Bi salan e
çi hatiye serên kurdan û hîn jî çi tên serên wan pir û hindik ji me ra eyan e.
Yên ku van hemû bûyerên nebaş û kambax nabînin ewê ji vir şunda jî nebînin. Em
pir caran wer dizanin ku ji bo pêhesandina tiştan hewceye ku mirov jê bên
agahdarkirin. Rast e, agahdarkirin ji bo pêhesandinê mercek e, lê bi tenê têrê
nake. Ji bo pêhesandina tiştekî pir sedemên cûrbecûr lazim in. Gor nêrîna min
sedema herî ewil amadebûna mirov ya ji bo pêhesandinê ye. Dema mirov ji bo
pêhesandinê amade nebû tu tişt nikare wî pêbihesîne.
Pir caran
kesên aktîf bala mirov dikişînin. Lê her warî de aktîfbûn ji aliyên temaşevanan
ve nikarin werin dîtin. Dema mirovek biaxife ji aliyên kesên derûdora wî ve tê
bihîstin. Lê di warê guhdariyê de ne wusa ye. Kî guhdar e, kî nîne tesbîtkirina
wî weqas asan nîne. Di pêkhatina ragihandinê (komînîkatsiyonê) de rola guhdar
jî hema hema qasî rola axefkar e. Dema mirov guhdarî nekir û tênegihîşt başbûna
axaftinê bi serê xwe pir jî girîng nîne.
Dema mirovek
ji bo pêhesandina tiştekî amade nebû, ew tişta were serê wî jî ewê wî tiştî bi
şiweyek gor dîtina xwe şirove bike û gor xwestina xwe wateyekê jê derbixe.
Lewma ye ku carna du mirov li ser bûyerekê nikarin bibin yek. Eynî bûyer ji
aliyê yekî ve reş, ji aliyê yên din ve spî dikare were dîtin. Va jî nîşan dide
ku dîtin û têgihîştinê de ne tenê aqil, çav û guh lazim in. Hîn pir şert û
mercên din jî xwedî rolên girîng in. Lewma Mewlana Celaledînê Rûmî dibêje
„Mirov çer temaşe bike wusa dibîne. Baş temaşe bikin ku baş bibînin.“ Ango di
dîtin û têgihîştina mirov de ne tenê şert û mercên derûnî; yên li derve, ango derûdora
mirov jî xwedî bandor in.
Di warê
ragihandin û têgihîştina mirovan de pir tişt hatine gotin û hîn jî ewê werin
gotin. Li ser tiştekî lihevnekirin ne tenê girêdayî şert û mercên tên rêzkirin
in. Pir tiştên din jî bi şiklekî xwedî rola xwe ne. Di dawiyê de hemû bihevre
li ba mirov mîna dîtin û têgihîştina mirov xwe aşîkar dikin. Dîsa jî ew tiştên
aşîkar bûne her dem wusa namînin û diguherin. Di vî warî de sedemek herî aşîkar
alozbûn û dînamîkbûna însan e. Hinek tiştên ku di derheqê însan de tên
tesbîtkirin dibe ku di demek şûn de, an jî di dewerek din de êdî têra însan neke.
Ji bo şert û mercên nû hewceye ku tesbîtên nû werin kirin. Bi guhertina
faktoran rastbûna tesbîtê jî diguhere. Dema mirov li paş xwe dinêre, dibîne ku
hinek tiştên di dema bihurî de bi dil û can dixwest niha naxweze, an jî tiştên
bala wî nedikişandin niha ji bo wî girîng in. Carna mirov bi hinek tevgerên xwe
yên bihurî şermezar dibe, carna jî dilxweşe ku hinek daxwezên wî yên dema berê
nehatine cîh.
Bi dû van gotinan dixwezim bala we bikişînim li ser babetekê. Di
van rojên nûjen de hinek tişt mîna hewceyên herî girîng tên pêşkeşkirin. Mirov
wer dihesibîne ku ji wan re bikarneketin kêmasiyek pir mezin e. Dibe ku mijar
bi xwe ji bo jiyanek serbixwe girîng be, lê nayê wateyê ku her kes ji vê mijarê
re bi kar bikeve. Hinek mijar ger ji aliyên pisporên wan ve werin kirin ku
bigihên armanca xwe. An jî hinek mijar bi kesan nabin, ger sazî û rêxistin
hebin. Dema ew mijar ket destên herkesî tê de tu xêr namîne an jî mirovan re
dibe asteng.
Gor nêrîna min di van rojên nûjen de mijara siyasetê ji wan
mijaran yek e. Bi salan e jiyana me hemû kurdan ji aliyên
siyasetên dewletên nijadperest û dagirgeh ve hatiye astengkirin û tehdîtkirin.
Ev siyasetên xeter jiyana me dîl girtine û dorpeç kirine. Lewma bi demê re
pirtir kes bi siyasetê re têkildar in ku vê bandora xeder biçirînin. Mixabin bi
vê biryarê em derîhiş zêdetir dikevin di nav çerxek bêsûd. Derfeta me ya bi
siyasetê re tenê li ser siyasetê axaftina pirsgirêkên rojane ne. Ev derfet jî
bi rêya medyayê her dem tê beralîkirin. Lewma em pir caran derî hişên xwe
berpirsiyên xwe yên bingehîn dûr dikevin. Kesên hêzdar û xwedî îktîdar hinek
mijarên siyasî yên rojane mîna xwarina dixin serê derziya masîgiran bi raya
medyayê bi parçe parçe davêjin ber gel, mirovan bi wan meşqûl dikin ku hesab û
daxwezên xwe yên veşartî asantir serbixin.
Siyaset zêdetir karê sazî û rêxistinan in. Ji bo
sazî û rêxistinan pêşt ve derfetên siyasî dû re jî derfetên aborî lazim in.
Dewletên nijadperest ji bo sazî û rêxistinên kurdan heta ji destê wan tê
astengiyan derdixin. Ev astengiyên derveyî, çarçoveyên wan ên siyasetê gelekî
teng dikin. Li ser de astengên derûnî yên van sazî û rêxistinan pir caran
siyasetê zehmettir dikin. Lewma pirtir şexis dixwezin ji bo siyasetê hewlbidin.
Hewldana şexisan îcar ji bo karên wan ên rojane dibe asteng. Dû re rewşek wusa
derdikeve holê ku mîna gotinek herema me „mirov him kirrê him jî bellê dibin.“ Bi
van kêmasiyan re derfeta asîmîlasyon û tunebûnê pirtir dikeve destê dagirkeran.
Sazî û rêxistin carek din ji bo şikandina vê dorpeçiyê ji gel pirtir alîkariyê
dixwezin, bala gel dikişînin li ser siyasetê. Bi vê pêvajoyê re mirovên ji siyasetê
dûr jî dikişin nav siyasetê. Bi vê çerxa bêsûd siyaset zêdetir mirovan dorpeç
dike. Dîsan karên rojane tên îhmalkirin. Îhmalkirina karên rojane di demên
dirêj de ji dagirkeran re dibe derfetên nû. Lewma ger em bizanin ku jiyan ne
bes bi siyasetê pêk tê. Siyaset karê dezgeh, rêxistin û siyasetvanan e. Dema
zêdetir kes ji siyasetê re bikarketin, edî ew kar ne sîyaset e, ew tevlihevî
ye.
Em pir caran ji ber serpêhatî û bûyerên hatine
serên me derî hemla xwe teng difikirin, bi jiyana yekalî têdigihêjin. Lewma jî
pir tiştan wenda dikin. Nikarin çend tiştan bi hev re tehayyûl bikin û bi hev
re bimeşînin. Li tiştekî xwedî derketin ji tiştên din dest berdan dibînin. Dibe
ku va ji aliyên dagirkeran ve hatiye xwestin û bi şiklekî derhiş ji me hatiye
qebûlkirin. Jiyan ne tenê ji nîmetan ne jî tenê bi kulfetan ava ye. Di her
nîmetekê de kulfet, di her kulfetekê de jî nîmet veşartîne. Mirov di jiyana xwe
de gor dîtin, nêrîn û kirinên xwe dikarin ji wan îstifade bikin, ji wan
tecrûban hilbigirin.
Van rojên nûjen de kesên xwedî îktidar bi amûrên
teknîkî her diçe zêdetir derfetên dorpeçkirinê bi destê xwe dixînin. Bi wan
dikarin mirovan asantir bikin bin bandora xwe. Dixwezin bi balkişandina li ser
mijarên siyaseta rojane yên ji aliyên wan ve hatine pêşkeşkirin mirovan kontrol
û beralî bikin. Dema mirov nizanibe, an jî nikarî xwe çer biparêze di destên
wan de dibe mîna qirşa li ser avê. Di vî warî de mirovên ji siyaseta rojane re têkîldar
bêtir bê star in. Lewma lazime ku em kurd zêdetir aliyên xwe yên însanî
berfireh bikin û bi hevre têkiliyên însanî darbixin. Em çiqas dest bidin hev û
jiyana xwe ya civakî li ser xîmên însanî ava bikin weqas dikarin xwe biparêzin.
Jiyanek bi hevre ya bê mijarên siyasetek rojane dostaniya me xurttir dike. Kurd
hewceyên tu neyarên nû nînin. Neyartiya dagirkeran ji me re bes e. Jiyan bi hevre xweş e.
Divê her kes bizivire ser karên xwe yên bingehî
ku va tevlihevî û neyartiya bêsûd ji holê ra be. Dema her kes berpirsiyarîyên
xwe yên rojane bîne cîh, wê demê karên siyasetvanên kurd jî hêsantir bibin.
Mirovên ji xwe û malbata xwe re tinebin, nikarin ji gelê xwe re jî hebin. Gavên
piçûk ên ji bo jiyanê, her dem ji gavên mezin ên li dijî jiyanê çêtir in. Ger
neyê jibîrkirin ku mesafeyên dirêj bi gavên piçûk tên hilanîn.
Hesen Polat, Stuttgart, 24.05.2018, pêncşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen