Min
îroj ji nexweșek di nexweșxaneya derûnî/psîkolojî da ye re tercûmantî/wergerî
kir.
Nexweș
got: Îroj di serê sibehê de min xwe pir baș hîs kir, lê niha ez nebaș im.
Psîkolog/derûnnas
jê pirsî: Çi di aqlê te de derbaz bû?
Wî got:
Di aqlê min de derbaz bû ku nexweșîyek giran û xirab li min biqewime û ezê
bimirim. Bi vê ramanê re tirsek ket zikê min û ez pir bêrehet bûm. Niha
tepelîga serê min ji min re wek cemed/qeșa sar e.
Psîkolog
got: Di aqlê mirov de dikare her bêj raman derbaz bibe. Va tiștek pir normal e.
Ê girîng fikrên di aqlên mirov de derbaz dibin nînin, ê girîng têgihîniya wan
fikran/ramanan e. Wexta mirov ji wan repêvendiyekê ava neke ewên demek șuve bên
jibîrkirin. Lê wexta mirov li pê wan ket, an jî ew tiștên wusa çima di aqlên
min re derbaz dibin got û bêrehetiya xwe nîșan da edî bi wê ramanê re ye, di
ber xwe re tîne û dibe.
Psîkolog
li dû van gotinên xwe mîsalek/mînakek wusa da:
Mijûl
bibe ku tu li ber çemekî sekinî û ava diherike temașe dikî. Avê pir qirșûqal,
tiștûmișt dane ber xwe ji xwe re dibe. Heta ku tu tenê temașevan bî, ew tiștên
di nav avê de diherikin biçin, li ber çavên te wenda bibin û tu wan jibîr bikî.
Lê wexta tu ji wan tiștan yekî bixwezî ji xwe re bigirî û xwe biavêjî nav avê û
rabihiștî; an tu tev wî di avê de biçî, an jî wî ji xwe re derbixî û ew êdî yê
te be.
Raman
jî wusane. Dema di aqlê mirov de derbaz dibin gor têgihîna mirov an diherikin û
tên jibîrkirin, an jî mirov wan xwedî derdikeve û dike ramanên xwe. Dema fikrek
di serê mirov de cîh bû bandora/tesîra xwe jî li ser mirov bibe.
Ez ji
vir ji bo fêmkirina mijarê dixwezim hinek agahiyên din binivîsim:
Di
psikiyatriyê û psîkolojiyê de sêkoșek/sêtîzek tê çîzkirin. Li ser her koșekê ji
van peyîvan/kelîman yek tê nivîsandin: Raman, hest/hîs û tevger. Di navbera wan
de tîrek dualî tê kișandin. Bi vê tîrê tê gotin ku bandoriyek dualî di navbera
van de heye. Zora mirov di nav van de herî kêm li ser guhertina ramanê ye, herî
zêde jî li ser guhertina tevgerê ye. Wexta mirov bi raman û hestên xwe re
dilxweș nîne ger tevgerên xwe hêdî hêdî biguherîne ku di demek dirêj de hêdî
hêdî hest û ramanên wî jî werin guhertin.
Ji vê
isûla tedaviya/nojdariya psîkolojiyê re “tedaviya/nojdariya bi tevgerê” tê
gotin.
Stuttgart,
12.09.2017, çarșem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen