Nivisandin carna mîna vexarina tasek av rehet, carna
jî mîna qefsbûnê zor e. Lê çer dibe bila bibe nivisandin karekî bi ked e. Hinek
nivis di navbera saetekî an jî çend saetan de derdikevin holê, hinek nivis jî
dibe ku bi mehan, carna jî bi salan bikudîne.
Ger neyê bîrkirin ku her nivis berhemek jîyana
niviskar e. Ew hemu hewldanên niviskarên di jîyana wî de nebûna, ew nivisa jî
bi şiklê hatîye nivisandin nedibû. Lomaye ku nivis di derheqê çi de dibe bila
bibe balkêş e, bi qîmet e. Dibe ku ji bo wî/wê xwendewanî/ê nivisek bê qîmet
be. Qet bîr nekin ku ji bo wê/wî niviskarî pir bi qîmet e.
Mînak vê nivisa xwe ya ku li vir pêşkeşî we dikim
bidim. Bi salan çûm dibistan û zanîngehan. Bi salane kitaban dixwînim. Du sal
zêtir e jî di warê nexweşîyên psîkolojôk/nefsî de dişixulim. Û çend rojên, her
roj kêm û zêde ji vê nivisê re kardikevim. Êdî hûn hesab bikin! Çiqas wext ji
bo vê nivisê hatîye bihurandin?
Kerem bikin, bixwînin!
Hêrs û Qehir
Di
psîkolojîyê de behsa çar hesteyên/hîssên bingehî tên kirin. Ji wan yek hêrs e.
Hemu mirov xwedî wê hestê ne û tunebûna wê kêmasîyek/nexaşîyek mezin e. Bi xwe
sedemek nexaşîyên psîkolojîk/nefsî serûbina wê hestê ye. Ji hinek hal û
hereketên mirov re va hesta rêberîyê dike. Hêrs û tirs hesteyen ku mirov ji
tehlukeyan diparêzin . Tirs zêdetir fermana rev û dûrketinê dide. Mirov bi
durketin û revê xwe vê rewşê, ango tehlûkeyê diparêze. Li ba hêrsê zêdetir bi
tehdîtkirin û lêdanê mirov xwe diparêze. Mînaka vê nivisê di derheqa
hîssa/hesta hêrs û qehir de agahdarî dayîn e.
Bi biwêjên hêrs û qehirê grûbek hîssên/hestên nebaş ên mirov tên
bilêvkirin. Hêrs û qehir hesteya ku li hember tehdît an
jî heqareta halekî an jî mirovekî bi dijwarî derdikeve holê re tê gotin. Ango
hêrs û qahir li ser halekî, li ber mirovekî an jî bîranîyekê ve ji cîh de di dilê mirov
de negatîf xwe nîşan dide.
Hîssên di vî warî de, yên herî bi hêz re qahir, yên
hinekî kêmtir xwe nîşan didin re jî hêrs tê gotin. Va hîssên di dilên mirov de
peyda dibin gor xwestina mirov dernakevin holê û mirov nikare di serî de pêşîya
wan bigire. Tiştê ku vê hestê/hîssê tîne hereketê dibe ku tiştekê xirab, an jî
nexaşîyek be.
Mirov dikare hêrsa xwe di dilê xwe de veşêre û nîşan nede. Lê qehir weqas
bi hêze ku bi hal û hereketên mirov xwe aşkere dike û nikare were vêşartin.
Qahir pir caran dibe sedema şîddetê. Bi zêdetir pevçûn bi sedema hêrs û qehirê derdikevin.
Mirovên bi hêrs nikarin xwe kontrol bikên û pirsgirekên xwe çareser bikin. Loma
hêrsa wan dibe sedema zêdebûna pirsgirêkan.
Peydabûna hêrs û qehirê, nîşandana wan û herekêtên
hember wan gor orf û edetên ku mirov di tê de hatîye perwerdekirin dikarin
curecur bibin. Di pir civatan de nîşandina wan hîssana pir jî baş nayên dîtin û
mirov ji bona wan tên şermezarkirin. Li bam e kurdan kesên ku zû hêrs tên û
diqehirin re hêrsok an jî qahrok tê gotin. Herdu biwêj jî xwedî maneyek negatîf
in.
Dema ku mirov hêrs ket an jî qehirî di bedena mirov de
hinek guhertin jî peyda dibin. Tansîyon bilind dibe, dilê mirov zûtir davê, di
bedena mirov zêdetir maddeya adrenalîn û noradnalîn peyda dibe.
Mirovê ku hêrs hatîye an jî
qehirî ye dengê xwe bilind dike, destê xwe diguvişîne dike girmik, girmikên xwe
nîşan dide, xwe digujîne, diranên xwe diguvişîne û nîşan dide, di devrûyê wî de nîşanên bi tehdît eşkere tên dîtin.
Hêrsa ku ne pir giran e; mîna bêrehetî, tengî û bêkêfî
yê xwe aşkere dike. Lêkolînên zanîngehan nîşan didin ku zêdetir dewisandina
hîssa hêrs û qehirê dibe sedema nexaşîyên nefsî/psîkolojîk. Gor hinek
psîkologan sedema nexaşîyên nefsî yên mîna depresyon, nexweşîya zêde xwerina
xarin û zêde vexwerina alkolê dewisandina hîssa hêrs û qehirê ye. Nexaşîyên
psîkolojîk di demên dirêj de dibin sedemên nexaşîyên bedenî jî. Mînak: Zêdebûna
kolosterîn, bilindbûna tansîyonê, têkçûna dil, xerabûna herikandina xwînê û
hwd.
Mirov çiqas rê bide derbûna vê hîsse weqas jî xwe van
nexweşîyan diparêze. Rêdayîn bi kirina sporê, ji însanan re têkilî peyda kirin,
ji xwe re hobî karxistin û hwd. dibe.
Mirovî pir zû û zêde hêrs dikeve û diqehire re va hesta bûye nexweşî. Mîna
hemû hîssan/hestan va hesta jî bi pîvan mirovan tehluke û tehdîtan diparêze;
dema bê pîvan bû jî dibe nexaşî.
Stuttgart, 05.02.2013, sêşem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen