Donnerstag, 29. September 2016

Romana Bi Navê „Nûrheyata Licî“

Li vir çend rojan pêșt ve min dest xwendina romana birêz Lokman Polat ya bi navê „Nûrheyata Licî“ kir û di demek kin de qedand.
Kitêba di dest min da ye çapa yekemîn a ku di sala 2005 de li Stembolê alîyê weșana Helwest – Doz hatiye weșandin e. Birêz Lokman Polat di alîyên xwendewanên bi kurdî dixwînin ve niviskarekî nas e. Bi makele, șirove, roman û çîrokên xwe di nav niviskarên bi kurdî nivisandin de tê zanîn. Di rûpela yekemînde kitêb bi peyva „kurteroman“ tê pêșkeșkirin. Bi rastî jî roman kurteromanek e, 86 rûpel û 14 bêșan pêk tê.
Di pêșt de dixwezim kurtayî di derheqê romanê de hinek agahîyan binivsînim. Dû re jî li ser romana „Nûrheyata Licî“ hinek nêrîn û rexneyên xwe pêșkeșî xwendewanan bikim.
Roman beșekê edebîyatê/wêjeyê ye. Di romanê de niviskar bûyerên dûvdirêj bi avayakî rastîn û berfireh pêșkeșî xwendewanan dike.
Niviskarin romanan mîna ku pir caran tê qebûlkirin kesên kû tenê mijûl bibin û li ber xwe de li hev bînin nînin. Ger zêdetir bixwînin û lêkolînan bikin ku bi nivisên xwe li ser bikevin.  Dû re dikarin tiștên ku li ber xwe re tînin bi xeyalên xwe bineqșînin û vebêjin. Bi vegotinên xwe romanker xislet û nișêtên kesên ku di romanê de derbaz dibin, civata kû ew di tê de dijin û cîhên ku ew bûyer li wir deqewimin bi avayekî edebî tîne ziman. Ango di romanê de jiyan, cîh û xweza bi pênûsa romanker tê tevîrkirin.
Mijara romanê çiqas zêdetir bi șikl û xisletên însan bên xemilandin, weqas zêdetir xwendewan di romanê de xwe û derûdora xwe dibînin û jê îstifade dikin. Wê demê jî zêdetir roman dikare serbikeve û di saya romanê de xwendewan dikarin bi nêrînên gerdûnî bûyeran binêrin. Mijara romanê dikare hemû mijarên rastînên di jiyanê de bibin. Romanker dikare wan bûyerên romanê bi xeyalên xwe bineqșîne û șiklekî efsanevî di romanên xwe de bihewîne.
Li ser cureyên romanê curecur nêrîn hene. Di teqsîmkirina romanan de behsa sê cureyên romanê yên bingehîn tên kirin.[1] Romanên destanwarî (epîk), romanên dilșewat (dramatîk) û romanên coșdar (lîrîk). Gor rêbazên edebî û mijarên romanan dikarin hîn pir teqsîmkirinên din jî bên kirin. Lê mijara nivisê va nîne. Di wîkîpedîa kurdî beșa romanê de agahdarîyên balkêș hene. Kesên ku bixwezin dikarin xwe li wir agahdar bikin.
Gor dîtina min birêz Lokman xwestîye ku hersê cureyên romanê yên bingehîn di romana xwe de li nik hev teqdîmî xwendewanan bike. Va hildana wî carna mîna xurtîyek carna jî mîna kêmasîyek romanê tê hîskirin.
Bingehîya mijara romanê li ser destpêka dîroka di navbera kurd û tirkan de ye. Lokman Polat hinek lêkolînên dîrokî bi çîrokên xeyalî ên di nav gel de hîn jî tên gotin xemilandîye û romana xwe nivisandîye. Di hinek beșan de carna hinek navbir bên hîskirin jî mijar bi ustatî hatîye hunandin.
Ji kesên ku dixwezin bi kurdî dest bi xwendina romanan bikin re romanek balkêș e.


Stuttgart, 29.09.2016, pêncșem.

[1] https://ku.wikipedia.org/wiki/Roman

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen