Dema em hinek
kirin û bûyerên ji demên berê dibihîsên ji me re pir ecêp tên. Hișê me wan
tiștan qebûl nake, an jî em ber neçarî û bêxweditiya wan dikevin. Xwe ji hinek
xeyal û ramanan re berdidin. Tiștên wusa ji bo xwe çewt dibînin, di dil û hișê
xwe de wan ji xwe dûr digirin.
Lê bi rastî
di hemdema me ya nûjen de jî pir tiștên ku xwe dișipînin ew tiștên dema berê,
yên ku ji me re pir ecêp tên hene. Hinekên wan di jiyana me de jî zindî ne. Lê
ber hinek sedeman, șert û șûrtan em ji wan bêhayjêne.
Bi rastî tu
mirov nikare haydarê hemû tiștên derûdora xwe, hemû hal û ehwalê xwe bibe. Di
warê nehayjêbûna hemû tiștên derdûdorê de îtirazek pir bi xurt jî tune. Her kes
di vî warî de dizane ku pir tișt diqewimin û hayjêya mirov jê nabin. Di warê
bêhayjêbûna hinek raman û tevgerên xwe de pir caran wusa nayê dîtin. Pir kes
qebûl nakin ku ew carna haydarê gotin û kirinên xwe nînin. Vanî ji xwe re
kêmasî dibînin. Lewmaye ku hinek mușkîlatên xwe yên derûnî qebûl nakin, ji bo
çareseriya wan piștgiriyê naxwezin, li ba pirskirekên malbatî û pêwendî bala
xwe zêdetir dikișînin li ser morovên din. Dema mirov di pirsgirêkan de para xwe
pașçavkir nikare çareseriyan jî jê re bibîne. Lewma tê gotin ku “Bi teșhîsek
rast mirov dikare tedaviyek rast cîh bîne.”
Bi salane
pisporên îlmê psîkolojiyê/derûniyê di vî warî de xebatan dikin, lêkolînan
dardixin, tez û antîtezan dîyar dikin, pirtûkan dinivîsînin û di zanîngehan de
li ser van mijaran perwerdeyê dikin. Lê dîsan jî îzahetek têra hemû mirovan
bike tune û ewê nebe jî. Tu mirov di sedi de sed mîna mirovekî din nîne û her
mirov xwedî aliyekî cuda ye. Bi vê cudayiyê re tekanetiya/yektayiya mirov derdieve
holê. Di alîyekê de jî her mirovek însanek e û aliyên wan ên muștêrek hene. Li
ser van aliyên muștêrek mirov dikarin hinek îzahetên muștêrek tesbît bikin û ji
bo rêvebir û çareseriya wan hinek teorî û tezên muștêrek diyar bikin.
Di
psîkolojiyê de bêj bi bêj șax û nêrîn hene. Di warê kûrahiya derûniya însan de
psîkoanalîtîk xwedî hêzek zexm e. Gotinên derhiș û binhiș di psîkoanalîtîkê de
mijarên girîng in. Sîgmûnd Freud li ser van mijarên kesayetî gelek șixul
kiriye. Di rêberiya wî de pir pisporên din ew nêrînên wî berfireh û kûr
șopandin e. Yek jî Carl Gustav Jûng heye. Wî jî di vî warî de hinek biwêj û
peyvên nû û balkêș derxistiye holê û bikaraniye. Xwestiye ku wateya wan kûr û
berfireh pêșkeșî mirovan bike.
Gor Jûng
derhișî tenê tiștek șexsî nîne, gêrêdayiyê dîroka civaka ku zarok di tê de
hatiye dunê û perwerde bûye ye jî. Jûng behsa derhișiyek kollektîf dike. Mirov
pir caran bêhayjêbûn di berpirsiyar, qerar û tevgerên xwe de di bin tesîra
derhișiya kollektîf da ye. Yek jî gor Jûng kesayeta her mirovekî xwedî siyekê
ye. Siya keseyata mêran jin (anîma), ya jinan jî mêr (anîmûs) e. Ango anîma
arketîpên mê ne, di mêran de ne; anîmûs jî arketîpên nêr ên, di jinan de ne. Li
ba pir hal û hereketên mirov siya kesayeta wê/î jî rolek girîng dilihîze.
Peyva arketîp
cara yekemîn ji aliyê Jûng ve tê bikaranîn. Bi grekî tê wateya dîmenên
dîrokkevn. Bi qalibên fêrbûyî ji demên pir kevn de hatine standin û di derhișa
mirov de cîh girtine. Arketîp dînamîk in û bondora xwe li ser hișê mirov dikin.
Zêdetir bi rêya çîrokan, çîrçîrokan û destanan di hișê zarok de cîh digirin.
Stranên dengbêjên kurdan çavkaniyên bêserûbin ên ji bo avabûna arketîpên hișên
kurdan in[i].
Dema mirov
tesewûfê dinêre, pê dihese ku di vî warî de li ser derûniya mirov pir tișt
hatine gotin û kirin. Ji ber ku em demek dirêj e li bin bandora nûjentiyê da
ne. Di serî de di dibistanan de, dû re jî bi medyayên nûjen em li her aliyê ve
hatine dorpeç kirin. Lewma îzahetên tesewûfî ji me re xerîb tên. Di aliyê din
de îzahetên psîkolojiya nûjen jî baș nayên têgihandin, li ber ku derhișiya me
ya kollektîf hîn di bin bandora kevneşopên gelê me da ye. Bi rastî bi gotina
elmanan em “di navbera du kursiyan de mane”, nizanin li ser kîjan kursiyê
rûnin; bi gotina tirkan “em di navbera mizgeft û dêrê de mane”, nizanin herin
kîjanî. Van çewtiyên wusa li ser me zahf tesîrên dijwar dikin û carna em șaș
dimînin ku çi bikin û li bervî kîjan alî ve bilivin.
Li serê erdê
tu car reng tenê spî û reș pêk nayên. Lazime ku mirov ji hemû rengên li serê
erdê îstifade bike û ji xwe re rengên kesayetî derbixe. Me jor jî hanî ziman ku
rengên kesayetiyên bê bandora civakî ne mumkîn in. Divê mirov “li ser koka xwe
aj bide” ku bê rîçik nemîne, xwe pêșve bixe, di nav nakokiyan de negevize, xwe
hedar/ziyan neke. Va jî tiștek weqas hêsan nîne. Jiyanek bihiș û berpirsyarî tu
car rehet nîne, ger mirov ber xwe bide. Lewmaye ku gotina “berxwedan jiyan e”
pir tê bihîstin, herçiqas pir caran di wateya siyasî de were gotin jî.
Guhertin
tiștek baș e. Jiyan bi xwe li ser guhertinan avaye. Lê mîna her tiștî guhertin
jî ger bi pîvan be û di çarçoveya xwe de biqewime. Çi dibe bila bibe, wexta bi
pîvan nebû ji mirov re dibe mușkîlat. Yek jî di guhertinê de îqnabûn û jixweser
pir girîng e. Guhertinên bi tade û zorê pir caran kesan ji mirovahatiyê der
dixin, dikin mîna leyîstok. Kesên wusa di derûniya xwe de her dem dojeyê dijin,
her dem ji bo xwe û derudora xwe bi tehlûke ne.
Em dîsan
bizivirin li ser hevokên destpêka nivîsê. Tiștên ku di dema berê de qewimîne û
ji me re pir ecêb tên di vê jiyana me ya hemdem de jî xwe dubare dikin. Lê pir
caran em ji wan nahesên. Ma çima em hayjêdarên wan nînin? Li jor min xwest ku
di derheqê derhișê de hinek agahdariyan/malûmatan bi kurtayî binivîsînim ku
bersiva vê pirsê hinekî hêsantir û așîkartir bibe. Lê dîsan jî bawer nakim ku
têgihiștin weqas hêsan be. Bi mînakekê dibe ku hinek gotin baștir werin
fêmkirin/têgihiștin.
Dibêjin ku di
gundekî de ciwanekî sewî hebûye. Ew û diya xwe bi hev re di malekê de bi neçarî
jiyana xwe didomînin. Ji ber ku sêwî ye kes pir qedr û qîmetê nade wî. Rojekê
axa xeber dișîne gund ku sibe hemû merên li gund werin zevîya axa
biçinin/bidûrin. Her kes ji êvar ve haziriya xwe dike, dasên xwe yên genim
disûn û di șevaqa/berbanga sibehê de dikevin rê diçin li ber zevîya axa. Xortê
me yê sêwî jî li ba wan e.
Dest pê dikin
zeviyê diçinin. Bi helan dayîn û coșkirinê pale dișixulên. Nîvro dibe, nanên
xwe dixun. Bi dû nanxarinê hinekî vêsa xwe digirin û dîsa dest bi kar dikin.
Hewa germ, tirîcên tavê jî bi hêz in, mîna tîrên pîj di cilên paleyan de xwe
digihînin canên wan. Êdî westiyane jî, pir deng jî ji wan dernakeve. Xortê sêwî
hinekî bi xwe coș dibe û helanekî diyar dike:
- Hatim,
lo ez hatim! Ka kî dikare ji min re bikeve bezê! Min xwe hîn da ber!
Axayê di bin
siya darê de rûniștî helana xort dibihîse û ji xwe re hinek wateyên çewt jê
hildigire. Ra dibe tê ba xort, tû serûçavên wî dike û jê re kufran/xerewan
dide, lef û gefan dixe. Dibêje:
- Ma
kurê kerê! Te heta niha xayîntî kir, neșixulî. Kar waye li ber qedandinêye, tu
hîn dibêjî “min xwe hîn da ber”.
Kar diqede,
gundî westiyayî diçin mal. Diya xort jî bi mereq benda kurê xwe ye. Ka kurê wê
ji wê re çi xeberan bîne. Xort bi devken di derî de dikeve hundir. Diya wî
kêfxweșiya kurê xwe dihese û jê pirs dike:
- Ma
kurê min, xêr e! Çi bû ku tu weqas kêfxweș î?
Xort bi
dilxweșî bersiva diya xwe dide:
- Dayê!
Dayê! Axa îroj ji min re axifî!
Dema em çîrok
û meselokên wusa dibihîsin, dilên me li wan kesên xaw, neçar û bêkes dișewitin.
Carna derhiș em xwe qure dikin û bi wan kesan henekên xwe jî dikin. Bi rastî di
jiyana me de carna em jî dikevên wan rewșan. Lê hayjêya me li me tune.
Ji we re çend
mînakên hemdemiyên dișopin mînaka xortê sêwî pêșkeș bikim. Dibe ku em hinek
zêdetir bala xwe bidin xwe û rastiya xwe bihesin.
Carna bi
yekek meșhûr re fotograf kișandin, bi wê fotografê kêfxweșbûn, xwe qure kirin,
ne mîna mînaka xort te? An jî du-sê qat bihatir kincek an jî solen ku yekî/ê
meșhûr xwe kiriye an jî reklama wî kiriye kirandin pir tiștek biaqiliye? An jî
mirovên her roj pir tiștên xwe yên mahrem di înternetê de teșhîr dikin û bi wan
xwe qure dikin pir ji xortê sêwî cudatir in?
Lewma mezinên
me gotine: “Pêștve derziyê li xwe bide, dûv re șijûnê kesên din!”
Hesen Polat,
Stuttgart, 28.09.2017, pêncșem
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen