Demek dirêj e ku rojaneya min bê nivist ma. Her çiqas li ber
min re ji bo rojaneyê nivisandin dihat û diçû jî tu nivist derneket holê.
Wextek dirêj e ji xwe di mehê de nivistekî diweşînim. Wer xuya dikir ku va meha
tirmehê bê nivis derbaz bibe. Rojên dawîya mehê ne. Dixwezim niha bi çend
rêzan, ango hevokan be jî rojaneyê
mixemlînim.
Li vir çar rojan bêşt ve, devdevî êvarê ez û malbata xwe
erebeya/seyeraya xwe sîyar bûn. Me berê xwe da welat. Cara yekemin bû ku ez bi
rê ya reşayî yê dihatim welat. Li ber me li ser 3500 km rê hebû. Bi rastî
hinekî ji bi tirs bûm. Li pêşîya me çend dewlet hebûn. Li derbazbûna ser
sinoran çi li me biqewime belu nebû. Dî demên berê de gor gotinan tenê li ser
derbazbûna sinorekî 30 saet hatibûn sekinandin. Yek jî li ber me Bulgarîstan
hebû. Tiştên ku li Bulgaristanê hinek mirovan qewimiya bû jî ne tiştên baş bûn.
Ber berbangê em gihiştin Vîyana yê. Li wir ketin benzînxanekê
û demekê vêsa xwe girtin. Yên ku westîyabûn hinkî xewa xwe girtin. Roj hilda, rojek sor. Pişt
bilinbûna çend bostan tava sor ket pişt ewran û wenda bû. Em jî rabûn û rê
ketin. Berê me sinorê Macarîstanê bû. Li ser rêya me zêdebûna perperokên bi
bahozê tên çerixandin û cêranê peyda dikin bala min kişand. Wê rojê me
Macaristan û Sirbîstan bi roj derbaz kir. Me nedixwest bikevin Bulgaristanê.
Loma me bere xwe da Makedonya yê. Pişt avaçûyîna rojê re em ketin Makedonya yê.
Di gundên Sirbîstanên ku nîzika sinorên Makedonya yê bûn de misilman jî dijîyan ku minareyên mizgeftan
bi ronahîyê hatibûn xemilandin. Di meha remezanê de xemilandina minareyên
mizgeftan adetek osmanîye. Ew dewer jî bi salan di bin mayeta Osmanîyan de mane
û pir orf û edetên Osmanîyan girtin e.
Makedonya û Yunanistan me şev derbaz kir. Ji ber ku em pir
westîyayî bûn wê şevê me pir rê negirt. Her çiqas rê vala û baş bûn jî serê
sibê em bi zor gihîştin sinorê Tirkiye yê. Li derîyê Îpsala yê em ketin Tirkiye
yê. Derbazbûna tu sinorekî de ji me re muşkilat peyda nexistin. Guhertinên di
salên dawî yê di Tirkiyê de pêk hatine xwe sinor de dihatin temaşevankirin. Êdî
ew memûrên li jor ve me dinêrîyan û ji me re muşkîlat kardixistin nedihatin
dîtin, ji me re sohbet dikirin û henek dikirin.
Em ketin rê û me berê xwe da Sitembolê. Me nedixwest ku bikevin
nav bajêr. Otobahn jî wer sikûn nebû. Yek jî her şoforkî bi qeydekî dajot.
Mirov di serî de xwe şaş dikir ku sofortîyê bike, lê hêdî hêdî hin bûm. Ji
êvarê re em gihîştin Anqara yê. Li wir ji qasİ saetekî me vêsa xwe girt û dîsa
ketin rê. Qonaxa me ya dû Anqarê Pinarbaşi bû. Li wir em qasî 2 saetan ra
ketin. Pêş hildayîna rojê em dîsan ketin rê. Qonaxa me ya dû wê re Meletî bû.
Me xwest ku pêş çûyîna gund birayê minî ku li Amedê dijî ziyaret bikin. Me bere
xwe da Dîyarbekirê. Em li ber Elazîzê re derbaz bûn. Berê bûna em mecbûr di nav
bajêr ve biçûna. Nıha derî bajêr rêyek pir delal hatîye çêkirin. Em di vê rêya
li hember bajêr re derbaz dibe re çûn. Dû nîvroj em gihiştin Amedê.
Çar salên ku em nehatine lêdana welat. Dı navbera va çar salan
de di bajarê Dîyarbekirê de jî pir guhertınên aşîkar dikarin werin temaşekirin.
Du rojin Amed ji me re, em jî ji Amedê
re wext derbaz dikin.
29.07.2013, Amed / Dîyarbekir
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen