Donnerstag, 30. Mai 2013

Roj Xweş Be

„Însan ne li ber germê tê ne jî ber sarê“. „Her tişt di wexta xwe de xweş e“. Vana du biwêjên ku niha hatin bîra min in. Di her zimanekî de bi sed û bi hezaran biwêj hene. Mirov bi wan biwêjan dikin ku nîyet û meqsedên xwe bi avayekî kurt bilêvbikin. Dîsa jî em di jîyana xwe ya rojane de pir caran vê gotinê dibihîsin: „Tu ji min fêm nakî!“
Çima bi hezaran peyîv/kelîme hene û dîsan jî mirov nikare xwe îfade bike an jî mirovên wî guhdarî dikin nikarin wî fêm bikin. Di vî warî de mirov dikare bi sed û bi hezaran îzahet û şiroveyan rêz bike. Lê dîsa jî mesele neyê çareserkirin. Tiştên ku bi hezar salanin ku nehatine bersivkirin ewê îro jî neyên bersivkirin. Her kes gor bawerî û nêrînên xwe bersivekî bibînin, demekî li gor vê bersiva xwe bimeşin, rojekî pê hesîyan ku ew bersiva wan têra wan nake, ji xwe re bersivekî din bibînin. Bi vî şiklî „jîyana xwe bi teq û reqî“ bidomînin.
Û niha va pirsa li ber guhên min re derbaz bû; çima bi teq û reqî? Ez her çiqas niha hilbidim ku li vê pirsê re bersivekê bibînim jî ewê pirs û bersivên nû derbikevin pêş me. Va mînaka jî nîşan dide ku tu car dawîya pirs û bersivan nayê. Lê dîsa jî em nikarin jîyana xwe bê pirs û bersiv derbaz bikin. Ew parçeyek bingehîyên jîyanê ne. Çer ku xwerin bê xoy nabe, jîyan jî bê pirs û bersiv nabe.
Saeta li ber çavên min bi livên xwe ji min re peyxama/mesaja xwe ja „jîyan didome“ dişîne. Heyan em li serê erdê dijên xwedî jîyanekê ne û ewê bidome. Dema em wê bidomînin hefsarê wê li dest me da be, kengê ku me ew serberdayî berda ewê hefsarê me bigire dest xwe. Ji ber ku jîyan valayîyê qebûl nake. Li ser va çend hevokên dawî mirov dikare kitabekê binivsîne, lê dîsa jî nikare hemû bersivên pirsên ku derdikevin holê bide. Û ez li vir yek du pirsên ku niha hatin bîra min peşkeşi we bikim: Bi mirinê jîyan diqede an şiklê xwe diguhere? Mirov çiqas dikare hefsarê jîyana xwe bigre destê xwe? û hwd.
Hûn jî dibînin ku tu tişt mîna ku tê qebûl kirin hêsan nine. Dapîra mina rehmetî digot ku „nan nan e, wexta mirov dike parî û dike devê xwe ger bicû ku here xar, wexta necû ewê nere xar.“ Tu tişt bê sedem nine û tu tişt beredayî/badîhewa nîne.
Nîyeta min nivisandina hinek tiştên din bû. Lê nivis mîna ku hûn dibînin wusa herikîya. Îsal waye em di dawîya meha gulanê da ne, hîn jî hesreta rojên germ in. Şilî û şepelî, sar û serma. Di va rojana de devê kî ve dibe nerazîya xwe tîne ziman. Niha heftek, deh roj bidû hev hewa germ derbaz bibe nebe, îcar jî emê gilîyên rojên germ bibihîsin.
Em çiqas gilîyên xwe ji va rojên şilî û şepelî bikin jî darên ber derî bi şaxên/gulîyên xwe yên bi hêz û bi pelên xwe yên kesk şahîya xwe dîyar dikin. Çukên li ser daran wîçinên xwe kêf û zewqa xwe yê va rojên gulanê derdixin. Giyahên mêrg û beyaran bi coşbûna xwe ji me re kêfxaşîyên xwe aşîkar dikin. Ava neqeb û newalan bi coşbûn û xurxurîya xwe hişyarîya biharê dîyar dikin.
Gotinek almanan dibêje ku „her tişt bi başî û nebaşîyên xwe re heye.”  Û gotinek me yê sofîyan jî dibêje ku „çer binêrî wusa dibînî.“ Îroj serê sibê rojê bi tirîcên xwe em hişyar kirin. Niha jî asimanên hêşîn hêdî hêdî bi ewrên mîna pembo tên porkirin. Her çiqas ewr kom dibin weqas jî gewr dibin. Wana jî nişanên şilî û şepelîyê ne.
Roj xweş be, jîyan xweş be!

Stuttgart, 30.05.2013, pêncşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen