Freitag, 29. September 2017

Derhișî û Bêhayjêbûn

Dema em hinek kirin û bûyerên ji demên berê dibihîsên ji me re pir ecêp tên. Hișê me wan tiștan qebûl nake, an jî em ber neçarî û bêxweditiya wan dikevin. Xwe ji hinek xeyal û ramanan re berdidin. Tiștên wusa ji bo xwe çewt dibînin, di dil û hișê xwe de wan ji xwe dûr digirin.
Lê bi rastî di hemdema me ya nûjen de jî pir tiștên ku xwe dișipînin ew tiștên dema berê, yên ku ji me re pir ecêp tên hene. Hinekên wan di jiyana me de jî zindî ne. Lê ber hinek sedeman, șert û șûrtan em ji wan bêhayjêne.
Bi rastî tu mirov nikare haydarê hemû tiștên derûdora xwe, hemû hal û ehwalê xwe bibe. Di warê nehayjêbûna hemû tiștên derdûdorê de îtirazek pir bi xurt jî tune. Her kes di vî warî de dizane ku pir tișt diqewimin û hayjêya mirov jê nabin. Di warê bêhayjêbûna hinek raman û tevgerên xwe de pir caran wusa nayê dîtin. Pir kes qebûl nakin ku ew carna haydarê gotin û kirinên xwe nînin. Vanî ji xwe re kêmasî dibînin. Lewmaye ku hinek mușkîlatên xwe yên derûnî qebûl nakin, ji bo çareseriya wan piștgiriyê naxwezin, li ba pirskirekên malbatî û pêwendî bala xwe zêdetir dikișînin li ser morovên din. Dema mirov di pirsgirêkan de para xwe pașçavkir nikare çareseriyan jî jê re bibîne. Lewma tê gotin ku “Bi teșhîsek rast mirov dikare tedaviyek rast cîh bîne.”
Bi salane pisporên îlmê psîkolojiyê/derûniyê di vî warî de xebatan dikin, lêkolînan dardixin, tez û antîtezan dîyar dikin, pirtûkan dinivîsînin û di zanîngehan de li ser van mijaran perwerdeyê dikin. Lê dîsan jî îzahetek têra hemû mirovan bike tune û ewê nebe jî. Tu mirov di sedi de sed mîna mirovekî din nîne û her mirov xwedî aliyekî cuda ye. Bi vê cudayiyê re tekanetiya/yektayiya mirov derdieve holê. Di alîyekê de jî her mirovek însanek e û aliyên wan ên muștêrek hene. Li ser van aliyên muștêrek mirov dikarin hinek îzahetên muștêrek tesbît bikin û ji bo rêvebir û çareseriya wan hinek teorî û tezên muștêrek diyar bikin.
Di psîkolojiyê de bêj bi bêj șax û nêrîn hene. Di warê kûrahiya derûniya însan de psîkoanalîtîk xwedî hêzek zexm e. Gotinên derhiș û binhiș di psîkoanalîtîkê de mijarên girîng in. Sîgmûnd Freud li ser van mijarên kesayetî gelek șixul kiriye. Di rêberiya wî de pir pisporên din ew nêrînên wî berfireh û kûr șopandin e. Yek jî Carl Gustav Jûng heye. Wî jî di vî warî de hinek biwêj û peyvên nû û balkêș derxistiye holê û bikaraniye. Xwestiye ku wateya wan kûr û berfireh pêșkeșî mirovan bike.
Gor Jûng derhișî tenê tiștek șexsî nîne, gêrêdayiyê dîroka civaka ku zarok di tê de hatiye dunê û perwerde bûye ye jî. Jûng behsa derhișiyek kollektîf dike. Mirov pir caran bêhayjêbûn di berpirsiyar, qerar û tevgerên xwe de di bin tesîra derhișiya kollektîf da ye. Yek jî gor Jûng kesayeta her mirovekî xwedî siyekê ye. Siya keseyata mêran jin (anîma), ya jinan jî mêr (anîmûs) e. Ango anîma arketîpên mê ne, di mêran de ne; anîmûs jî arketîpên nêr ên, di jinan de ne. Li ba pir hal û hereketên mirov siya kesayeta wê/î jî rolek girîng dilihîze.
Peyva arketîp cara yekemîn ji aliyê Jûng ve tê bikaranîn. Bi grekî tê wateya dîmenên dîrokkevn. Bi qalibên fêrbûyî ji demên pir kevn de hatine standin û di derhișa mirov de cîh girtine. Arketîp dînamîk in û bondora xwe li ser hișê mirov dikin. Zêdetir bi rêya çîrokan, çîrçîrokan û destanan di hișê zarok de cîh digirin. Stranên dengbêjên kurdan çavkaniyên bêserûbin ên ji bo avabûna arketîpên hișên kurdan in[i].
Dema mirov tesewûfê dinêre, pê dihese ku di vî warî de li ser derûniya mirov pir tișt hatine gotin û kirin. Ji ber ku em demek dirêj e li bin bandora nûjentiyê da ne. Di serî de di dibistanan de, dû re jî bi medyayên nûjen em li her aliyê ve hatine dorpeç kirin. Lewma îzahetên tesewûfî ji me re xerîb tên. Di aliyê din de îzahetên psîkolojiya nûjen jî baș nayên têgihandin, li ber ku derhișiya me ya kollektîf hîn di bin bandora kevneşopên gelê me da ye. Bi rastî bi gotina elmanan em “di navbera du kursiyan de mane”, nizanin li ser kîjan kursiyê rûnin; bi gotina tirkan “em di navbera mizgeft û dêrê de mane”, nizanin herin kîjanî. Van çewtiyên wusa li ser me zahf tesîrên dijwar dikin û carna em șaș dimînin ku çi bikin û li bervî kîjan alî ve bilivin.
Li serê erdê tu car reng tenê spî û reș pêk nayên. Lazime ku mirov ji hemû rengên li serê erdê îstifade bike û ji xwe re rengên kesayetî derbixe. Me jor jî hanî ziman ku rengên kesayetiyên bê bandora civakî ne mumkîn in. Divê mirov “li ser koka xwe aj bide” ku bê rîçik nemîne, xwe pêșve bixe, di nav nakokiyan de negevize, xwe hedar/ziyan neke. Va jî tiștek weqas hêsan nîne. Jiyanek bihiș û berpirsyarî tu car rehet nîne, ger mirov ber xwe bide. Lewmaye ku gotina “berxwedan jiyan e” pir tê bihîstin, herçiqas pir caran di wateya siyasî de were gotin jî.
Guhertin tiștek baș e. Jiyan bi xwe li ser guhertinan avaye. Lê mîna her tiștî guhertin jî ger bi pîvan be û di çarçoveya xwe de biqewime. Çi dibe bila bibe, wexta bi pîvan nebû ji mirov re dibe mușkîlat. Yek jî di guhertinê de îqnabûn û jixweser pir girîng e. Guhertinên bi tade û zorê pir caran kesan ji mirovahatiyê der dixin, dikin mîna leyîstok. Kesên wusa di derûniya xwe de her dem dojeyê dijin, her dem ji bo xwe û derudora xwe bi tehlûke ne.
Em dîsan bizivirin li ser hevokên destpêka nivîsê. Tiștên ku di dema berê de qewimîne û ji me re pir ecêb tên di vê jiyana me ya hemdem de jî xwe dubare dikin. Lê pir caran em ji wan nahesên. Ma çima em hayjêdarên wan nînin? Li jor min xwest ku di derheqê derhișê de hinek agahdariyan/malûmatan bi kurtayî binivîsînim ku bersiva vê pirsê hinekî hêsantir û așîkartir bibe. Lê dîsan jî bawer nakim ku têgihiștin weqas hêsan be. Bi mînakekê dibe ku hinek gotin baștir werin fêmkirin/têgihiștin.
Dibêjin ku di gundekî de ciwanekî sewî hebûye. Ew û diya xwe bi hev re di malekê de bi neçarî jiyana xwe didomînin. Ji ber ku sêwî ye kes pir qedr û qîmetê nade wî. Rojekê axa xeber dișîne gund ku sibe hemû merên li gund werin zevîya axa biçinin/bidûrin. Her kes ji êvar ve haziriya xwe dike, dasên xwe yên genim disûn û di șevaqa/berbanga sibehê de dikevin rê diçin li ber zevîya axa. Xortê me yê sêwî jî li ba wan e.
Dest pê dikin zeviyê diçinin. Bi helan dayîn û coșkirinê pale dișixulên. Nîvro dibe, nanên xwe dixun. Bi dû nanxarinê hinekî vêsa xwe digirin û dîsa dest bi kar dikin. Hewa germ, tirîcên tavê jî bi hêz in, mîna tîrên pîj di cilên paleyan de xwe digihînin canên wan. Êdî westiyane jî, pir deng jî ji wan dernakeve. Xortê sêwî hinekî bi xwe coș dibe û helanekî diyar dike:
-   Hatim, lo ez hatim! Ka kî dikare ji min re bikeve bezê! Min xwe hîn da ber!
Axayê di bin siya darê de rûniștî helana xort dibihîse û ji xwe re hinek wateyên çewt jê hildigire. Ra dibe tê ba xort, tû serûçavên wî dike û jê re kufran/xerewan dide, lef û gefan dixe. Dibêje:
-   Ma kurê kerê! Te heta niha xayîntî kir, neșixulî. Kar waye li ber qedandinêye, tu hîn dibêjî “min xwe hîn da ber”.
Kar diqede, gundî westiyayî diçin mal. Diya xort jî bi mereq benda kurê xwe ye. Ka kurê wê ji wê re çi xeberan bîne. Xort bi devken di derî de dikeve hundir. Diya wî kêfxweșiya kurê xwe dihese û jê pirs dike:
-   Ma kurê min, xêr e! Çi bû ku tu weqas kêfxweș î?
Xort bi dilxweșî bersiva diya xwe dide:
-   Dayê! Dayê! Axa îroj ji min re axifî!
Dema em çîrok û meselokên wusa dibihîsin, dilên me li wan kesên xaw, neçar û bêkes dișewitin. Carna derhiș em xwe qure dikin û bi wan kesan henekên xwe jî dikin. Bi rastî di jiyana me de carna em jî dikevên wan rewșan. Lê hayjêya me li me tune.
Ji we re çend mînakên hemdemiyên dișopin mînaka xortê sêwî pêșkeș bikim. Dibe ku em hinek zêdetir bala xwe bidin xwe û rastiya xwe bihesin.
Carna bi yekek meșhûr re fotograf kișandin, bi wê fotografê kêfxweșbûn, xwe qure kirin, ne mîna mînaka xort te? An jî du-sê qat bihatir kincek an jî solen ku yekî/ê meșhûr xwe kiriye an jî reklama wî kiriye kirandin pir tiștek biaqiliye? An jî mirovên her roj pir tiștên xwe yên mahrem di înternetê de teșhîr dikin û bi wan xwe qure dikin pir ji xortê sêwî cudatir in?
Lewma mezinên me gotine: “Pêștve derziyê li xwe bide, dûv re șijûnê kesên din!”

Hesen Polat, Stuttgart, 28.09.2017, pêncșem

Dienstag, 19. September 2017

Berpirsyarî û Nivîskar

Xwendin nîmetek zaf baș nebûna Xwedê qet digot “Bixwîne!” Lê nivîsandin xwendinê baștir e. Naxwezim va gotina min mîna pirsa zarokên piçûk tê kirin reș û spî bi dijî hev were têgihandin. Mezinên me pir caran derhiș zarokên piçûk dipirsin: “Ma tu diya xwe an bavê xwe pir hez dikî?” Pirs bi serê xwe felaketek e. Lê em bi vê pirsê namînin. Dema zarok bibêje: “Herduyan jî!”, va bersiv têra me nake, emê bibêjin: “Na herdu nabin, kîjanî/ê pir hez dikî?” Hayjêya me li me tune ku em bi nakokîyên wusa jiyana xwe û zarokên xwe li ser nakokiyan ava dikin. Ew pirsên me mîna pirsa “Tu nan an avê pir hez dikî?” ye.

Nivîsandin nîmetek ji xwendinê baștir e, lê bê xwendin jî tu car nivîsandin nabe. Pêvendiyek zexm di navbera wan de heye. Dîsa jî ger em pê bizanin ku mirov dikare tenê bi xwendinê qîma xwe bine. Ango dikare tenê bixwîne û xwendewan bimîne. Lê nivîsandin ne wusa ye. Mirovê ku dinivîse ger bixwîne jî. Bê xwendin tu kes nikare nivîsandinê pêștve bibe û bidomîne. Ji bo nivîskar xwendin zexîre ye. Mîna ku mirov bê xarin û vexarinê nikare jiyana xwe berdewam bike, bê xwendin jî mirov nikare nivîskariya xwe berdewamke. Lê va nayê wê wetayê ku mirovên pir dixwînin dikarin binivîsînin jî. Bi rastî hîn pir șert û șurtên din hene. Di vî warî de lazime ku mirov lêkolînekê bike.

Gotinek meșhur dibêje “Peyîv zîv be, sikut zêr e.” Va gotina navdar așîkar dike ku mirov ji gotinên xwe re berpirsiyar e. Di vî warî de gotinek din heye “An bi rastî bipeyîve, an jî bê deng bimîne.” Gotinek din dibêje “Her gotinên rast li her derê nayên gotin, lê tiștên tu dibêjî ger bi rast bin.” An jî “Soz difire, nivîs dimîne.” û hwd.

Ji van gotinan her yek bala me dikișîne li ser peyamekê. Nivîskar kesek di zevîya bi mayîn de xwe dilivîn e. Her dem tehlûkeya teqandina mayînê û zerardayîna wê heye. Lê dîsa jî nivîskar bi nivîsên xwe dikare pêșbazî û rêberiyê ji xwendexanên xwe re bike, ji bo kamilandina wan parek pêvist bistîne. Her çiqas di van rojên nûjen de mirov tenê gotinên mirovan bimêzin û kirinên wan nemêzin jî pêvendiyek zexm di navbera gotin û kirinên mirov de heye. Nivîskar ger li ba nivîsên xwe kirinên xwe jî li ber xwe re bîne û gor wan binivsîne. An jî li ba kirinên xwe nivîsên xwe jî li ber xwe re bîne û ji wan re nekeve çewtiyê ku bondora wan zêdetir li ser xwendewanan bibe. Ango xwe ne bi tenê bi kirinên xwe, bi gotin û nivîsên xwe jî berpirsiyar bibîne.

Çîrokek kilasîk heye. Tê gotin ku mêșvanek û kurekî wî yê hîn zarok e hebûne. Mișvan kurê xwe pir hez dike. Qasî ew kurê xwe hez dike kurê wî jî șîraniyê pir hez dike. Lê șîranî li wî nayê, herçiqas șîraniyê zêde dixe pê nexweș dikeve. Mêșvan ji ber karê xwe xwedî zahf hingiv e. Herçiqas dizane xarina hingiv ji bo lawê wî nebaș e jî nikare lawê xwe ji xarina hingiv dûr bixe. Ji ber xarina hingiv lawik tim nexweș e. Bi rastî mêșvan șaș bûye, nizane ku çi bike.

Rojekê yek ji wî re dibêje ku filan dewerê alimek zîrek û xurt heye. Lawê xwe bigire bibe ba wî alimî. Dibe ku ji te re çareseriyekê bibîne.

Mêșvan bi destê lawê xwe digire, diçin cem alim. Bi dû xoșûbêjê ve alîm sedema hatina mêșvan pirs dike. Ew jî mușkîlata xwe tîne ziman. Alîm ji wî re dibêje:

-          Kurê xwe bigire here mal. Dû çil rojan dîsan bi hev re werin ba min.

Mêșvan dîsa bi destê lawê xwe digire û tên mal. Çil roj mîna berê derbaz dibin. Dema çil rojên wan temam dibin mêșvan dîsan bi destê lawê xwe digire û diçin ba alim. Alim wan distîne ba xwe, dide runiștên û dest pê dike ji lawik re mîna ew têbigihîne șîretan dike. Dû șîretên xwe ji lawik soz distîne ku ew edî pir hingiv nexe. Lawik jî sozê dide wî. Dizivire bavê lîwêk û jê re dibije:

-          Tu niha dikarî lawê xwe bigirî herî mal. Hêvîdarim ku ew li ser soza xwe bimîne.

Mêșvan û lawê xwe tên mal. Bi rastî jî lawik li ser soza xwe dimîne û wê rojê șuve zêde hingiv naxe û nexweș nakeve.

Dema alim ji lawên mêșvan re șîret kirin ew bi xwe jî di serî de heta dawîyê li ba wan bû. Bê șîretkirin û ji lawik re bi dilxweșî peyîvandina alim ji tiștek din nehesiya. Ji wî re bû mereq. Ma çima wî alimî cara yekemîn ew șîretên xwe nekir û em șandin mal. Lewma kurê min zêdetir çil rojî nexweș ma. Wî dikarî cara yekemîn ji kurê min re wusa têkildarbe û eynî șîretan bike. Ma gelo çima çil rojan em dan sekinandin?

Mêșvan êdî ji ber mereqan nikare raweste. Ra dibe dikeve rê, diçe ba alim. Dû silav û xoșûbêjê alim ji sedema hatina wî û rewșa kurê wî jê dipirse. Mêșvan șukra xwe jê re pêșkeș dike û dibêje:

-          Ezbenî, hemd ji Xwedê re, bi șîret û tevgeriya te yên li kurê min re ez pir kêfxweș im. Bi rastî jî kurê min li ser soza xwe ma û êdî zêde hingiv naxe. Lewma nexweș jî neket. Sedema hatina min tiștekî din e. Mereqek ji ba min peyda bû ku êdî ez nikarim xwe ji vê mereqê rawestim. Ma te çima em çil rojan dan sekinandin û cara yekemîn ew șîretên xwe dîyarî lawê min nekir?

Alim hinekî devken dibe û bersiva pirsa mêșvan wusa tîne ziman:

-          Birayê min. Dema hûn cara yekemîn hatin ba min û we pirsgirêka xwe ji min re got ji mala min de hingiv hebû. Ez jî șîraniyê hez dikim û min jî bi dilxweșî hingiv dixar. Ango ez jî mîna kurê te bûm. Ma min çer dikarî bi dilekî asan û bi wîjdanekê rehet ji kurê te re bigotana hingiv nexe. Min hesab kir ku hingivê li mala min di demekî șuve biqede. Dû çil rojan êdî hingivê ez bixim nemîne. Wê demê jî ez dikarim di dilxweșî û rehet kurê te re ji bo nexarina hingiv û ji sihheta xwe xwedî derketinê șîretan bikim. Sedema çil rojan ew e!

Em dizanin ku di çanda me de bi hîkayetan nesîhet kirin isûlek bingehiye. Bi vê çîrokê alim û rêberên me xwestine bala mirovan bikișînin li ser ahenga di navbera gotin û kirinên mirov. Hetan va ahenga berdewam bû mușkîlatên rojane jî bi șiklekî derbaz dibin û diçûn. Lê bi guhertin û mercên nûjen ve ahengên wusa ji holê rabûn. Mixapên nêrînên mirovan bi demê re hêdî hêdî hatin guhertin û nakokiyên wusa mîna biaqilbûn û karên xwe zanîn hatin qebûl kirin. Bi demê re alim û rêberên me jî ketin vê govendê. Loma zêdetir hat bihîstin ku “Xwe ji gotinên aliman bigrin, lê xwe ji kirinên wan dûr bixin”. Mirov dikare bibêje ku va gotin bi xwe sîyasetek dijî çand û alimên me bûn. Lê bi rastî alimên dirust hatin perçiqandin û ên çewt ji me ra hatin pêșkeșkirin. Bi demê re em jî teqalî wan ketin. Êdî ji bo me jî çewtiyên di navbera gotin û kirinên wan normal hatin dîtin. Bi vê dîtina me re xêr û bereketên me jî holê ra bûn.

Pêvajoyek e di nav me de roj bi roj belav dibe. Bi rastî li hember vê pêvajoyê pir hêz jî nemaye. Hêza herî mezin qerar dayînek șexsî ye. An em jî xwe daxîlî vê pêvajoyê bikin û menfeeta xwe ya rojane binêrin. We demê jî êdî qîmetek gazî û giliyên me namîne. An jî hetan ji dest me tê em xwe ji vê qirêcê biparêzin. Di serî de bi kirinên xwe, hetan li dest me tê bi gotin û nivîsên xwe li hember vê pêvajoyê bitekoșînin. Lê jibîr nekin ku tekoșîn ger bi șert û șurtên edebî bin. Wusa nebe tu qîmetek xwe namîne.

Her çewtî û nakokî di serî de xwediyên xwe diherimînin.


Stuttgart, 18.09.2017, duşem

Freitag, 15. September 2017

Tevger û Guhertin

Min îroj ji nexweșek di nexweșxaneya derûnî/psîkolojî da ye re tercûmantî/wergerî kir.
Nexweș got: Îroj di serê sibehê de min xwe pir baș hîs kir, lê niha ez nebaș im.
Psîkolog/derûnnas jê pirsî: Çi di aqlê te de derbaz bû?
Wî got: Di aqlê min de derbaz bû ku nexweșîyek giran û xirab li min biqewime û ezê bimirim. Bi vê ramanê re tirsek ket zikê min û ez pir bêrehet bûm. Niha tepelîga serê min ji min re wek cemed/qeșa sar e.
Psîkolog got: Di aqlê mirov de dikare her bêj raman derbaz bibe. Va tiștek pir normal e. Ê girîng fikrên di aqlên mirov de derbaz dibin nînin, ê girîng têgihîniya wan fikran/ramanan e. Wexta mirov ji wan repêvendiyekê ava neke ewên demek șuve bên jibîrkirin. Lê wexta mirov li pê wan ket, an jî ew tiștên wusa çima di aqlên min re derbaz dibin got û bêrehetiya xwe nîșan da edî bi wê ramanê re ye, di ber xwe re tîne û dibe.
Psîkolog li dû van gotinên xwe mîsalek/mînakek wusa da:
Mijûl bibe ku tu li ber çemekî sekinî û ava diherike temașe dikî. Avê pir qirșûqal, tiștûmișt dane ber xwe ji xwe re dibe. Heta ku tu tenê temașevan bî, ew tiștên di nav avê de diherikin biçin, li ber çavên te wenda bibin û tu wan jibîr bikî. Lê wexta tu ji wan tiștan yekî bixwezî ji xwe re bigirî û xwe biavêjî nav avê û rabihiștî; an tu tev wî di avê de biçî, an jî wî ji xwe re derbixî û ew êdî yê te be.
Raman jî wusane. Dema di aqlê mirov de derbaz dibin gor têgihîna mirov an diherikin û tên jibîrkirin, an jî mirov wan xwedî derdikeve û dike ramanên xwe. Dema fikrek di serê mirov de cîh bû bandora/tesîra xwe jî li ser mirov bibe.
Ez ji vir ji bo fêmkirina mijarê dixwezim hinek agahiyên din binivîsim:
Di psikiyatriyê û psîkolojiyê de sêkoșek/sêtîzek tê çîzkirin. Li ser her koșekê ji van peyîvan/kelîman yek tê nivîsandin: Raman, hest/hîs û tevger. Di navbera wan de tîrek dualî tê kișandin. Bi vê tîrê tê gotin ku bandoriyek dualî di navbera van de heye. Zora mirov di nav van de herî kêm li ser guhertina ramanê ye, herî zêde jî li ser guhertina tevgerê ye. Wexta mirov bi raman û hestên xwe re dilxweș nîne ger tevgerên xwe hêdî hêdî biguherîne ku di demek dirêj de hêdî hêdî hest û ramanên wî jî werin guhertin.
Ji vê isûla tedaviya/nojdariya psîkolojiyê re “tedaviya/nojdariya bi tevgerê” tê gotin.


Stuttgart, 12.09.2017, çarșem