Donnerstag, 29. November 2012

Guhertin Bi Mînaka „Rojbûn“ ê


Sersalên sedsala 19 e. Papîrê min tê dunê. Tarîx ne belû ye. Wexta dîya wî pirs dikin, bersiva wê wusa ye: „Roja dêrsimîyan havitin ser gundê me, em ji ber dêrsimîyan revîyan, ez çûm mala bavê xwe. Wê şewê lawê min hat dunê“.
Gor tarîxa li ser nasnameyê bavê min, ew di sala 1941 de hatîye dunê. Gor gotina bavê min bûyîna wî di sala 1939 de ye. Papîrê wî ew 2 salan piçûk qeydkirîye ku dereng bigrin eskerîyê. Sal belu ye. Lê roj û meh ne belû ye. Dema min ji wî cîhê bûyîna wî pirsî, ji min re „Çavreşî“ got. Çavreşî navê nevçeyek/dewerek li alîyê Kanîya Reş e. Ango navçeya çîyayên Bîngolê.
Kalikê min nîvkoçer bû. Birek pezên wî hebûn. Zivistanê li gund bûn, havînê jî diçûn çîyan/waran. Bûyûna bavê min nîşan dide ku ew havînê li çîyê hatîye dunê, di bin konê reş de. Rojbûna wî belû nîne.
Di navnîşana min da rojbûna min serê meha qanûnê ye. Gor gotina bavê min di navîna meha tebaxê de ye. Di salê de îttifak heye. Ez di gund de hatime dunê. Wexta bûyîna me de ne nexaşxane ne jî di dest de ba nifûsê qeydkirin hebû. Çi wextê rîya mezinê malê bajêr biketena û dilê wî bixwestana zorokên xwe di nifûsê de qeyd dikir.
Sal derbaz bûn, pir tişt hatin guhertin. Sî salan şuve zarokên min hatin dunê. Babirê min, bavê min û ez di herema Kurdîstanê de hatin dunê. Zarokên min li dûri welat, di Almanyayê de hatin dunê. Cîhe bûyîna wan, rojbûna wan û saeta bûyîna wan jî belû ye, di dest de hatîye qeydkirin.
Guhertin tenê di warê ku min hanîn ziman de derneketin holê. Di her warî de pir guhertinên mezin peyda bûn. Di dema me de peyîva „rojbûn“ê tunebû, îroj zarokên me rojbûna xwe pîroz dikin. Pîrozkirina rojbûnê di adetên me kurdan de tunebû. Pêşîyê tirkan girtin, du re jî kurdan. Adetekî ewrûpayî ye.
Zarokên me kurdên li Ewrûpayê dijin di nav gelên ewrûpayî de mezin dibin û dibistanên wan de perwerde dibin. Em bixwezin jî nexwezin jî bin tesîra wan de dimînin. Wexta zorokên kurdên li kurdîstanê dijin dinêrim dibînim ku zêdetir bin bandora çanda/kultura ewrûpayîyan de dimînin. Ez dûrî welat bim jî di facebookê de pê dihesim ku zarokên nas û dostên min ên hîn jî li Kurdîstanê dijin rojbûnên hevûdin pîroz dikin. Va jî nîşan dide ku nuha li welat jî pîrozkirina rojbûnê di nav cîwanan de bûye adet.
Mijara vê nivisa di mînaka pîrozkirina rojbûnê de nîşandana guhertina adetan e. Jiyan hebû, guhertin jî dibe. Mirov tu car nikare hember guhertinê derbikeve. Feqet mirov dikare hewlbide ku li ser alîyê guhertinê tesîr bike. Guhertina gel çiqas li ser rîçik û pîçika adetên gel bibe, weqas ew gela dikare xwe biparêze. Mirovek, an jî gelek çiqas xwe biguhere jî nikare xwe di carekî de kok û rîçika xwe biqetîne. Bi salan û sedsalan tesîra dîroka wî bi şiklekî binehiş bandora xwe didomîne.
Gotina min ewe ku guhertin çiqas li ser rîçik û pîçika mirov û gelan ve derketin holê weqas wî mirovî an jî wî gelî pêştve dibin. Guhertin çiqas li ser rîçik û pîçika mirov an jî gelî derneket holê weqas zêdetir ji wan re dibe astengî.
Stuttgart, 29.11.2012

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen