve W. Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti / Webaya Demsalê Nexweşiya Narsîsîzmê. Kaknüs Yayınları, Istanbul 2015.
[iv] Jean M. Twenge ve W. Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 118
[v] Jean M. Twenge ve W. Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 130-133
[vi] Jean M. Twenge ve W. Keith Campbell, (Tercüme: Özlem Korkmaz): Asrın Vebası Narsisizm İlleti. Kaknüs Yayınları, Istanbul 2015, rûpel: 366

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen