Di van demên dawiyê de
pir tișt werin guhertin jî bîranînên zaroktiya me hîn jî di dilên me de zindî
ne. Mirov dikare li ser wan bîranînan pir tiștên balkêș û nûdem ava bike. Ji
xwe kesên ku xwe ji bîranînên xwe dûr bixin dibin mirovên nîvçe. Lewma ye ku di
tedaviya derûnî/psikolojîk de di derheqê dema zaroktiya mirov de haydarbûn
pêvist tê dîtin û bi pirsan tê lêkolîn ku koka pirsgirêka derûnî were
teșhîskirin.
Mirov naxweze șașitiyan
bike. Lê dîsan jî jiyanek bê șașitî nemumkîn e. Tu tișt bi serê xwe ne hemû baș
e û ne jî nebaș e. Di her bașiyekê de nebașiyek, di her nebașiyekê de jî
bașiyek vêșarti ye. Mirov di gotin û kirinên xwe de çiqas xwe berpirsyar bibîne
û wan bîryar/hișdar bîne cîh weqas zêdetir ji wan îstifade dike. Êrinî û
nêrîniya tiștekî zêdetir girêdayi ya ji wan xwedî derketin û ji wan
îstifadekirin e.
Em pir caran dixwezin ku
xwe ji xeletiyan biparêzin û her dem tiștên baș bikin. Va hesasiyetek baș e.
Mirovan zêdetir xeletî û çewtiyan diparêze. Li dema ji ber tirsa xeletî û
șașitiyan mirov ji pir tiștan xwe dûr bixe, ew halê wî bi xwe dibe xeletî û
șașitî. Wê demê mirov xwe ji pir derfetan/îmkanan dûr dixe, ji wan îstifade
nake. Ango bi xwe dest û lingên xwe girê dide. Ya herî baș nekirina xeletiyan
nîne, ji xeletiyan hilgirtina îbretan e.
Sala çûyîn di înternetê
de çîrokek kurt bala min kișand. Min ew çîrok di facabookê de parve kir. Îsal
facebookê di salvegera parvekirina min de ez di derheqê wê çîrokê de haydar
kirim. Min xwest ew çîrok bi kurdî jî were xwendin û parvekirin. Bi salan bû kurdên
li serê erdê bi dorpeçkirina sîyaseta zordestan ji hev bêagahdar bûn. Lê êdî bi
îmkanên li ser înternetê dikarên bihevre têkiliyan darxinin, peyam û nivîsên
xwe parve bikin. Lewma vê çîrokê bi kurdî dixwezim pêșkeșî xwendevanên bi kurdî
bikim.
„Di șevek germa havînê
de hemû kesên li mal li ser pișta xanî dirazin. Șev, di wextek dereng de dê
hișyar dibe, dibîne ku lawê wê û bûka wê ya qet jê hez nake li hev pêçayî di
xew de çûne. Bi vê rewșê xemgîn dibe, xwe ranagire, wan hișyar dike û dibêje:
-
Mirov çer dikare di vê kelêja havînê de xwe wusa hev pipêçe. Ji bo siheta
we zehf tehlûke ye. Hûnê nexweș bikevin!..
Hinekî dûvre seriyên din
ê pișta xanî çavên wê qîz û zavayên wê dikevin. Pișta xwe dana hev, dirazên. Bi
dilgermî wan hișyar dike û dibêje:
-
Dilên min, hewa sar e. Di vê hewayê de ji hev dûr ranezin, hûnê serma
bigirin, nexweș bikevin.
Bûka wê ya ku hemû
gotinên wê bihîstiye û tevgerên wê temașe kiriye destên xwe bilind dike û wusa
dibêje:
-
Xwedayê min, Tu çiqas mezinî... Li ser pișta xaniyekî jî dikarî aynî wextê
de du demsalan biafirinî...”
Dema em di van rojên me
de derûdora xwe dinêrin, dibînim ku pir kes eynî di halê dayîka li ser pișta
xanî da ne. Dibe ku em bi xwe jî pir caran di vê rewșê da bin. Lewma divêt em
her kes di serî de xwe li ser bêjingê bixinin, bipîvên, hilbigirin û dabigirin
ku ji xwe haydar bibim. Binêrin, ka çewtiyên wusa di jiyana me de çiqas in?
Mirovên ku rewșa xwe
dilxweș nînin dikarin tenê bi guhertinên jiyana xwe rewșa xwe biguherînin, li
derdûdora xwe guhertinan peyda bikin û serbikevin.
Stuttgart, 20.10.2017,
ênî
Hesen Polat
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen