Montag, 2. Februar 2015

Dîlan / Dawat

Doh ne pêr, roja şemi yê dîlana gundîyekî min hebû. Bavê zavê hevalê min ê gund bû. Em bi hev re di gund de çûn dibistanê. Mirovekî baş e, li ber pirsgirekên sîyasî çîn neman hatin serê wî. Ew pir caran hat girtin û her bêj îşkence lê hatin kirin. Mecbûr ma, derket dervayî welat. Bi salan e li Elmanyê dijî. Ji ber îşkenceyan siheta wî ne li cîh de ye. Jîyana xwe bi zehmetî didomîne. Ji Rebbê Alemê şifayek bi xêr ji wî re dixwezim.
Dixwezim dîsa li ser bîranînên xwe yên zaroktîyê ji we re hinek tiştan pêşkeş bikim. Dixwezim ji we re heyan dest min tê bîranînên xwe yên zaroktîyê binivsînim. Hêvîdarim ku ewê werin xwendin, nêrîn û rexnekirin.
Di kitabên berê de pêşgotinên kitaban bi hevokek wusa dihatin qedandin: “Hewlêdan ji me, serkeftin ji Xwedê!”. Ez jî dibêjim, nivisandin ji min, xwendin jî ji we xwendewanan. Û serkeftin jî bi her hal û kar ji Xwedê.
Dema zaroktîya min mezinên malê ji bona xortên ku ber zewacê bûn re qîz dixwestin. Wexta xort û keç eqrebe an jî gundî bûna hev û din nasdikirin. Wer nebûna hev û din nasnedikirin. Xortan pir caran bi dûrve bûna jî şikl û şemala keçikê dinêrîyan û fikrên xwe digotin. Lê ji bona keçikan ew îmkan jî tune bûn. Belkê kesên ku di nav de bûna wêneyek xort nîşanî keçikê bida. Pir caran ji bona zewacê mezinên malên qerar didan, keç û xortan jî mecbûr qebûl dikirin. Gor gotinên kesên li berî me pir caran bûk û zava dû dîlanê hevûdin didîtin, bi wê tore dibûn mêr û jin.
Dema babîr û dabîr xweşbûna mezinên malbatê ew bûn. Wexta ew êdî li sere erdê nebûna bav û dê an jî ap û amoj li gor salên xwe ji malbatê re mezintî dikirin. Xeber didan mala bavê keçikê û diçûn nîyeta xwe eşkere dikirin. Dema mezinên mala bavê keçikê qebûl bikira soz dadanîn. Dû sozê re xazgînî hebû. Mezinên malên bi mirovên birûmet re diçûn mala bavê keçikê. Bavê keçikê qeling dixwest. Li ser qelingê hev dihatin. Waxta qeling hat dayînê edî ji bona dîlanê hazirî/amadekirin dest pê dikir.
Çend rojan li pêş roja dîlanê mûm dihat belavkirin. Mîna niha kart tinebûn. Mûm şekirek bû. Kesên ku mûm belav dikir şekirên xwe digirt, yek bi yek malbatên gund digerî, bi devkî nîyeta hatina xwe dihanî ziman, şekirek dida mezinê malbatê. Wî/wê jî gora xwe xelatek piçûk dida ew kesê ku jê re mûma dîlanê hanî bû.
Her malbatê gora quweta xwe 2-3 rojan dîlan didomand. Ji nas û dostên ku ji bona dîlanê hatibûn dawetkirin re xandî dihat gotin. Di nav xandîyan de çend jin dibûn berbû, diçûn şevekî li mala bavê bûkê de diman, wê şevê hine digerandin, destên bûka xwe hine dikirin, li sere sibê bûka xwe dixemilandin, dihanîn mal. Wê rojê jî heyan êvarê dîlan li mala bavê zava de berdewam bû. Bervî êwarê re her kes diçû mala xwe. Dîlan jî diqedîya.

Zava û bûk bi vî şiklî digihîştin miradên xwe.

02.02.2015, dûşem, Stuttgart

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen