Donnerstag, 7. August 2014

Ziman Bi Manenasîya Xwe Xweş e



Lev Nîkolayevîç Tolstoy niviskarekî ûris î navdar e. Di sala 1829 de hatîyê dunê û di sala 1910 de çûye heqîya xwe. Berhemên wî hîn jî tên çapkirin û xwendin. Dema behsa niviskarên klasîk were kirin, yek jî wan Tolstoy e.

Pêşt du rojan min dest xwendina kitêba wî ya bi navê „Huner çî ye?“ kir. Mîna hemû kitêbên Tolstoy va kitêba wî jî mîna kitêbek baş tê xwiya kirin. Min hîn zêde nexwend. Loma naxwezim di derheqê kitêbê de pir tiştan bibêjim. Di destpêka kitêbê de tiştekî bala min kişand. Di derheqê wî de dixwezim çend hevokan pêşkeşî we bikim.

Ji ber ku mijar huner e, dixweze pêşt ve tarîfa vê kelîmeyê bike. Dibêje ku gor alalede mirovan „Huner, hewlêdana ku bedewîyê derdixe holê ye.“ Dû re jî li ser peyîva „bedew“ disekine û fikrên kesên ku li ser hunerên nivisandine pêşkeş dike. Wê demê mirov pê dihese ku her gel gora bawerî û ramanên xwe ji bedewtî yê curecur tiştan fêm dike. Di derheqê tarîfa peyîva „huner“ de jî curecur tişt tên gotin.

Tolstoy dibêje ku: „Em ûris wexta dibêjin „bedew“ tenê behsa tiştên ku ji çavên me re xweş tên dîtin dikin.“ Lomaye ku bi ûrisî dibêjin „tevgerek baş, mûzîkek xweş an jî baş. Em tu carê nabêjin „tevgêrek bedew, an jî mûzîkek bedew. Yanê başbûn bedewtîyê îhtiva dike, lê bedewtî başbûnê îhtiva nake. Li vir çil salî pêşt ve dema kesekî bigota „mûzîkek bedew, tevgêrek bedew“ kesî tu tişt jê fêm nekira. Lê îroj dîbînim ku herî ku ûris nêrînên ewrûpayê yên di derheqê hunerê de qebûl dikin, behsa „mûzîka bedev û tegêra bedew“ jî dikin.

Dema min van hevokên Tolstoy xwendin halên me kurdên hevdem û halê zimanê me yî kurdî yê hevdem hat ber çavên min. Em kurd roj bi roj derîhêş zimanê xwe yê kurdî diguherînin û gor nêrînên dewlet û gelên em bindest kirine diaxifin, her çiqas kelîmeyên ku em bi kar bînin kurdî bin jî. Va sosretîya zêdetir alîyên kesên ku di dibistanan de xwendine ve tê kirin. Bi zimanên fermîyên ku dibistanan de dixwînin, nêrîn û fikrên nûjen qebûl dikin, edet û nêrînên bav û kalên xwe dûrdikevin. Gor vê jî semantîka/manenasîya zimanên bav û kalên xwe ser û bin dikin.

Mîsal tu carî cixare di kurdî de nayê vexarin, cixare tê kişandin. Lê îroj em li her derî dibihîsin ku kurdên me cixarê vedixun. Çira? Ji ber ku bi tirkî „sigara içiyorum“ tê gotin. Em peyîvên kurdî bikarbînin jî hevoka me gor manenasîya zimanê kurdî pir çewt e. Va mînaka ku min da, hîn mînakek pir masûm e. Sibe yek ji we ra bibêje ku „an hez bike, an jî terk bike!“ qet pê eceb nemînin.


Stuttgart, 07.08.14

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen