Mittwoch, 17. Januar 2018

Avakirina Malperê

Înternet di dawîya salên 1990 de ket jiyana min û hêdî hêdî zêdetir cîh girt. Di jiyana me de cihgirtina înternetê weqas pir bi hêz bû ku niha carna ji bo karên me yên rojane dibe tehdît jî. Jiber ku derî hemla xwe em pir wext jê re xercdikin û hinek karên xwe yên bingehî şuve dixînin. Lewma mezinên me gotine „Her tişt bi pîvan xweş e.“

Zimanê min ê zikmakî, ku kurdî ye bi destpêka dibistanê re hêdî hêdî ji aliyê zimanê tirkî ve hat dagirkirin. Bi hatina min a Elmanyê re min dest xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kir. Ango ji serê salên 1990’î virve xwendin û nivîsandina bi kurdî bû parçek hobiya min a bingehî. Ji bo berdewamiya hobiyan jî sedem lazim in. Dema mirov ji xwe re sedeman pêyda neke pir tişt dû demekê re qut dibin.

Ji bo bi kurdî nivîsandina xwe bidomînim di sala 2012 de, 17ê meha yekemîn min di înternetê de ji xwe re malperek blogê avakir. Ango şeş salin ez di vê malpera xwe de nivîsên xwe yên bi kurdî pêşkeşî xwendevanên xwe dikim. Her çiqas va tekoşîna min pir bala xwendevanan nekişîne jî ji bo min bû sedema berdewamkirina bi kurdî nivîsandinê. Va armanca herî yekemîna avakirina malperê bu. Di vî warî de gor nêrîna min gihîştim armanca xwe.

Dema mirov bi xwe qedr û qîmeta zimanê xwe nezane ewê tu kesên din jî nezanin. Ziman ne tenê alavek ji bo ragihandina di navbera mirovan e. Ziman kesayeta mirov, neynika ramanên mirov e jî. Hêvîdarim ku hêdî hêdî zêdetir kurd qedr û qîmeta zimanê xwe yên zikmakî bizanin. Bi rastî va tê wateya zanina qedr û qîmeta xwe jî. Fîlozofê Elman Martîn Heidegger dibêje „ziman mala mirov e.“ Sîstemên mêtingehkar mala me xirab kirin, em jî hêdî hêdî bi demê re hatin ser şopa wan. Gelê kurd roj bi roj zêdetir ziman û çanda xwe dûr dikeve û mala xwe bi xwe xirab dike.

Şukir ji Xwedê re ku malper ji min re bo destxistina  armancê rolek gelek girîng lihîst û ewê hîn jî bilihîze. Piştdayina we xwendevanan jî ji bo pêşketina min bibe hêzek girîng.


Stuttgart, 17.01.2018 / Çarşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen