„Însan ne li ber germê tê ne jî
ber sarê“. „Her tişt di wexta xwe de xweş e“. Vana du biwêjên ku niha hatin
bîra min in. Di her zimanekî de bi sed û bi hezaran biwêj hene. Mirov bi wan
biwêjan dikin ku nîyet û meqsedên xwe bi avayekî kurt bilêvbikin. Dîsa jî em di
jîyana xwe ya rojane de pir caran vê gotinê dibihîsin: „Tu ji min fêm nakî!“
Çima bi hezaran
peyîv/kelîme hene û dîsan jî mirov nikare xwe îfade bike an jî mirovên wî
guhdarî dikin nikarin wî fêm bikin. Di vî warî de mirov dikare bi sed û bi
hezaran îzahet û şiroveyan rêz bike. Lê dîsa jî mesele neyê çareserkirin.
Tiştên ku bi hezar salanin ku nehatine bersivkirin ewê îro jî neyên
bersivkirin. Her kes gor bawerî û nêrînên xwe bersivekî bibînin, demekî li gor
vê bersiva xwe bimeşin, rojekî pê hesîyan ku ew bersiva wan têra wan nake, ji
xwe re bersivekî din bibînin. Bi vî şiklî „jîyana xwe bi teq û reqî“ bidomînin.
Û niha va pirsa li ber
guhên min re derbaz bû; çima bi teq û reqî? Ez her çiqas niha hilbidim ku li vê
pirsê re bersivekê bibînim jî ewê pirs û bersivên nû derbikevin pêş me. Va
mînaka jî nîşan dide ku tu car dawîya pirs û bersivan nayê. Lê dîsa jî em
nikarin jîyana xwe bê pirs û bersiv derbaz bikin. Ew parçeyek bingehîyên jîyanê
ne. Çer ku xwerin bê xoy nabe, jîyan jî bê pirs û bersiv nabe.
Saeta li ber çavên min
bi livên xwe ji min re peyxama/mesaja xwe ja „jîyan didome“ dişîne. Heyan em li
serê erdê dijên xwedî jîyanekê ne û ewê bidome. Dema em wê bidomînin hefsarê wê
li dest me da be, kengê ku me ew serberdayî berda ewê hefsarê me bigire dest
xwe. Ji ber ku jîyan valayîyê qebûl nake. Li ser va çend hevokên dawî mirov
dikare kitabekê binivsîne, lê dîsa jî nikare hemû bersivên pirsên ku derdikevin
holê bide. Û ez li vir yek du pirsên ku niha hatin bîra min peşkeşi we bikim:
Bi mirinê jîyan diqede an şiklê xwe diguhere? Mirov çiqas dikare hefsarê jîyana
xwe bigre destê xwe? û hwd.
Hûn jî dibînin ku tu
tişt mîna ku tê qebûl kirin hêsan nine. Dapîra mina rehmetî digot ku „nan nan e,
wexta mirov dike parî û dike devê xwe ger bicû ku here xar, wexta necû ewê nere
xar.“ Tu tişt bê sedem nine û tu tişt beredayî/badîhewa nîne.
Nîyeta min nivisandina
hinek tiştên din bû. Lê nivis mîna ku hûn dibînin wusa herikîya. Îsal waye em
di dawîya meha gulanê da ne, hîn jî hesreta rojên germ in. Şilî û şepelî, sar û
serma. Di va rojana de devê kî ve dibe nerazîya xwe tîne ziman. Niha heftek,
deh roj bidû hev hewa germ derbaz bibe nebe, îcar jî emê gilîyên rojên germ
bibihîsin.
Em çiqas gilîyên xwe
ji va rojên şilî û şepelî bikin jî darên ber derî bi şaxên/gulîyên xwe yên bi
hêz û bi pelên xwe yên kesk şahîya xwe dîyar dikin. Çukên li ser daran wîçinên
xwe kêf û zewqa xwe yê va rojên gulanê derdixin. Giyahên mêrg û beyaran bi
coşbûna xwe ji me re kêfxaşîyên xwe aşîkar dikin. Ava neqeb û newalan bi coşbûn
û xurxurîya xwe hişyarîya biharê dîyar dikin.
Gotinek almanan dibêje
ku „her tişt bi başî û nebaşîyên xwe re heye.”
Û gotinek me yê sofîyan jî dibêje ku „çer binêrî wusa dibînî.“ Îroj serê
sibê rojê bi tirîcên xwe em hişyar kirin. Niha jî asimanên hêşîn hêdî hêdî bi
ewrên mîna pembo tên porkirin. Her çiqas ewr kom dibin weqas jî gewr dibin.
Wana jî nişanên şilî û şepelîyê ne.
Roj xweş be, jîyan xweş be!
Stuttgart, 30.05.2013, pêncşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen