Montag, 17. Juni 2013

„Bav û Bira“

Dema kalikê min çû heqîya xwe ez heft salî bûm. Di bîranînên min de hinek gotin û biwêjên wî cîhê xwe girtine. Ewê carna bi şiklekî derdikevin holê, carna dîsa wedigerin cîhê xwe. Lê va rojên dawî de gotinek wî di dilê min de hat û çû. Çima heyan niha ne û niha? Dibe sedemek wî jî hebe. Em dizanin ku tu tişt bê sedem nîne. Lê dibe ku hejîya me ji sedemên wî tiştî tine be. Raste, dinya mirov ji qasî xeyalên mirov in. Lê dîsa jî mirov nikare tu kesî re sinorekî bikşîne. Însan her dem alîyên xwe yên aşîkar zêdetir e.
Li vir deh rojan pêşt ve birayê min li vir ba min bû. Salek bû me hevûdin neditî bû. Mîna hatina xwe jî çû. Çer ku mar û mûr zû û dereng vedigerin qula xwe, mirov jî zû û dereng dizivirin mala xwe. Ew jî bi mîvanî hatibû, çû mala xwe. Min dixwest ku gotinekê bapîrê xwe binivisim, gotina dapîra min li pêş gotina bapîrê min girt. Dapîra min digot: “Rojên hijmarî zû derbaz dibin.” Birayê min ji bo çend rojên hijmartî hatibû, rojên wî qedîyan, ew jî çû.
Sê rojan dû wî re jî bav û dayika min çûn. Birayê min mala xwe ne li vir bû, bi mîvantî hat û çû. Lê dê û bavên min? Ew jî çûn mala xwe. Bi salane ew di navbera li vir û li wêr de tên û diçin. Hîn jî di cîhekî de nasekinin. Du malên wan hene. Malek li welat, malek li vir. Ew der welat e, lê vir çî ye? Bi rastî ew jî pir belû nîne. Mîna hemû mirovên koçber cîhekî wanî belû jî tune. Terin wir, çavên wan li vir e; tên vir, çavên wan li wir e.
Bira, bav û dê çûn. Gotina bapîrê min hat bîra min. Ji min re digot: “Bav û bira!” Nizanim, heyan niha min ew gotina wî pir jî ber xwe re nehanî bû. Lê dû çûyina bav û birayên min li ber min re hat û çû. Hinek tişt hene nayên tarif kirin, tenê tên tecrûbe kirin. Pir tişt jî hene ku yek carê tên sere mirov û dubarebûna wan tune ye. Bila va jî wusa bê zanîn.
Ez li vir hûn li vir, dendikên bin erdê ne, rojên xwe dipên. Despêkek hebe jî, her mirov di rêzbûna jîyanê de mina biskek xalîçeyê, an jî mina helqek zincîrê cîhê xwe digire. Ew bisk dibe ku bi cîh girtin û rengdayîna xwe bala hemû temaşevanên xalîçeyê bigşîne, dibe kû qet neyê dîtin jî. Lê çer dibe bila bibe ew bi xwe biskek ji xalîçeyê ye. Jîyan didome, dimeşe û diqede. Lê tineyî nabe. Tiştê ku hebû ye çer dikare tuneyî be. Em xwe dikin navînê û tiştan dinêrin. Dema me tiştek nedît wî tineyî dihesibînin. Tineyî hesibandin dikare tiştekî heyî tineyî bike?
Îsal sal sar derbaz bû. Heyan pêş çend rojan her kesî gilîyên rojên sar dikir. Îroj çend rojin hewa germ e. Çend rojên din şuve îcar mirov gilîyên xwe yên ji bona rojên germ bînin ziman. Lomaye ku tê gotin ku “mirov ne ji ber sarê tê, ne jî ji ber germê.” Em çi bikin. Jîyan wusa ye, însan wusa ye.

17.06.2013, Stuttgart.  şem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen