Montag, 29. Juli 2013

Em Rêwî Ne


Demek dirêj e ku rojaneya min bê nivist ma. Her çiqas li ber min re ji bo rojaneyê nivisandin dihat û diçû jî tu nivist derneket holê. Wextek dirêj e ji xwe di mehê de nivistekî diweşînim. Wer xuya dikir ku va meha tirmehê bê nivis derbaz bibe. Rojên dawîya mehê ne. Dixwezim niha bi çend rêzan,  ango hevokan be jî rojaneyê mixemlînim.

Li vir çar rojan bêşt ve, devdevî êvarê ez û malbata xwe erebeya/seyeraya xwe sîyar bûn. Me berê xwe da welat. Cara yekemin bû ku ez bi rê ya reşayî yê dihatim welat. Li ber me li ser 3500 km rê hebû. Bi rastî hinekî ji bi tirs bûm. Li pêşîya me çend dewlet hebûn. Li derbazbûna ser sinoran çi li me biqewime belu nebû. Dî demên berê de gor gotinan tenê li ser derbazbûna sinorekî 30 saet hatibûn sekinandin. Yek jî li ber me Bulgarîstan hebû. Tiştên ku li Bulgaristanê hinek mirovan qewimiya bû jî ne tiştên baş bûn.

Ber berbangê em gihiştin Vîyana yê. Li wir ketin benzînxanekê û demekê vêsa xwe girtin. Yên ku westîyabûn hinkî  xewa xwe girtin. Roj hilda, rojek sor. Pişt bilinbûna çend bostan tava sor ket pişt ewran û wenda bû. Em jî rabûn û rê ketin. Berê me sinorê Macarîstanê bû. Li ser rêya me zêdebûna perperokên bi bahozê tên çerixandin û cêranê peyda dikin bala min kişand. Wê rojê me Macaristan û Sirbîstan bi roj derbaz kir. Me nedixwest bikevin Bulgaristanê. Loma me bere xwe da Makedonya yê. Pişt avaçûyîna rojê re em ketin Makedonya yê. Di gundên Sirbîstanên ku nîzika sinorên Makedonya yê bûn  de misilman jî dijîyan ku minareyên mizgeftan bi ronahîyê hatibûn xemilandin. Di meha remezanê de xemilandina minareyên mizgeftan adetek osmanîye. Ew dewer jî bi salan di bin mayeta Osmanîyan de mane û pir orf û edetên Osmanîyan girtin e.

Makedonya û Yunanistan me şev derbaz kir. Ji ber ku em pir westîyayî bûn wê şevê me pir rê negirt. Her çiqas rê vala û baş bûn jî serê sibê em bi zor gihîştin sinorê Tirkiye yê. Li derîyê Îpsala yê em ketin Tirkiye yê. Derbazbûna tu sinorekî de ji me re muşkilat peyda nexistin. Guhertinên di salên dawî yê di Tirkiyê de pêk hatine xwe sinor de dihatin temaşevankirin. Êdî ew memûrên li jor ve me dinêrîyan û ji me re muşkîlat kardixistin nedihatin dîtin, ji me re sohbet dikirin û henek dikirin.

Em ketin rê û me berê xwe da Sitembolê. Me nedixwest ku bikevin nav bajêr. Otobahn jî wer sikûn nebû. Yek jî her şoforkî bi qeydekî dajot. Mirov di serî de xwe şaş dikir ku sofortîyê bike, lê hêdî hêdî hin bûm. Ji êvarê re em gihîştin Anqara yê. Li wir ji qasİ saetekî me vêsa xwe girt û dîsa ketin rê. Qonaxa me ya dû Anqarê Pinarbaşi bû. Li wir em qasî 2 saetan ra ketin. Pêş hildayîna rojê em dîsan ketin rê. Qonaxa me ya dû wê re Meletî bû. Me xwest ku pêş çûyîna gund birayê minî ku li Amedê dijî ziyaret bikin. Me bere xwe da Dîyarbekirê. Em li ber Elazîzê re derbaz bûn. Berê bûna em mecbûr di nav bajêr ve biçûna. Nıha derî bajêr rêyek pir delal hatîye çêkirin. Em di vê rêya li hember bajêr re derbaz dibe re çûn. Dû nîvroj em gihiştin Amedê.

Çar salên ku em nehatine lêdana welat. Dı navbera va çar salan de di bajarê Dîyarbekirê de jî pir guhertınên aşîkar dikarin werin temaşekirin.  Du rojin Amed ji me re, em jî ji Amedê re wext derbaz dikin.

29.07.2013, Amed / Dîyarbekir

Montag, 17. Juni 2013

„Bav û Bira“

Dema kalikê min çû heqîya xwe ez heft salî bûm. Di bîranînên min de hinek gotin û biwêjên wî cîhê xwe girtine. Ewê carna bi şiklekî derdikevin holê, carna dîsa wedigerin cîhê xwe. Lê va rojên dawî de gotinek wî di dilê min de hat û çû. Çima heyan niha ne û niha? Dibe sedemek wî jî hebe. Em dizanin ku tu tişt bê sedem nîne. Lê dibe ku hejîya me ji sedemên wî tiştî tine be. Raste, dinya mirov ji qasî xeyalên mirov in. Lê dîsa jî mirov nikare tu kesî re sinorekî bikşîne. Însan her dem alîyên xwe yên aşîkar zêdetir e.
Li vir deh rojan pêşt ve birayê min li vir ba min bû. Salek bû me hevûdin neditî bû. Mîna hatina xwe jî çû. Çer ku mar û mûr zû û dereng vedigerin qula xwe, mirov jî zû û dereng dizivirin mala xwe. Ew jî bi mîvanî hatibû, çû mala xwe. Min dixwest ku gotinekê bapîrê xwe binivisim, gotina dapîra min li pêş gotina bapîrê min girt. Dapîra min digot: “Rojên hijmarî zû derbaz dibin.” Birayê min ji bo çend rojên hijmartî hatibû, rojên wî qedîyan, ew jî çû.
Sê rojan dû wî re jî bav û dayika min çûn. Birayê min mala xwe ne li vir bû, bi mîvantî hat û çû. Lê dê û bavên min? Ew jî çûn mala xwe. Bi salane ew di navbera li vir û li wêr de tên û diçin. Hîn jî di cîhekî de nasekinin. Du malên wan hene. Malek li welat, malek li vir. Ew der welat e, lê vir çî ye? Bi rastî ew jî pir belû nîne. Mîna hemû mirovên koçber cîhekî wanî belû jî tune. Terin wir, çavên wan li vir e; tên vir, çavên wan li wir e.
Bira, bav û dê çûn. Gotina bapîrê min hat bîra min. Ji min re digot: “Bav û bira!” Nizanim, heyan niha min ew gotina wî pir jî ber xwe re nehanî bû. Lê dû çûyina bav û birayên min li ber min re hat û çû. Hinek tişt hene nayên tarif kirin, tenê tên tecrûbe kirin. Pir tişt jî hene ku yek carê tên sere mirov û dubarebûna wan tune ye. Bila va jî wusa bê zanîn.
Ez li vir hûn li vir, dendikên bin erdê ne, rojên xwe dipên. Despêkek hebe jî, her mirov di rêzbûna jîyanê de mina biskek xalîçeyê, an jî mina helqek zincîrê cîhê xwe digire. Ew bisk dibe ku bi cîh girtin û rengdayîna xwe bala hemû temaşevanên xalîçeyê bigşîne, dibe kû qet neyê dîtin jî. Lê çer dibe bila bibe ew bi xwe biskek ji xalîçeyê ye. Jîyan didome, dimeşe û diqede. Lê tineyî nabe. Tiştê ku hebû ye çer dikare tuneyî be. Em xwe dikin navînê û tiştan dinêrin. Dema me tiştek nedît wî tineyî dihesibînin. Tineyî hesibandin dikare tiştekî heyî tineyî bike?
Îsal sal sar derbaz bû. Heyan pêş çend rojan her kesî gilîyên rojên sar dikir. Îroj çend rojin hewa germ e. Çend rojên din şuve îcar mirov gilîyên xwe yên ji bona rojên germ bînin ziman. Lomaye ku tê gotin ku “mirov ne ji ber sarê tê, ne jî ji ber germê.” Em çi bikin. Jîyan wusa ye, însan wusa ye.

17.06.2013, Stuttgart.  Sêşem

Donnerstag, 30. Mai 2013

Roj Xweş Be

„Însan ne li ber germê tê ne jî ber sarê“. „Her tişt di wexta xwe de xweş e“. Vana du biwêjên ku niha hatin bîra min in. Di her zimanekî de bi sed û bi hezaran biwêj hene. Mirov bi wan biwêjan dikin ku nîyet û meqsedên xwe bi avayekî kurt bilêvbikin. Dîsa jî em di jîyana xwe ya rojane de pir caran vê gotinê dibihîsin: „Tu ji min fêm nakî!“
Çima bi hezaran peyîv/kelîme hene û dîsan jî mirov nikare xwe îfade bike an jî mirovên wî guhdarî dikin nikarin wî fêm bikin. Di vî warî de mirov dikare bi sed û bi hezaran îzahet û şiroveyan rêz bike. Lê dîsa jî mesele neyê çareserkirin. Tiştên ku bi hezar salanin ku nehatine bersivkirin ewê îro jî neyên bersivkirin. Her kes gor bawerî û nêrînên xwe bersivekî bibînin, demekî li gor vê bersiva xwe bimeşin, rojekî pê hesîyan ku ew bersiva wan têra wan nake, ji xwe re bersivekî din bibînin. Bi vî şiklî „jîyana xwe bi teq û reqî“ bidomînin.
Û niha va pirsa li ber guhên min re derbaz bû; çima bi teq û reqî? Ez her çiqas niha hilbidim ku li vê pirsê re bersivekê bibînim jî ewê pirs û bersivên nû derbikevin pêş me. Va mînaka jî nîşan dide ku tu car dawîya pirs û bersivan nayê. Lê dîsa jî em nikarin jîyana xwe bê pirs û bersiv derbaz bikin. Ew parçeyek bingehîyên jîyanê ne. Çer ku xwerin bê xoy nabe, jîyan jî bê pirs û bersiv nabe.
Saeta li ber çavên min bi livên xwe ji min re peyxama/mesaja xwe ja „jîyan didome“ dişîne. Heyan em li serê erdê dijên xwedî jîyanekê ne û ewê bidome. Dema em wê bidomînin hefsarê wê li dest me da be, kengê ku me ew serberdayî berda ewê hefsarê me bigire dest xwe. Ji ber ku jîyan valayîyê qebûl nake. Li ser va çend hevokên dawî mirov dikare kitabekê binivsîne, lê dîsa jî nikare hemû bersivên pirsên ku derdikevin holê bide. Û ez li vir yek du pirsên ku niha hatin bîra min peşkeşi we bikim: Bi mirinê jîyan diqede an şiklê xwe diguhere? Mirov çiqas dikare hefsarê jîyana xwe bigre destê xwe? û hwd.
Hûn jî dibînin ku tu tişt mîna ku tê qebûl kirin hêsan nine. Dapîra mina rehmetî digot ku „nan nan e, wexta mirov dike parî û dike devê xwe ger bicû ku here xar, wexta necû ewê nere xar.“ Tu tişt bê sedem nine û tu tişt beredayî/badîhewa nîne.
Nîyeta min nivisandina hinek tiştên din bû. Lê nivis mîna ku hûn dibînin wusa herikîya. Îsal waye em di dawîya meha gulanê da ne, hîn jî hesreta rojên germ in. Şilî û şepelî, sar û serma. Di va rojana de devê kî ve dibe nerazîya xwe tîne ziman. Niha heftek, deh roj bidû hev hewa germ derbaz bibe nebe, îcar jî emê gilîyên rojên germ bibihîsin.
Em çiqas gilîyên xwe ji va rojên şilî û şepelî bikin jî darên ber derî bi şaxên/gulîyên xwe yên bi hêz û bi pelên xwe yên kesk şahîya xwe dîyar dikin. Çukên li ser daran wîçinên xwe kêf û zewqa xwe yê va rojên gulanê derdixin. Giyahên mêrg û beyaran bi coşbûna xwe ji me re kêfxaşîyên xwe aşîkar dikin. Ava neqeb û newalan bi coşbûn û xurxurîya xwe hişyarîya biharê dîyar dikin.
Gotinek almanan dibêje ku „her tişt bi başî û nebaşîyên xwe re heye.”  Û gotinek me yê sofîyan jî dibêje ku „çer binêrî wusa dibînî.“ Îroj serê sibê rojê bi tirîcên xwe em hişyar kirin. Niha jî asimanên hêşîn hêdî hêdî bi ewrên mîna pembo tên porkirin. Her çiqas ewr kom dibin weqas jî gewr dibin. Wana jî nişanên şilî û şepelîyê ne.
Roj xweş be, jîyan xweş be!

Stuttgart, 30.05.2013, pêncşem

Montag, 29. April 2013

Ez û Ziman


Di jîyanê de weqas pir tişt hene ku bi hesabê matematîkî tu car nikarên bên hesabkirin. Di dibistanê de ji me dihat pirskirin: 2 sêv + 2 hermî çend dikin. Dema me tenê 4 binivisanda rast bû. Lê dema me di davîyê de 4 sêv an jî 4 hermî binivisanda şaş bû. Wê demê mamoste qet puan nedida wê bersiva me. Me wer dizanî ku 2 sêv + 2 sêv = 4 sêv dikin binivisanda rast dibû. Lê niha pê hesîyam ku carna wusa hesabkirin jî şaş e.
Di vî warî de dixwezim mînakekê bidim. Ku va mînaka jîyana me kurdan de her dem li ber bivilê me de xwe aşîkar dike. Niv (0,5) ziman + niv (0,5) ziman + niv (0,5) ziman = tu car yek û nîv (1,5) ziman nake. Ewê dîsa sê zimanên nîvî li ber hev bisekinin.
20 salan zêtir e ku li Almanyê dijim. Li Kurdistanê bijiyam jî pir ferq nedikir. Ferq ewe ku li Kurdistanê dibû ku ez pir dereng hajîya vê çewtîyê bibûma. Dema şaşitî mîna av û dew derdora mirov dorpeç kir jê hajîbûn zor dibe. Bi salan ser û binê me bi çewtîyan hat porkirin.
Li Almanyê carna di dibistanan de malbatên tirk û kurdan re tercûmantiyê dikim. Pirahîya neslê ku li vir hatîye dune û çûye dibistanê zimanê xwe yê zikmakî û zimanê elmanî li hev re baş nizanin. Hinek di dibistanan de hinî zimanê almanî dibin û xwe êpê pêşve dixîn. Mîna pirayîya me kurdan. Lê pirahîya wan tirkî rind nizanin. Mîna zarokên me yên ku kurdî nizanin. Lê pir kêm kes him baş tirkî û almanî dizanin.
Heyan heft salî bûm min tenê kurdî dizanî. Dû re dibistanê de hinî zimanê tirkî bûm. Him jî pir kesên tirk baştir. Roj hat bahoza jîyanê ez dam ber xwe hanî Almanya yê danî. Min li vir dest pê kir hinî zimanê elmanî bûm. Di vê navberê de tirkîya min jî hinek paşve ket. Yêk jî tirkîya îroj zimanekî wusaye ku her roj bi şiklekî tê guhertin. Carna va guhertina weqas bê ser û bin tê kirin ku mirov şaş dibe. Mînak: Osmanîyan „beynelmîlel“ digotin. Cumhuriyetê ew peyîva guhert kir „uluslararasi“. Niha jî di rojnameyan de pir caran „internasyonal“ tê nivisandin. Li vir 20 salan pêşt ve di rojnameyan de kelîmeyên ku min fam nekira pir kêm bûn. Niha pê dihesim ku pir kelîmeyan fêm nakim, dû re derketine.
Min bi hatina xwe ya Almanya yê re dest xwendin û nivisandina kurdî kir. Hedî hêdî pêşve jî ketim. Di vê demên dawî de hewldidim ku Wikipedia ya kurdî re li ser hinek mijaran binivisim. Lê derdikeve ortê ku kurdîya min hîn pir qesl e. Bi salan e dewletên dagirgeh zimanê kurdî xesandin e. Me bi hal û hereketê xwe ji wan re alîkarî jî kirîye û hin jî dikin. Kengê kurd xwedî zimanê xwe derbikevin û jê re karbikevin ewê vî zimanî di bin berdestîyê rizgar bikin, bi xwe jî rizgar bibin. Rizgarbûna herî mezin ziman, çand û ramanên xwe xwedî derketin e.
Min xwest di derheqa hesta şabûnê/kêfê de hinek tiştan binivisim. Bi alîkarîya ferhengan ew nivisa li jêr derket holê. Lê ez çiqas jê re karketim hûn nizanin! Hîn jî emîn ninim ku min di vê nivisê de hemû biwêj di hevokan de rast an jî şaş bi kar hanîye? Hêvîdarim ku hinek kes derbikevin, va çewtîyên me serrast bikin û ji pêşveketina zimanê kurdî re xizmet bikin.

Şabûn

Di psîkolojiyê de behsa hesteyên bingehî tên kirin. Ji wan yek jî kêf/şabûn e. Şabûn halekî derûnî yî mirove û hestekê ji hestên bingehîn ên mirov û giyanewer e. Hemû mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasiyek mezin e. Bi xwe sedemek nexweşiyên derûnî xerakirina wê hestê ye.
Mîna henû halên derûnî tarîfkirina hesta şabûnê jî weqas asan nîne. Di wî warî de curecur peyîv/kelîme û biwêj hene. Her çiqas di axaftina rojane de pir caran va biwêjana di cîhên hevûdin de bên gotin jî carna di navbera wan de hinek cudatîyên giring jî derdikevin holê. Şabûn ji vê hestê re bê gotin jî gor eşkerekirin û domandina wê cure bi cure biwêjin din jî hene. Hinek ji wan: Kêf, zewq, şabûn, kêfxweş, bikêf, şênahî, şahînî, dilxweş, dilşad, hezkirin, eşq, evîn û hwd. Va biwêjana ji hevûdin re pêwendîdar bin jî her tim nayên bi maneyekê / wateyekê.
Dema mirov dunya ronî bibîne û xwe sivik hîs bike şa dibe. Hîsa ku mirov xwe di tê de tam baş hîs dike re şabûn tê gotin. Di dema şabûnê de mirov xwe wer hîs dike ku qey hemu hewcîyên wî yên derûnî hatine cîh. Şabûn dikare di carekî de, bê hesab û bê plan, ji ber rewşekî, mirovekî an jî bîranînekê jî derbikeve holê, halekî dilhinavî û hissî ye. Mirov ji wê rewşê, ji vî kesî an jî ji wê bîranîyê razî ye. Wê demê mirov dixweze zêdetir di wê rewşê de bimîne, li ba wî/wan kesî/kesan bîmîne, an jî wê bîranîyê bidomîne.
Di dema şabûnê de mirov bi ken e, dilxweşîya wî bi her hal û hereketên wî re xwe aşîkar dike. Carna bi tebessûm, bi ken an jî qêrînek bi kêf xwe aşîkar dike. Şabûna mirov ji rûyê mirov tê dîtin, masûlekên li ber çavan û li dora devê mirov sist û rehet dibin.
Di derheqê vê hestê de curecur gotin û raman hatine bilêvkirin. Gor hinekan ew di hawirên/nêvengên bi maddî re girêdayî ne. Gor hinekan jî ew di yên bi manevî re girêdayî ne. Hênek jî ji bona jîyanek dilşad him hawirên/nêvengên maddî, him jî yên manevî pêvist dibînin. Mirovên ku jîyanek bi dilşadî didomînin xwe di jîyana xwe de azad jî hîs dikin.
Di Quranê de ji Xwedê û pêxamberên Wî hezkirin şert e û îbadet e. Di tesavufê de eşq girîng e û her tişt ji bona eşqa îlahî ye. Di Încîlê de şabûn bi Xwedê re mîna çavkanîya jîyanê tê tarîfkirin. Filosof û helbestvanê Elman Friedrich Schiller şabûnê mîna unsûrek ji Xwedê dibînê, ku hêza domandina jîyanê ye. Fîlosofê grek/yunan Epîkûr şabûnê armanca jîyanê ya herî mezin dibîne.
Erîh Fromm şênahî û şabûnê ji hevûdin cuda dibîne. Gor wî şênahî kêfa kurtdomî ye, şabûn ku hesta mirov ji xwe dihesî ye. Şabûn mîna unsûrek jîyanê li hember şênahîyê ye. Jîyana şabûn ji halê/rewşa xwe memnûn bûn e. Şênahî kêfa ku di demek kin de ji ber sedemekî derdikeve ortê û dû re derbaz dibe ye. Şênahî gor Fromm unsûrek civatên ku xwe ji kêf û zewqê re berdan e.
Di jîyanê de qasî sedemên mirov ji pê xemgîn dibe sedemên mirov ji pê şa dibe jî hene. Jîyan di navbera wan de diçe û tê. Her dem şabûn nemumkîn e, lê bê şabûnê jî jîyan nayê kişandim.

Stuttgart, 29.04.2013, duşem

Montag, 18. März 2013

Leylname!


Tu naxwezî biçiruskinî koşeya tarîtîya dilê min? Ezê te jê bihesînim ku çi dişewtîne tifika dilê min. Naxwezim derbaz bibe çemê Mûradê bê keleka tu di tê de yî li ber çavên min. Bi va dîmenan dixwezim girê bidim biskên xalîçeya xeyalên xwe.

Ez nizanim ku tu çiqas jê haydarî? Ez bi rojê re ketim beza hunandina mijarên te. Tu bi şevê re bûyî hevala xem û xeyalên pêşeroja min. Hêz nemaye ku bigîhêm pel û baskên te. Tu ji min re bi bahozê re dişînî bîhna çilkên xwedana xwe.

Ez ketime bîrek bê bin, tu ji min re berdidî werisekî pênc bostî. Ez dinêrim awirên çavên te, tu ji min re dişînî tîrên bijangên xwe. Birîndarim; dixwezim merhema devê te, tu ji min re dişînî jehra xezeba xwe. Bêçare me, nizanim çi bikim. Tenê dixwezim nêzikîya te. Her hildan dûrtir dixe sîya te ya ber çavên min. Êdî teqat û sewr jî nema ku xwe ji demê re berbidim. Dem bûye reş û qelî li ber çavên min.

Difirim, difirim ku xwe bigihînim sewra dilê te. Her car dikevim nav gijgiloka çavên te. Ma tu nizanî… Tu yî ronîya li ber çavên min, bîhna li ber pozên min, tama li ser zimanê min, sura li ber ruhê min, dengê li ber guhên min. Meke meke! Mekke mala Xwedê ye. Tu min diqijilîni, tu xem nîne. Tu xwe jî diqijilînî, ewe xema dilê min.

Roj bi roj ji bo te dihelim, bûme mirovekî pir bizdonek. Diwestim, divemirim, diqefilim,diqurifim li ber şîna çavên te. Dilê te yî şikestîye dihêre jîyana min. Hêvîdar bûm ku xelîya laşê minê hêrandî bibe qûtê baxçeyê li ber lingên te; bihele bibe zerrek di nav gula sor a li ber çavên te, gula zer a di nav tilîyên te, gula çilmisîya li ber dilê te. Te nexwest bibim mûyek li ser cilên te. Ew jî min re bes bû, ji bona seyrana dilê min.

Min dixwest ku hîn pir peyvan bireşînim li ser nameya bikeve nav destên te, ramûsanekê bişînim li ser hinarikên rûyên te. Mixabin êdî nefes ji min çîk bûye, ronî jî nema li ber çavên min. Derman, ji te nalînek bû. Êdî nabihîsin guhên min.

18.03.2013, Stuttgart

Dienstag, 5. Februar 2013

Nivis û Niviskar


Nivisandin carna mîna vexarina tasek av rehet, carna jî mîna qefsbûnê zor e. Lê çer dibe bila bibe nivisandin karekî bi ked e. Hinek nivis di navbera saetekî an jî çend saetan de derdikevin holê, hinek nivis jî dibe ku bi mehan, carna jî bi salan bikudîne.
Ger neyê bîrkirin ku her nivis berhemek jîyana niviskar e. Ew hemu hewldanên niviskarên di jîyana wî de nebûna, ew nivisa jî bi şiklê hatîye nivisandin nedibû. Lomaye ku nivis di derheqê çi de dibe bila bibe balkêş e, bi qîmet e. Dibe ku ji bo wî/wê xwendewanî/ê nivisek bê qîmet be. Qet bîr nekin ku ji bo wê/wî niviskarî pir bi qîmet e.
Mînak vê nivisa xwe ya ku li vir pêşkeşî we dikim bidim. Bi salan çûm dibistan û zanîngehan. Bi salane kitaban dixwînim. Du sal zêtir e jî di warê nexweşîyên psîkolojôk/nefsî de dişixulim. Û çend rojên, her roj kêm û zêde ji vê nivisê re kardikevim. Êdî hûn hesab bikin! Çiqas wext ji bo vê nivisê hatîye bihurandin?
Kerem bikin, bixwînin!

Hêrs û Qehir

Di psîkolojîyê de behsa çar hesteyên/hîssên bingehî tên kirin. Ji wan yek hêrs e. Hemu mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasîyek/nexaşîyek mezin e. Bi xwe sedemek nexaşîyên psîkolojîk/nefsî serûbina wê hestê ye. Ji hinek hal û hereketên mirov re va hesta rêberîyê dike. Hêrs û tirs hesteyen ku mirov ji tehlukeyan diparêzin .  Tirs zêdetir fermana rev û dûrketinê dide. Mirov bi durketin û revê xwe vê rewşê, ango tehlûkeyê diparêze. Li ba hêrsê zêdetir bi tehdîtkirin û lêdanê mirov xwe diparêze. Mînaka vê nivisê di derheqa hîssa/hesta hêrs û qehir de agahdarî dayîn e.
Bi biwêjên hêrs  û qehirê grûbek hîssên/hestên nebaş ên mirov tên bilêvkirin. Hêrs û qehir  hesteya ku li hember tehdît an jî heqareta halekî an jî mirovekî bi dijwarî derdikeve holê re tê gotin. Ango hêrs û qahir li ser halekî, li ber mirovekî an jî bîranîyekê ve ji cîh de di dilê mirov de negatîf xwe nîşan dide.
Hîssên di vî warî de, yên herî bi hêz re qahir, yên hinekî kêmtir xwe nîşan didin re jî hêrs tê gotin. Va hîssên di dilên mirov de peyda dibin gor xwestina mirov dernakevin holê û mirov nikare di serî de pêşîya wan bigire. Tiştê ku vê hestê/hîssê tîne hereketê dibe ku tiştekê xirab, an jî nexaşîyek be.
Mirov dikare hêrsa xwe di dilê xwe de veşêre û nîşan nede. Lê qehir weqas bi hêze ku bi hal û hereketên mirov xwe aşkere dike û nikare were vêşartin. Qahir  pir caran dibe sedema şîddetê. Bi zêdetir pevçûn bi sedema hêrs û qehirê derdikevin. Mirovên bi hêrs nikarin xwe kontrol bikên û pirsgirekên xwe çareser bikin. Loma hêrsa wan dibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.
Peydabûna hêrs û qehirê, nîşandana wan û herekêtên hember wan gor orf û edetên ku mirov di tê de hatîye perwerdekirin dikarin curecur bibin. Di pir civatan de nîşandina wan hîssana pir jî baş nayên dîtin û mirov ji bona wan tên şermezarkirin. Li bam e kurdan kesên ku zû hêrs tên û diqehirin re hêrsok an jî qahrok tê gotin. Herdu biwêj jî xwedî maneyek negatîf in.
Dema ku mirov hêrs ket an jî qehirî di bedena mirov de hinek guhertin jî peyda dibin. Tansîyon bilind dibe, dilê mirov zûtir davê, di bedena mirov zêdetir maddeya adrenalîn û noradnalîn peyda dibe.
Mirovê ku hêrs hatîye an jî qehirî ye dengê xwe bilind dike, destê xwe diguvişîne dike girmik, girmikên xwe nîşan dide, xwe digujîne, diranên xwe diguvişîne û nîşan dide, di devrûyê wî  de nîşanên bi tehdît eşkere tên dîtin.
Hêrsa ku ne pir giran e; mîna bêrehetî, tengî û bêkêfî yê xwe aşkere dike. Lêkolînên zanîngehan nîşan didin ku zêdetir dewisandina hîssa hêrs û qehirê dibe sedema nexaşîyên nefsî/psîkolojîk. Gor hinek psîkologan sedema nexaşîyên nefsî yên mîna depresyon, nexweşîya zêde xwerina xarin û zêde vexwerina alkolê dewisandina hîssa hêrs û qehirê ye. Nexaşîyên psîkolojîk di demên dirêj de dibin sedemên nexaşîyên bedenî jî. Mînak: Zêdebûna kolosterîn, bilindbûna tansîyonê, têkçûna dil, xerabûna herikandina xwînê û hwd.
Mirov çiqas rê bide derbûna vê hîsse weqas jî xwe van nexweşîyan diparêze. Rêdayîn bi kirina sporê, ji însanan re têkilî peyda kirin, ji xwe re hobî karxistin û hwd. dibe.
Mirovî pir zû û zêde hêrs dikeve û diqehire re va hesta bûye nexweşî. Mîna hemû hîssan/hestan va hesta jî bi pîvan mirovan tehluke û tehdîtan diparêze; dema bê pîvan bû jî dibe nexaşî.

Stuttgart, 05.02.2013, sêşem

Donnerstag, 17. Januar 2013

Îroj Sersala Destpêka Rojanê Ye


Par, ango sala çû, îroj min dest vê rojaneya xwe kir. Îroj sersala rojanê ye. Di vê navberê de meh bû min tenê nivisek nivisand, meh bû çend nivis. Heyan dest min hat hewlda xwe ku tu mehe bê nivis nebihurînim. Va hewldana ji min re bû sedemek ji bo nivisandinê jî. Di vî warî de rojane gihîşt armanca xwe. Di alîyên din de ji hîn zû ye ku mirov tiştekî bibêje. Hêvîdarim ku va rojaneya bibe hîn sedemên pir tiştên baş. Hewldan ji me, serkeftxistin jî ji Xwedayê me.
Dema mirov ji xwe re armancekê belu bike û ji bona vê hewlbide, ewê bigîhê armanca xwe. Dibe ku ew armanc gor xwestina wî kesî nemeşe, lê ew hewldan bi şiklekî bandore xwe nîşan bide. Gor bawerîya min tu tişt badîhewa nine, zû û dereng bandore xwe nîşan dide.
Îsal di 3ê vê meha rêbendanê/çile de Xwedê nesîp kir, min fuara kitêban ku li bajarê Duîsburga Elmanyê hatibû darxistin  serî lê da. Fuar li Elmanyê hatibû darxistin, lê weşanxaneyên tevî bûn li Tirkîyê hatibûn. Weşanxaneya Nûbihar jî beşdarî fuarê bibû. Min hinek kitêb/pirtûk girtin. Dema min pereyê kitêban da, çavên min kitêbekî din ket, bala min kişand. Min ew kitêba jî girt. Niha pir kêfxweşim ku girtina wê kitêbê jî nesîbê min bû.
Navê kitêbê: „Şev û Roj Berbiqa Li Ser Avê Me“. Niviskarê wê birêz Sidîq Gorîcan. Kitêb di sala 2012 de ji alîyê weşanxaneya Nûbihar ve hatîye weşandin. Helbestên kek Sidîq dema ku di kovara Nûbihar de tên weşandin jî bala min dikişînin. Lê vê kitêbê bi helbestên xwe zêdetir ez dorpeç kirim. Dixwezim ku her kesê xwendewan helbestan jî bixwînin. Helbest di nav berhemên edebî de mîna tacê/zerzenga serên padîşahan in.
Lê vir ji çend rojan pêşt ve hevalekî di facebookê de bidûhev çend çarînên helbestan pêşkeşî hevalên xwe kir. Di bin çarînekî de min şirovek wusa nivisand. „Gor kevneşopên me yên berê, dema kesekî li ser mijarek giran biaxifîya, di serî de bi çarinek helbestekî dest bi axaftina xwe dikir. Axaftin dû re jî bi çarînên helbestan dihat xemilandin. Bi vê şiklî ne tenê xîtabî mêjoyên guhdaran, xîtabî ruhê wan jî dihat kirin. Ji îhmalkirina ruh li vir ve me pir tişt wenda kir.”
Di van rojên dawîyê de min xwest ku di derbarî helbestê de hinek agahdar bibim. Ma helbest çî ye? Di înternetê de hinek lêkolîn pêk hanî. Di ansîklopedîya Wikipedia di beşa kurdî de du hevok hatibûn nivisandin. Min ew du hevok bi hinek hevokên din xemilandin. Îroj pê hesîyam ku hevalekî din ew hevokên me ji alîyên rêzimanî ve hinekî din serrast kirîyê. Ez dixwezim wan çend hevokên di Wikipediayê de li vir peşkeşî we bikim û nivisa xwe dawî bînim.
„Helbest an jî şiîr di edebiyatê de beşek girîng e; ku di edebiyata kurdî de beşa herî girîng e. Gor fikrên ekseriyetê li serê erdê destpêka edebiyatê bi helbestê bûye; ango berhema edebiyatê ya yekem helbest e.
Helbest, hunera derbirîna tecrûbeya dilînî û hiş, bi lêhûrbûn û ji dervê awayên ji rêzê, wateyên ziman, deng û lêdanan bi pergaleke belî dixebitîne ye. Bi corekî din helbest şêweyek vegotina wêjeyî ye ku bi sembolên dewlemend, bi peyvên birîtm û bi dengên ahangdar tê hûnandin. Lê dîsa jî tarîfeka ku herkes li ser ittîfak bike tune ye.
Di helbestê de bibîrxistin, nîgaş, sehek, feraset cihên girîng digirin. Vegotin zêdetir porkirî ye, bilêvkirin zêdetir bi muzîkî û bi tesîr e, hest zêdetir li pêş û hêzdar e. Hesteyên derûnî, rindîyek bandorker, nagihaniyek bi sir heye. Pêwendîyên di navbera peyiv û deng de bi awazî e. Helbest heqîqetê bi tehayûlan bilêv dike û li ba her xwendevanekî curecur bandor, întîba û bibîrxistanan derdixe holê. Di helbestan de ruhek heye ku xwendewanên xwe curecur dorpeç dike. Di navbera helbest, stran, muzîk û govend de pêwendîyek zexm heye.“

Stuttgart, 17.01.2013, pêncşem