Samstag, 25. Mai 2019

Bîranîn Hiş e


Min di nivîsek xwe de gotibû; „jiyana mirov para wî ya ji demê ye“. Ji ber ku jiyanek bê dem li rûyê erdê ne mumkîn e. Jiyan di dema hazir de tê jiyandin, hêza xwe ji dema bihurî digire û li ser dema tê jî xwedî bandor e.

Di van rojên nûjen de mirov pir caran dibihîse ku hinek kes „êdî tu pêwendiyên min bi jiyana min a berê re neman. Min biryara destpêkek nû ya jiyanê da. Ez êdî ne ew kesê berê me û hwd“ dibêjin, hevokan bi dû hev rêz dikin. Qaşo bi van gotinên xwe lêborîna xwe bilêv dikin û xwe paqij dikin. Lê nizanin ku ew gotinên wan çewt, bê wate û pûç in, bêesaletiya wan diyar dike.
Mirov mexlûqekî civakî ye. Ji bûyînê heta mirinê di bin bandora civakê da ye. Çiqas tesîr li civakê bike jî zêdetir bixwe di bin tesîra civakê da ye. Demên wî yên zarokatiyê herî zêdetir ji aliyê malbatê ve tên dirûvkirin. Ev dirûv heta dawiya jiyana wî bandora xwe nîşan dide. Ango ew bi demê re dibe mîzaca wî. Lewma mirov nikare salên xwe yên derbasbûyî înkar bike û îdiaya/angaştiya destpêkek nû bike. Destpêkek nû ya têkûz/zexm encax bi xwedîderketina rojên xwe yên bihurî va mimkûn e. Li ser bingehiya rojên bihurî ancax mirov dikare destpêka nû mîna dîwarek zexm lêbike. Lewma gotinek kurdan a pêşiyan da tê gotin; „her dar li ser koka xwe şîn dibe.”
Bi van tesbîtan ez naxwezim diyar bikim ku mirov bixweze jî nikare xwe biguherîne. Na xêr! Mirov bixweze dikare xwe biguherîne. Lê ger ev guhertin mîna bi siya xwe re ketina bezê nebe, bi qebûlkirina bingehiyên xwe bibe. Dema ku mirov bingehiyên xwe înkar kir, ev tê maneya înkarkirina hebûna xwe jî. Xweînkarkirin mîna darek bê rîçik e. Ev zû û dereng çoyê destê xelkê ye, xwe wenda kirin e.
Xeta nişêta însan e. Mirov bi xetan xwe zêdetir perwerde dike û dikemile. Lewma tê gotin ku „musîbetek ji hezar nesîhetan çêtir e.“ Mirov bi agahiyan zêdetir bi tecrûbeyan pêşt ve diçe û xwe dikemilîne. Ya girîng nekirina xetan nîne, ji xetan ders hilgirtin e. Ango dubarenekirina wan e. Wê demê mirov bi tecrûbeyên xwe her dem pêşt ve diçe.
Di pergala perwerdeyiyê de gihaştina mirov bi merhaleyan tê îzahkirin. Her merhale ji bo merhaleya bi dû re mîna qorek dîwarê lêkirî ye. Heta qorek neçû serî qora din nikare were lêkirin. Bê lêkirin jî serê xwe nagire û zexm nabe.
Dema merhale gor şert û şurtên xwe nehat jiyandin di merhaleyên bi dû re muşkilat derdikevin holê. Mirov hinek caran bi serê xwe dikare wan muşkîlatan çareser bike. Dema nehat çareserkirin mîna jenga ku bi hesin digre, ew hêdî hêdî di jiyana mirov de belaw dibe, jiyanê diherimîne. Muşkîlatên ferdî pircaran bi demê re dibin pirsgirêkên civakî.
Lewma di vê dema nûjen de dewletên xwedî derfet ji bo çareserkirina muşkîlatên kesayetî/şexsî zêdetir îmkanên tedavîkirina nexweşiya derûnî didin hemwelatiyên xwe ku ev muşkîlat nebe pirsgirêkek civakî.
Di tedavîkirina derûnî de axaftina li ser demên bihurî xwedî wateyek girîng e. Nexweş li ser jiyana xwe ya bihurî diaxife. Derûnînas bi pirsên xwe alîkariya nexweş dike ku nexweş bixwe bîraniyên xwe li bêjingê bixine, qirş û qalên derehişên wî nerehet dikin bihese û wan ji hevdû safî bike. Ev pêvajo carna bi salan didome. Ta ku mirov kêmasiyên ku di dema bihurî yên di jiyana wî de peyda bûne, bibîrbîne, ji hev veqetîne û bikare paşeroja xwe hêdî hêdî zelal bike.
Ev kêmasî û şaşiyiyek pir mezin e ku mirov pir caran di dema niha de li bîraninên xwe digere. Lewma jî pir serpêhatiyan tênagihîşe ku ji bo paşerojê bîranînan hilbigire. Bîranîn çavkaniya hişê mirov û gelan e. Ev gotin lewma hatîye goton; „dîrok hişê gelan e“.
Ma hûn nabêjin, dewletên dagirker ji ber çi sedemê bi nivîsandina dîrokek resmî dest bi metîngeriya xwe dikin. Heta bîranînên mirov neyên tehrîbkirin mirov xwedî hiş e û dikare ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan bibîne.
Lewma min jor got; kesên ku bi înkarkirina jiyana xwe ya bihurî diyariya destpêkek nû dikin, bi rastî bê esaletiya xwe aşkere dikin.
Ez jiyanê mîna xalîçeyekê dibînim û tînim ber çavên xwe. Ji bûyînê heta mirinê em ta bi ta, ango bisk bi bisk çînên jiyana xwe dihûnînin. Dema çînek jê were avêtin aheng diqete û tevlihev dibe.
Stuttgart, 23.05.2019

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen