Sonntag, 9. Dezember 2012

Însan Aloz û Dînamîk e


Di derheqê însanan de curecur tişt tên gotin. Her carê gor nêrînekê, alîyekî însan tê bilêvkirin. Bi salane însan bi xwe di derheqê xwe de hewldide ku tarîfekê ji xwe re bîbîne. Dîsa jî di vî alî de serneket û ewê sernekeve.

Carna mirov dixweze êdî ji xwe re bersivekê bibîne. Dibe ku carna bersivekê jî dibîne. Lê demekê din şuve pê dihese ku ew bersiva jî têra wî nake. Va pêvajoya heyan dawîya jîyanê pir û hindik wusa didome. Carna mirov xwe di vê pêvajoyê de bêçare hîs dike û dîsa pirs dike: Çima va wusa ye? Mîna ku mirovên li pêş me nekarîyan bersivek çareser bidin, em jî nikarin bi rastî bersivek çareser bidin. Lê dîsan jî bê vê pirsê jîyan mîna xwerinek bêxoy e.

Însan mexlûqekî pir kompleks/aloz û dînamîk e. Kompleks e, ango her carê alîyekî wî xwe nîşan dide, lê dîsa jî tu car hemû alîyên wî nikarin werin texmînkirin. Mirov bi xwe jî nikare pir sedemên hal û hereketên xwe bîne ziman. Lomaye ku di sedsala 20’dan de li welatên rojava di warê psîkolojîyê de biwêja „binehiş“ hat kefşkirin û pir nazarîye/teorî hatin bilêvkirin. Dîsa jî di vî warî de bi her hewldanê mirov bi zêdetir hajîya kêmasî û nezantîya xwe bû û dibe. Pir caran bi ser navê Arîstoteles gotinek tê îfadekirin. Arîsto gotîye ku: „Ez weqas pir hin bûm, di dawîyê de pê hesîyam kû ez hinî tiştî nebû me.“ Bi rastî jî mirov di derbarê tiştekî de çiqas xwedî malûmat bû, weqas jî pê dihese ku hîn pir kêmasîyên wî hene. Mirov dikare di vî warî de bêhesab tiştan binivise. Di dawî de mirov dîsa vedigere serî. Mijara nivisê jî bi xwe balkişandina vê çerxê ye. Em her çiqas bi her hewldanê disan bên serî jî, ji bo çerixandina çerxê, hûn ji vanî re dikarin hereketa jîyanê jî bibêjin, her hewldan pêwist e.

Me li jor nivisand ku insan kompleks û dînamîk e. Di derheqê kompleksîya însan de çend gotin hatin nivisandin. Ji bo temambûna nivisê lazime ku di derheqê dînamîkê de jî çend hevok werin nivisandin. Aşîkareye ku mijarek wusa kûr û dirêj bi çend hevokan nayê îzah kirin. Dîsan jî ger em bizanin ku ji bo îzah û çareserkirina tiştekî hemû gavên piçûk jî pêwist in. Her pêşveçûn û kêfşkirinên serê erdê li ser gavên piçûkên pir jî pê nahatine hesandin û dû re hatine bîrkirin hatine avakirin. Tu tişt bê qîmet û vala nîne. Hinek ji wan dihesin, bi xwe jî tiştekî dikin û serdikevin; hinek jî qet pê nahesin, heyan dawîya jîyana xwe mîna gêjoyan nikarin tu pêşketinekê xwedî derbikevin.

Em dîsa vegerin biwêja xwe ya dînamîk. Jîyan hereket e, hereket jî îşareta dewrûdaîmê ye. Çi wextê hereket qedîya êdî ger mirov behsa mirinê bike. Me kurdan berê di peyîvên xwe yên rojane de zêdetir biwêja „çerxa felekê“ dihanî ziman. Ew jî nîşan dide ku çerxa dunê herdem diçerixe. Mirovên li serê erdê her dem di vê çerxê de diçerixin. Gor îmkan, nîyet û hewldanên mirov, ew di vê çerxê de cîhê xwe an aktîv, an jî pasîv digire. Jîyan sekinandinê qebûl nake. Mirovên hîn dijin û dixwezin bisekinin, mîna pelên ser avê alîyên faktor/pêkerin bi hereket tên çerixandin. Di nav vê çerxa cîhanê de mirov bi xwe çiqas pasiv bimîne jî bi şiklekî dîsan jî aktîv e, ango dînamîk e.

Aktivbûna mirov bi xwe be, ew zêdetir di guhertinan de cîh digire. Lê dema aktîvbûna wî bi xwe nebe, ew zêdetir di alîyên yên bi xwe aktîv de tê guhertin. Ew jî girêdayîya wesfa/qelîteya mirov e.
Mevlana Celaletînê Rûmî wusa dibêje: „Mirov qasî famîna xwe ye“. Her çiqas mirov bi xwe mexlûqek kompleks û dînamîk be jî, heyan di jîyana xwe de va xisletên xwe xwedî dernekeve nikare wan fêm bike. Fêmkirinek di sedî de sed jî nemumkîn e, ji ber ku mirov ew bi xwe ye.

Stuttgart, 09.12.12, yekşem.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen