Dienstag, 21. Juni 2016

Rojên Nûjen-III

Tespîtkirinek di cîh de tiștekî girîng e, lê bi serê xwe pirsgirêk û nakokîyan çareser nake. Dûv tespîtkirinê ger hewldan jî hebe. Hewldan jî ger bi cîh da be. Bi piștdayîna di navbera tespîtkirek û hewldanek bi cîh de gava herî balkêș tê havitin. Di vê çarçoveyê de naxwezim bala we bikșînim ser tiștekî nû. Bilakîs tiștê ku dixwezim bala we bikșînim li ser ji berê vir de tê zanîn û her dem bûye rêya serkeftinê. Jê re isûla îknabûnê tê gotin. Lê ber çi sedeme ye nizanim, demek dirêj e ku va isûla hatîye terkkirin. Haydarim ku di va rojên me yên nûjen de peyîva îknayê zêdetir tê gotin. Carek din bala xwe bidin peyîvên “îknabûn” û “îkna kirin”ê. Hûnê pê bihesin ku ferqek girîng di navbera wan de heye.
Dixwezim li vir di derheqê hinek ferqên di navbera va herdu peyîvan de bînim ziman. Dema mirov bixweze îkna bike; berê xwe li der e, dixweze kesên derî xwe îkna bike û di jîyana wan de gor xwestina xwe guhertinan peyda bike. Bi xwe naxweze biguhere, ji bo xwe guhertinên mirovên din dixweze. Lê di îknabûnê de berê mirov bi xwe ye, bi xwe re meșkûl e û guhertina xwe ji bona xwe dixweze. Dema mirov bi vanê bihese û gor wê îstiqameta xwe tayîn bike; wî gava xwe a mezin a yekemîn a ji bona parastina xwe ya li hember dezgehê zordaran havitî ye. Gavên din li ser vê rêçê berdewamkirina jîyanê ye. Û qest jî ji mucadeleyê va ye.
Sîstem û dezgeha dinyaya dagirgeh li ser îkna kirinê hatîye avakirin. Bala xwe bidinê; sîstema perwerdeyê, medya, çalakî, berhevdan, mode, reklam hwd. Herçiqas roja îroj bi dek û dafan qebûlkirin re îkna bê gotin jî, ew îknabûn nîne. Îknabûn bi dil û can qebûlkirin, ji bona pêkhatina wê hereket kirin û xwe berpirsîyar dîtin e. Bi rastî perwerdeya rast û dirust li ser îknabûnê hatîye damezrandin. Mirov bi tiștekî îkna bû, wî qebûl dike, hildigire û gor wî hereket dike. Dema nekarî wusa hereket bike jî dilê wî dișewite, ji bo carek din dest bi amedekirinê dike. Îknabûn û hereketên mirov çiqas ji hev nêzik bin dilê mirov jî weqas rehet, weqas xwe bi bawer, peydabûna xwestinên wî jî weqas mumkîn in. Wê demê hemû tehdît û tehlûkeyê li ser rêya mirov li ber çavên wî bê tesîr dibin. Loma mirov dikare bi îknabûnê astengîyan bide alî, bêçaretîya xwe bifitile û pêșîya xwe bibîne. Wa îmkanek bin destên mirov de ye û tu kes nikare wê li dest wî bigire. Pir caran em îmkanên li bin destên xwe de piçûk dibînin û bi dû îmkanên li dûr dikevin. Va jî șașîtîyek me ya vê dema nûjen e. Bi vê șașitîya xwe em hêza xwe badîhewa dikin û xwestinên zordaran re îmkanan dar dixin.
Dema berê mirov dikarîya zav û zêçên xwe hember tiștên li gor wî bi tehlûkeh bûn biparêza. Roja îroj êdî va ne mumkîn e. Ên ku sîstema xwe li ser îkna kirinê ava kirine dikarin heyan nava mala me werin. Bi televîzyon û internetên xwe heyan nivînên me dest dirêj in. Dema em gor îknabûnê hevl bidin xwe û jîyana xwe bidomînin xwe ji wan dikarin biparêzin. Bi gotinan em nikarin hember gotinên zordarên hêzdar derbikevin. Gotinên wan xweșik, kirinên wan bi dek û daf in. Em tenê bi kirinên xwe dikarin  zav û zêç, nas û dost, der û dora xwe re bibin mînak. Dema ew bi kirinên me îknabibin û ji me pișt derkevin emê bigihên armanca xwe. Em bi hev re di bin bandora îkna kirina zordaran bifilitin. Îknabûna me li hember îkna kirina zordaran ji me re bibe parêzgeh. Wê çaxê kesên ku ji me re di tekilîyê de ne dikarin bi çavên xwe ferqa di navbera îknabûn û ikna kirinê bibînin, jê bihesin û gor wî qerera xwe bidin.

Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn 2015

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen