Montag, 23. September 2019

Ancax Mirovê Durist xwe Nas Dike!

Roj bi roj, şev bi şev, jiyan dibihure, li pey hev. Gotinek pêşiyan jiyanê dişopîne pêlekan/derenceyan: „Hinek derdikevin jor, hinek jî dadikevin jêr.”
Di vê serencamê da mirov ji ber xwe ra pir tiştan tîne û dibe, biryara xwe dide û ji wan hinek tiştan tine, hinekan jî nikare bîne cih. Ango jiyan bi şiklekî dimeşe, li roja xwe ya dawî dipê.
Lê di vê pêvajoyê de ger mirov carna gotin û kirinên xwe ji ber xwe ra bîne û bide ber hev. Dema mirov wusa bike xwe baştir nas dike. Mirov xwe çiqas qenc nas bike weqas jî xwe ra dibe heval û dost. Dibe ku hinek kes bipirsin, ma mirov xwe nas nake? Di vî warî de bi rastî pir tişt hatine gotin û ewê hîn jî bên gotin. Lê gor nêrîna min mirov xwe kêm dinase û naskirin jî mîna ku em dihesibînin hêsan nîne.
Însan mexlûqek civakî ye û di nav civatê da tê meyandin. Di demên bihurî da dema civat dihat gotin zêdetir dewerên mirov di tê da dijiya dihat fêmkirin. Bi pêşveçûyîna teknîkê ra pir tişt hatin guhertin. Pir derfet derketin holê û ev derfet ji aliyên mirovan ve hatin bikaranîn. Hêdî hêdî têkiliyên kevn hatin jibîrkirin û yên nû cihê wan girtin. Bi van guhertinan ra hêdî hêdî mirov jî guherîn.
Guhertin di her demê da serencamek mirov e, lê tu carê mîna iroj bi bandor nebû ye. Wer dixuyê ku ewê roj bi roj bi bandortir bibe. Gor hinek pisporan mirov her roj zêdetir dibe kejalê pêşveçûnên teknîkî û yên kesên ku rêvebiriya teknîkê girtine bin destên xwe.
Di demên bihurî da destxistina derfetan bi zehmetî bû. Mirovan ger ji bo wan bi zehmetî pir hewlbidana. Di van demên nûjen ên em tê da dijin, zêdetir hilbijartin û biryardayîna ji bo derfetan bi zehmet e. Di vî warî da zanîna teorik carna dikare bibe asteng jî. Jiber ku mirov pir caran bi agahiyên nîvço û xelet dikarin werin dorpeçkirin û xapandin. Li hember vê dorpeçkirin û xapandinê giringiya tecrûbeyan derdikeve holê. Mirov tu car di jiyanê da tenê bi tecrûbeyên xwe nikare serbikeve. Lazim e ku ji tecrûbeyên însaniyetê û yên kesên derûdora xwe jî îstifade bike. Ji van tecrûbeyan îstifadekirin jî zêdetir girêdayî pêwendiyên mirovên bi civatê ra ye. Roja îroj du sedem di warê hilgirtina tecrûbeyan da asteng in.
Yek ji van roj bi roj gelsbûna pêwendiyên ciwatî ye. Ya din jî roj bi roj zêdebûna guherînên xwedî bandor ên li ser jiyana mirov in. Lewma mirov nikarin di demek kin da têra xwe tecrûbeyan bistînin. Ango tecrûbe di navbera mirovan da kêmtir tên berdêlkirin. Ji ber van sedemên sereke û hîn pir sedemên din hinek tecrûbeyên bi sedsalan in hatine komkirin, ji holê radibin.
Lewma mirov dikare bibêje ku însaniyet ji demek pir dijwar re derbaz dibe. Pir tiştên bi salan û sedsalan bingehiya têkiliyên mirovan bûn, serûbin dibin, di cihê wan da bingehiyên nû tên ava kirin. Di vê pêvajoyê da pir tişt tevûhev dibin. Mirov bi demê ra dikare hêdî hêdî hinek tiştan ji hevûdin safî bikin. Lê heta hinek tişt bên têgihîştin, pir tiştên ecêb û sosret jî bên kirin. Ger neyê jibîrkirin ku di vê safîbûnê da însan xwedî bandorek mezin e. Însan di biryardayînên xwe da gor mexlûqên din zêdetir hişmendar e û dikarê biryarên dijî hev in jî bide. Dema biryardayîn bi serê xwe nemîne û bi pratîkan were pejirandin wê demê mirov hêdî hêdî bikare li ser guhertinan tesîr bike û bi demê ra berê guhertinan bizivirîne. Bi hişmendî û biryardayînê însan aliyê xwe yê mîna şûrê dudevî aşkere dike. Devek wî desthilatiya wî ye û yê din jî berpirsariya wî ye.
Di vê pêvajoyê da tişta herî xeternak, cudatiya di navbera gotin û kirinên mirov da ye. Dikarim bibêjim ku çavkaniya pirsgirêkên nûjen di vir da derdikeve û dibe sedemên pirsgirêkên din. Pisporî ji gotinan ve hatiye girêdan û bala kesî nakokiya di navbera gotar û kirinan da nakişîne. An jî yek rabe û bixweze bal bikişîne li ser vê çewtiyê qet kes nagire ser xwe. Bi gotinek din ev çewtî hêdî hêdî ji aliyên her kesî ve hatiye pejirandin. Ev jî bûye sedema ji hevûdin nebawerkirina mirovan. Dema ji hev bawerkirin ji holê rabibe, têkiliya mirovan ên mirovahî jî ji holê radibe, ango însaniyet holê radibe. Wê demê jî meydan ji xapînakan û berjewendperestan re wê bimîne.
Ji hevûdin ketina şikê di serî de têkiliyên di navbera mirovan da dixeripîne û bi demê ra dibe sedema ya civatî. Tê zanîn ku muşkîlatên civatî dîsa li ser mirovên di nav civatê da dizivire. Ango çewtiyên civatî di çarçoveya civatê da namîne û yek bi yek mirovan digire bin bandora xwe.
Şik, ji bo mirov û civatê mîna jenga hesin e. Ev jeng hêdî hêdî, yek bi yek xwe berdide nav giyana mirovên civatê û bi demê ra dibe sedema pirsgirêkên wan ên derûnî.
Mirov bi mirovan re dikare însaniyeta xwe pêşt ve bixîne û bikemilîne. Ev jî girêdayiya ji hev bawerkirin û ji hev re dirust bûyînê ye. Ji hev bawerkirin bi duristiya mirov tê pejirandin. Mirov ger di serî de bi xwe ra durist be ku bikaribe kesên din ra jî durist bibe. Pîvana duristbûnê jî girêdayiya jihevhatina gotin û kirinên mirov e.
Mirovê ku bi kirinên xwe gotinên xwe pûç neke û tiştên ji bo xwe xwest ji kesên din ra zêde nebîne, ew mirovek durist e.

Stenbol, 09.09.2019