Demek dirêj e min dîsa rojaneya xwe bê xwedî
hișt. Derî lê ve nekir û ên hatin nîvandariyê bi îkrama tasek av jî rê nekir.
Tasek av?! Çiqas jî rehet, mîna tiștek bê qîmet tê gotin û dîtin. Di jiyana me
de pir tiștên wusa bi qîmet û buhagiran hene ku em qet hay jê nînin. Ji me re
mîna ku qet tune bin tên dîtin. Dema li ser wan tiștan hat axaftin dibe ku em
pir tiștên balkêș bînin ziman. Lê aliyê din de bi hal û hereketên xwe, mîna
nezan, wek tiștên bêqîmet dibînin û jê re kardikevin.
Zanîn bi serê xwe mirovan nagihîne qonaxeke.
Mirov çiqas bizane jî hewciya ceribandina zanîn û agahiyên xwe ne. Ji zanîna bi jiyanê re hatiye ceribandin re tecrûbe
tê gotin. Lewma hatiye gotin ku „Musîbetek ji hezar nesîhetê çêtir e“. Bi
nesîhetan mirov agahiyên nazarî/teorik digire, lê bi musîbetan mirov dibe
xwediyê agahiyên tecrûbî. Tecrûbe wer zû zû nayê jibîrkirin û hișê mirov de
cîhen qeyîm hildigirin, ji mirovan re dibin rêber.
Di vî warî de gotinek din ê balkêș jî „her tișt
bi zidê xwe payîdar e“. Mirov hinî tiștên di bên destên wî da ne dibe. Bi demê
re ew tișta ji wî re dibe mîna tiștek ketûber/alelade. Ji bo carek din
pêhesandina buhagiraniya wî tiștî lazime ku ew tișta di bin destê wî de
derbikeve. Heta ew tișta di bin destê wî da ye jê îstifade dike. Lê ew îstifada
ji wî re mîna tiștekî alelade tê dîtin. Kengê ew tișt holê ra bû jê
îstifadekirin jî holê ra dibe. Wê demê tunebûna wî xwe zêdetir așkere dike.
Em dîsan bizivirin gotina tasek av. Nizanim hûn
qet ji tiyan re biheciyan, zimanê we bi ezmanê devê we re zeliqî, qirika we
weqas zuha bû ku we êdî nekarî xaziya xwe jî daqulînin? Bi gotinek din xazî di
devê we de nema ku daquloka xwe jî bilivînin? Wê demê ji bo we tasek av dibe
mîna dermana ku we ji mirinê bifitilîne û hûn hayjêya buhagiraniya wê dibin.
An jî li ber sedemek bijișkî pișika we bi hevre
zeliqî, nefes girtin ji bo we bû zor zehmet. Nefes girtin mîna hebûn û nebûnê
ji we re bû girîng. Sanîye ji we re bûn deqqe, deqqe jî bûn saet. Dem sekinî,
nefes we çîk bû û mirin li ber çavên we re hat û çû. Nefes kișandin û dayîn
mîna derzî jan da we?!
Di demên wusayên teng de tiștên buhagiranên ku
hebûn û tunebûna wan em bêhayjêne ji me re dibin așîkar. Bi van herdu mînakan
min xwest ku bala we bikișînim li ser nîmetên rojaneyên di jiyana mirov de. Di
jiyana her mirovekî de hîn bê hesab tiștên wusa yên buhagiran hene. Jê
hayjênebûn ji bona mirov mîna tunebûna wan were qebûlkirin jî ew bi xwe hene û
çavkaniya jiyanê ne.
Mirov carna xwe pir bi hêz û qudret dibîne. Ji
xwê bawere ku çiyayekê bilind bike û bide li ser ên din. Lê nizane ku hemu
quweta wî girêdayiyê nefesek bi sihhet û qultik ava zelal ve ye. Loma mezinên
me gotine „Di navbera jiyan û mirinê de nefesek heye.“ Bi vê gotinê her çiqas
îhtimala nêzikbûna mirinê were fêmkirin jî, ger buhagirina nefes girtinê neyê
pașçavkirin. Di vî warî de hîn pir gotinên din ên bi wate jî hene. Yek ji wan
va gotina ku dapîra min a rehmetî pir caran dihanî ziman e: „Kengê mirov mir
dibe qûnzêrin.“ Em pir caran hajiya hebûn û tunebûna kesên derûdora xwe nînin.
Hebûna wan ji bo me bi xwe re pir êrinî û nêrinîyan tîne. Em pir caran zêdetir
nêrinêyên wan dibînin. Wexta ji me dûrketin êriniyên wan holê radibin. Wê çaxê
em bi rastî ji wan dihesin.
Jiyan bi hemû êrinî û nêriniyên xwe didome.
Hewciye ku mirov jê re babikeve. Ji jiyanê dest nayê berdan. Mirov heta ku
nefes digre û dide bi jiyanê ve girêdayî ye. Bi rastî jiyan bi xwe mîna
hevldanek cambazekî li ser bend ve dilihîziye. Jiberku nekeve mecbûre xwe
biparêze. Ango jiyan berxwedan e.
Mirov pir caran pir tiștan li ber xwe re tîne û
dibe. Ew xisletek însan e. Bixweze jî nexweze jî ger ji xwe re meșgûliyetekê
karbixe. Bê meșgûlîyetî dibe ku ji mirov re bibe mușkîlat. Mirov her çiqas bi
dilûcan bidû jiyanek bê mușkilat be jî, bi tecrûbî sabîte ku jiyan bê mușkilat
nabe. Di demên kin de jiyanek bêmușkilat ji mirov re pêvist e. Lê demên dirêj
de mușkilatî/pirsgirek ji bo hewldana jiyanê pêvist dibe. Ji wan re hewldan
mirov dike xwedî tecrûbe. Bi wan tecrûbeyan mirov xwe dikemilîne, șașitiyên xwe
dihese, ji bo serrastkirina wan hewldide û ji xwe re armancên/hedefên nû tayîn
dike. Ango pirsgirek ji bo jiyanek devrûdayîm girîng e. Bawerbin ku pirsgirêka
kesên bêpirsgirêk tunebûna pirgirêka wan e.
Pir tișt hene ku di aliyê mirovan de curecur tên
qebûlkirin û gor wan qebûliyan tên temașekirin. Rastiya wî tiștî çiqas ji
nêzikî qebûliya mirov bibe weqas dîtin û nêrînên wî di cîh de dibin, çiqas jî
ji rastiyê dûrbe weqas jî șașitî derdikevin holê. Lê dîsa jî ger neyê
jibîrkirin ku rewșa derûnî jî ji bona pêhesiyabûn û pênehesiyabûna mirov xwedî
rolek girîng e. Lewmaye ku Mevlana Celaledînê Rûmî dibêje ku: „Mirov çer temașe
kir wer dibîne, baș temașe bikin ku baș bibînin.“
Dema mirov bikare bibe zarokê dema xwe, dikare
xwe ji pir mușkîlatan jî azad bike. Lê alîyê din de jî ji xwe re pir mușkîlatan
peyda dike. Dema mirov bi nêrînek materyalîst lê nêrî, dikare bibêje ku di dawî
yê de mirov dîsan xwedî pir mușkîlatan e. Wê demê tiștek nehatiye guhartin,
tenê mușkîlat bi xwe hatine guhertin. Bi dîtinek serkî va rast e. Lê di jiyanê
de dîtinên wusa mirov pir caran dixapînin, ji bona dîtin û têgihandina tiștan
dibin çeperên li ber çavên mirov. Mirov di jîyana xwe de bi tiștên wusa yên
serkî re weqas zêde kardikeve ku bê hemla xwe tê dorpeçkirin û hêdî hêdî tê
fetisandin. Lewmaye ku ger mirov xwe li nêrînên rojane re bernede û hetan ji
dest tê ji xwe re karbikeve, xwe bibîne û bipîve.
Stuttgart, 09.06.2017, Ênî
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen