Dienstag, 19. September 2017

Berpirsyarî û Nivîskar

Xwendin nîmetek zaf baș nebûna Xwedê qet digot “Bixwîne!” Lê nivîsandin xwendinê baștir e. Naxwezim va gotina min mîna pirsa zarokên piçûk tê kirin reș û spî bi dijî hev were têgihandin. Mezinên me pir caran derhiș zarokên piçûk dipirsin: “Ma tu diya xwe an bavê xwe pir hez dikî?” Pirs bi serê xwe felaketek e. Lê em bi vê pirsê namînin. Dema zarok bibêje: “Herduyan jî!”, va bersiv têra me nake, emê bibêjin: “Na herdu nabin, kîjanî/ê pir hez dikî?” Hayjêya me li me tune ku em bi nakokîyên wusa jiyana xwe û zarokên xwe li ser nakokiyan ava dikin. Ew pirsên me mîna pirsa “Tu nan an avê pir hez dikî?” ye.

Nivîsandin nîmetek ji xwendinê baștir e, lê bê xwendin jî tu car nivîsandin nabe. Pêvendiyek zexm di navbera wan de heye. Dîsa jî ger em pê bizanin ku mirov dikare tenê bi xwendinê qîma xwe bine. Ango dikare tenê bixwîne û xwendewan bimîne. Lê nivîsandin ne wusa ye. Mirovê ku dinivîse ger bixwîne jî. Bê xwendin tu kes nikare nivîsandinê pêștve bibe û bidomîne. Ji bo nivîskar xwendin zexîre ye. Mîna ku mirov bê xarin û vexarinê nikare jiyana xwe berdewam bike, bê xwendin jî mirov nikare nivîskariya xwe berdewamke. Lê va nayê wê wetayê ku mirovên pir dixwînin dikarin binivîsînin jî. Bi rastî hîn pir șert û șurtên din hene. Di vî warî de lazime ku mirov lêkolînekê bike.

Gotinek meșhur dibêje “Peyîv zîv be, sikut zêr e.” Va gotina navdar așîkar dike ku mirov ji gotinên xwe re berpirsiyar e. Di vî warî de gotinek din heye “An bi rastî bipeyîve, an jî bê deng bimîne.” Gotinek din dibêje “Her gotinên rast li her derê nayên gotin, lê tiștên tu dibêjî ger bi rast bin.” An jî “Soz difire, nivîs dimîne.” û hwd.

Ji van gotinan her yek bala me dikișîne li ser peyamekê. Nivîskar kesek di zevîya bi mayîn de xwe dilivîn e. Her dem tehlûkeya teqandina mayînê û zerardayîna wê heye. Lê dîsa jî nivîskar bi nivîsên xwe dikare pêșbazî û rêberiyê ji xwendexanên xwe re bike, ji bo kamilandina wan parek pêvist bistîne. Her çiqas di van rojên nûjen de mirov tenê gotinên mirovan bimêzin û kirinên wan nemêzin jî pêvendiyek zexm di navbera gotin û kirinên mirov de heye. Nivîskar ger li ba nivîsên xwe kirinên xwe jî li ber xwe re bîne û gor wan binivsîne. An jî li ba kirinên xwe nivîsên xwe jî li ber xwe re bîne û ji wan re nekeve çewtiyê ku bondora wan zêdetir li ser xwendewanan bibe. Ango xwe ne bi tenê bi kirinên xwe, bi gotin û nivîsên xwe jî berpirsiyar bibîne.

Çîrokek kilasîk heye. Tê gotin ku mêșvanek û kurekî wî yê hîn zarok e hebûne. Mișvan kurê xwe pir hez dike. Qasî ew kurê xwe hez dike kurê wî jî șîraniyê pir hez dike. Lê șîranî li wî nayê, herçiqas șîraniyê zêde dixe pê nexweș dikeve. Mêșvan ji ber karê xwe xwedî zahf hingiv e. Herçiqas dizane xarina hingiv ji bo lawê wî nebaș e jî nikare lawê xwe ji xarina hingiv dûr bixe. Ji ber xarina hingiv lawik tim nexweș e. Bi rastî mêșvan șaș bûye, nizane ku çi bike.

Rojekê yek ji wî re dibêje ku filan dewerê alimek zîrek û xurt heye. Lawê xwe bigire bibe ba wî alimî. Dibe ku ji te re çareseriyekê bibîne.

Mêșvan bi destê lawê xwe digire, diçin cem alim. Bi dû xoșûbêjê ve alîm sedema hatina mêșvan pirs dike. Ew jî mușkîlata xwe tîne ziman. Alîm ji wî re dibêje:

-          Kurê xwe bigire here mal. Dû çil rojan dîsan bi hev re werin ba min.

Mêșvan dîsa bi destê lawê xwe digire û tên mal. Çil roj mîna berê derbaz dibin. Dema çil rojên wan temam dibin mêșvan dîsan bi destê lawê xwe digire û diçin ba alim. Alim wan distîne ba xwe, dide runiștên û dest pê dike ji lawik re mîna ew têbigihîne șîretan dike. Dû șîretên xwe ji lawik soz distîne ku ew edî pir hingiv nexe. Lawik jî sozê dide wî. Dizivire bavê lîwêk û jê re dibije:

-          Tu niha dikarî lawê xwe bigirî herî mal. Hêvîdarim ku ew li ser soza xwe bimîne.

Mêșvan û lawê xwe tên mal. Bi rastî jî lawik li ser soza xwe dimîne û wê rojê șuve zêde hingiv naxe û nexweș nakeve.

Dema alim ji lawên mêșvan re șîret kirin ew bi xwe jî di serî de heta dawîyê li ba wan bû. Bê șîretkirin û ji lawik re bi dilxweșî peyîvandina alim ji tiștek din nehesiya. Ji wî re bû mereq. Ma çima wî alimî cara yekemîn ew șîretên xwe nekir û em șandin mal. Lewma kurê min zêdetir çil rojî nexweș ma. Wî dikarî cara yekemîn ji kurê min re wusa têkildarbe û eynî șîretan bike. Ma gelo çima çil rojan em dan sekinandin?

Mêșvan êdî ji ber mereqan nikare raweste. Ra dibe dikeve rê, diçe ba alim. Dû silav û xoșûbêjê alim ji sedema hatina wî û rewșa kurê wî jê dipirse. Mêșvan șukra xwe jê re pêșkeș dike û dibêje:

-          Ezbenî, hemd ji Xwedê re, bi șîret û tevgeriya te yên li kurê min re ez pir kêfxweș im. Bi rastî jî kurê min li ser soza xwe ma û êdî zêde hingiv naxe. Lewma nexweș jî neket. Sedema hatina min tiștekî din e. Mereqek ji ba min peyda bû ku êdî ez nikarim xwe ji vê mereqê rawestim. Ma te çima em çil rojan dan sekinandin û cara yekemîn ew șîretên xwe dîyarî lawê min nekir?

Alim hinekî devken dibe û bersiva pirsa mêșvan wusa tîne ziman:

-          Birayê min. Dema hûn cara yekemîn hatin ba min û we pirsgirêka xwe ji min re got ji mala min de hingiv hebû. Ez jî șîraniyê hez dikim û min jî bi dilxweșî hingiv dixar. Ango ez jî mîna kurê te bûm. Ma min çer dikarî bi dilekî asan û bi wîjdanekê rehet ji kurê te re bigotana hingiv nexe. Min hesab kir ku hingivê li mala min di demekî șuve biqede. Dû çil rojan êdî hingivê ez bixim nemîne. Wê demê jî ez dikarim di dilxweșî û rehet kurê te re ji bo nexarina hingiv û ji sihheta xwe xwedî derketinê șîretan bikim. Sedema çil rojan ew e!

Em dizanin ku di çanda me de bi hîkayetan nesîhet kirin isûlek bingehiye. Bi vê çîrokê alim û rêberên me xwestine bala mirovan bikișînin li ser ahenga di navbera gotin û kirinên mirov. Hetan va ahenga berdewam bû mușkîlatên rojane jî bi șiklekî derbaz dibin û diçûn. Lê bi guhertin û mercên nûjen ve ahengên wusa ji holê rabûn. Mixapên nêrînên mirovan bi demê re hêdî hêdî hatin guhertin û nakokiyên wusa mîna biaqilbûn û karên xwe zanîn hatin qebûl kirin. Bi demê re alim û rêberên me jî ketin vê govendê. Loma zêdetir hat bihîstin ku “Xwe ji gotinên aliman bigrin, lê xwe ji kirinên wan dûr bixin”. Mirov dikare bibêje ku va gotin bi xwe sîyasetek dijî çand û alimên me bûn. Lê bi rastî alimên dirust hatin perçiqandin û ên çewt ji me ra hatin pêșkeșkirin. Bi demê re em jî teqalî wan ketin. Êdî ji bo me jî çewtiyên di navbera gotin û kirinên wan normal hatin dîtin. Bi vê dîtina me re xêr û bereketên me jî holê ra bûn.

Pêvajoyek e di nav me de roj bi roj belav dibe. Bi rastî li hember vê pêvajoyê pir hêz jî nemaye. Hêza herî mezin qerar dayînek șexsî ye. An em jî xwe daxîlî vê pêvajoyê bikin û menfeeta xwe ya rojane binêrin. We demê jî êdî qîmetek gazî û giliyên me namîne. An jî hetan ji dest me tê em xwe ji vê qirêcê biparêzin. Di serî de bi kirinên xwe, hetan li dest me tê bi gotin û nivîsên xwe li hember vê pêvajoyê bitekoșînin. Lê jibîr nekin ku tekoșîn ger bi șert û șurtên edebî bin. Wusa nebe tu qîmetek xwe namîne.

Her çewtî û nakokî di serî de xwediyên xwe diherimînin.


Stuttgart, 18.09.2017, duşem

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen