Freitag, 5. April 2019

Danezanî Mirovan Hayîdar Dike*


Di jiyana rojane de em carna ji xwe re dibêjin: Xwezî haya min ji van tiştan tunebûna an jî xwezî min di vî warî de weqas tişt nezanibûya! Lê dîsa jî her kes dixweze zana be û di derheqê derûdora xwe de agahdar be. Lê xestin tenê bi lêvkirinê nabe, ger mirov ji bo destxistinê hewl jî bide.
Însan zêdetir meyldarê rehetiya xwe ye. Dema sedemek ji bo çalakiyê nebîne teraltiyê tercîh dike. Lewma piraniya mirovan derîhiş ji rewşa xwe razî ne û naxwezin xwe biguherînin. Mirov hinî tiştekî bû û ew tişta ji xwe re kir xû êdî naxweze xwe biguherîne. Lewmaye ku bi elmanî tê gotin ku „Însan heywanekî bi xû e.“ Ango tiştên mirov ji xwe re kir edet û xû, bi zehmet be jî ji mirov re asan/hêsan tên. Mirov guhertina wan tiştan li ba xwe naxweze. Xwestin û nexwestin bi zexm girêdayî zanîn û nezanînê, ango naskirin û nenaskirinê ne jî. Dema mirov tiştekî nezanî û nasnekir, wî tiştî naxweze jî. Ew kes dixweze li ba tiştên dizane û nasdike bimîne, xwe neguherîne.
Di warê perwerdeyiyê de; hinbûn, ji bo hinbûnê hewldan, ji xwe û derûdora xwe hayîdarbûnê de pispor behsa çar merhaleyan dikin. Ango heta mirov hayîdar nebe di derheqê rewşa xwe de xwediyê texmînên çewt e. Ew çewtiya di jiyanê de ji xwe re hîn pir çewtiyên din tîne. Zanîn û hayîdarbûn du tiştên dualî yên girêdayî hev in. Ango mîna pirsa ku „Mirîşk ji hêkê derketiye an hêk ji mirîşkê?“ ye. Dema mirov bizanibe hayîdar dibe, hayîdar bû dixweze zêdetir bizanibe. Van çar merhale bi kurtayî wusa ne:
1.  Derîhişa bê qabiliyet: Ger mirov bizane ew nezan e ku hewceyê zanînê bibe. Ango bixweze ku hînbibe. Di vê merhaleyê de mirov hîn hayîdarê nezantiya xwe nîne. Dema mirov di vê merhaleyê de bimîne ji bo zanînê hewlnade.
2.  Hayîdarbûna bê qabiliyet: Va bi rastî merhaleyek pir girîng e. Mirov ji nezanîna xwe hayîdar dibe û dixweze bibe zana. Dixweze ji bo hinbûnê hewl bide, lê hîn hewlneda ye.
3.  Hayîdarbûna bi qabiliyet: Mirov dest bi hinbûnê dike û pê dihese ku hinbûn çi ye. Ji bê qabiliyetê derbazî bi qabiliyetê dibe. Mirov dikeve di nav hestên balkêş. Mirov êdî dizane ku ji bo pêşveketinê lazime ku hewlbide xwe, hinbibe, zehmetkêş be, jiber bike û bielime. Lê mirov hîn bi serneketiye. Serketina bi rastin di merhaleya paşin de diqewime.
4.  Bêhayîdarbûna bi qabiliyet: Mirov di dawiyê de gihiştiye qada tecrûbeyê û qabiliyet standiye. Dema hewce bû bi xwe ew qabiliyet derdikeve holê û ji mirov re rê nîşan dide, muşkîlatan çareser dike. Mirov hewce nabîne ku pir hewlbide xwe. Bicihanîn û çareserkirin ji wî re mîna tiştekî navdest e. Mirov bêhayjêbûn jî bi qabiliyet e. Tehlûkeya vê merhalê bixwebawerbûnek pir û qurretî ye.
Di vî warî de civaka ku mirov di tê de dijî û têkiliyên civakî xwedî rolên gelek girîng in. Ji tiştekî hayîdarbûn, wek ku mirov dihesibîne ne tiştek asan e, mixabin pir bi zehmet e. Mirov bi xwe nikare xurtî û kêmasiyên xwe bibîne, hewceye neynikê ye. Ango ger li derve yek wî bide danastin (feedback), jê re bibe neynik û wî hayîdar bike.
Pêvajoya danastinê bi xwe peyda nabe, girêdayî pir faktorên curecur in. Dema ji aliyê derûdora mirov de danezanî pêk neyê, mirov bi xwe hayîdarê kêmasî û çewtiyên xwe nabe. Lewma di perwerdeyî û kemilandina mirov de civak xwedî rolek girîng e. Lêkolînên Dunning-Kruger-Effekt (Bandora Dunning-Kruger) derxistibûn holê ku mirovên nezan zêdetir ji xwe bawer in. Sedemên vê dîtinê min nivîsa xwe de anibû ziman[i]. Lêkolînên van herdû zanyaran tiştek din derxistin holê, ango Sendroma Dunning-Krugerê (Dunning-Kruger-Syndrome).
Mijara Sendroma Dunning-Kruger kêmasiya danezaniya civakê û pirsgirêkên vê kêmasiyê ne. Dema di cîvakê de kêmasiyek wusa hebe, mirovên çewt derfetê nabînin ku hayîdarê çewtiyên xwe bibin û hewldana xwe ya ji bo serrastkirinê bidin. Ango dema civak bi uslûbek erênî çewtiyên mirovên li ba xwe ji wî mirovî re diyar nekir, di nav çewtiyan de mayîna wî mirovî teşwîq dike.
Mirovên bi çewtiyan, bes bi çewtiyên xwe re namînin, bi çewtiyên xwe bandor li derûdora xwe jî dikin. Ji bo muşkîlatên xwe bi dû sedemên nerast û ne di cîh de dikevin. Ev jî ji wan re dibe sedemên peydakirina muşkîlatên din. Mirov dikeve di nav çerxek bêsûd ku, ew bi nerênî tesîrî civakê jî dike.
Mirovên wusa nikarin bi xwe jê derbixin ku qebiliyata wan şund ve maye. Ew ger bi perwerde, danastin û tecrûbeyan werin teşwîqkirin. Lewma di civakê de bi uslûbek erênî danezaniya çewtiyan alîkariyek herî mezin û girîng e.

Stuttgart, 28.03.2019


Ji bo vê nivîsê malpera  https://karrierebibel.de/dunning-kruger-effekt/   hatiye îstifade kirin.


Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen