Montag, 22. September 2014

Xwendevan



Dema rîya mirovekî xwendevan li Dîyarbekirê bikeve, salixdana min jê re ewe ku lêdanekî dikana kitêbfiroşîya di bin qesra Hesen Paşa de li benda miştêrîyan e bixe. Bi rastî pir kêfa min ji wê dikanê re hat. Di germa havînê de cîhekî pir hînik e û bêj bi bêj kitêp li benda xwendevanan in.
Sala par havînê ez li wir bûm. Min ji xwe re hinek kitêb kirîyan. Di nav wan de kitêbek niviskarê tirk Rasîm Özdenören jî hebû. Min ew kitêba ne ji bona navê li ser kitêb, ji bona nave niviskar kirîya. Salek dem li ser re derbaz bû, îsal havînê min kitêb girt dest xwe û xwend. Navê wê “ruhun malzemeleri = malzemeyên ruh” e. Di seri de bala min qet nekişand ku çima va nava. Her ku min hêdî hêdî kitab xwend pê hesîyam ku nav bi rastî jî kitêbê hatîye.
Niviskar nivisên xwe yên di salên 1970 ên û 1980 ên da di derheqê edebîyatê, di kovar û rojnameyan de weşandîyê di vê kîtabê de kom kirî ye.
Niha dibe ku hinek kes bipirsin ku çima min got ku nave kitêb lê hatîya? Hewcîye ku nivisên di salên 70 û 80 ên de di kovar û rojnameyan de hatîye weşandin carek din bi kitêb bê weşandin? Mirov dikare ji nivisên di derheqê edebîyatê de hatine nivisandin re malzemeyên ruh bibije? û hîn hinek pirsên din.
Ez jî dexwezim ku carek din bala we xwendevanên hêja bigşînim li ser nivisên edebî. Loma va hevokana pêşkeşî we dikim. Di wîkîpedîya kurdî de di derheqê edebîyatê de wusa tê nivisandin.
“Edebiyat tekilîya wê her tiştî û her bûyerê re he ye. Mijara edebiyatê însan û jîyan e. Edebiyat her dem dixwaze ku tenêtîya însan, tengasîyên wî, evînên wî, kederên wî, nefretên wî, hemû heste û xeyalên wî; ango însan ji însan re salix bide û pê bide nasandin. Tu ferqîyê nake di navbera gel û mirovan. Alîyên wan ên baş û nebaş, rind û xirab, rast û şaş; bi her alî ve duxwaze ku derxe holê. Edebiyat dike ku hevparîya qedra ruhên însanan îzah bike, ji hev bide naskirin û bide berhev, ji wan re bibe neynik. Bi vê xisletên xwe edebiyat gerdûnî ye.”
Va hevokana nîşan didin ku bi rastî edebîyat ji bona mirov tiştekî balkêş û zarûrî ye, her çiqas îroj pir caran qedr û qîmeta edebîyatê neyê zananîn jî. Bi rastî jî berhemên edebî ji bo ruhê mirovan malzemeyan peyda dikin. Di demên kin de zarûrîyeta edebîyatê neyê dîtin jî di demên dirêj de mirov pê dihese ku bê edebîyat tu ziman pêşve naçe û tu gel nikare xwe biparêze.
Dema behsa edebîyatê bû pir caran tenê niviskar û berhemên wî yên nivisî tên bîra mirov. Lê ger neyê bîrkirin ku tu edebîyat bê xwendevan nabe. Bi xwe niviskarê ne xwendevan be nikare niviskarîya xwe bidomîne. Ji bona pêşketina edebîyatê hebûna xwendevanan hewcîyek pir giring e.
Wê çaxê ger bê îzahkirin ku kî xwendevan e? Mirov dikare tenê ji kesê ku dikare bixwîne re bibêje xwendevan? Ji mirovên tenê rojnameyan dixwînin re xwendevan tê gotin an na? Hwd.
Pirsên wusa bi salan e min meşgul dikin. Dema va pirsana di derbarê zimanê kurdî de bin muşkîlat zêdetir dibin. Pir kurdên xwendî hene ku dema li ser mijara kurd û Kurdistanê hat axaftin pir tiştan dibêjin, dixwînin û hinekên wan jî dinivisînin. Lê ew kesana bi xwe kurdî naaxifin, naxwinin û nanivisin. Ew bi zimanên ku wan dibistanan de hin bûne va tiştana dikin. Ew dibin ku di warê wî zimanî de xwendî û niviskar bin, lê di warê kurdî de xwendî û niviskar ninin.
Meseleya ku ez dixwezim bala we bikşînim va kesana jî ninin, zêdetir kesên ku xwe di warê kurdî de xwendevan û niviskar dihesibînin. Di kitêba birêz Rasim Özdenören de nivisek di derbarê xwendevan ên tirk de heye, bala min kişand. Dixwezim ku çend hevokên wî wergerek bi kurdî ji we re pêşkes bikim û nivisa xwe biqedînim.
„Di welatê me de rewşa xwendevanan qet baş nine… Ba me karê xwendevantî pir caran tiştekî girîng nayê dîtin… Dema xwendevantî tê gotin yê ku ez fêm dikim; kesên ku li serî de teqîbkirina her bêj berhemên bi edebî, dû re weşanên din ên mijarcivatî û yên ku va teqîbkirina ji xwe re kirîne adet in.”[1]
Kî xwendevan e, kî xwendevan nine? Tesbîtkirina wan karê min nine. Xwe îddia kirina tiştekî wusa jî dirust nine. Hêvîya min zêdebûna xwendevanên berhemên zimanên kurdî ne. Ewê her xwendevanê zimanê kurdî edebîya kurdî jî bi piçekî pêştve bixîn. Dema mirov bi edebîyatê re karket û bû xwendevanê edebîyatê, pê dihese ku ruh bi zamânê zikmakî xweştêr tê geş kirin.

Hesen Polat, Stuttgart, 22.09.2014, duşem



[1] Rasim Özdenören. ruhun malzemeleri (malzemeyên ruh). Çapa 4., Stenbol 2009. Rûpel: 311
 

Donnerstag, 7. August 2014

Ziman Bi Manenasîya Xwe Xweş e



Lev Nîkolayevîç Tolstoy niviskarekî ûris î navdar e. Di sala 1829 de hatîyê dunê û di sala 1910 de çûye heqîya xwe. Berhemên wî hîn jî tên çapkirin û xwendin. Dema behsa niviskarên klasîk were kirin, yek jî wan Tolstoy e.

Pêşt du rojan min dest xwendina kitêba wî ya bi navê „Huner çî ye?“ kir. Mîna hemû kitêbên Tolstoy va kitêba wî jî mîna kitêbek baş tê xwiya kirin. Min hîn zêde nexwend. Loma naxwezim di derheqê kitêbê de pir tiştan bibêjim. Di destpêka kitêbê de tiştekî bala min kişand. Di derheqê wî de dixwezim çend hevokan pêşkeşî we bikim.

Ji ber ku mijar huner e, dixweze pêşt ve tarîfa vê kelîmeyê bike. Dibêje ku gor alalede mirovan „Huner, hewlêdana ku bedewîyê derdixe holê ye.“ Dû re jî li ser peyîva „bedew“ disekine û fikrên kesên ku li ser hunerên nivisandine pêşkeş dike. Wê demê mirov pê dihese ku her gel gora bawerî û ramanên xwe ji bedewtî yê curecur tiştan fêm dike. Di derheqê tarîfa peyîva „huner“ de jî curecur tişt tên gotin.

Tolstoy dibêje ku: „Em ûris wexta dibêjin „bedew“ tenê behsa tiştên ku ji çavên me re xweş tên dîtin dikin.“ Lomaye ku bi ûrisî dibêjin „tevgerek baş, mûzîkek xweş an jî baş. Em tu carê nabêjin „tevgêrek bedew, an jî mûzîkek bedew. Yanê başbûn bedewtîyê îhtiva dike, lê bedewtî başbûnê îhtiva nake. Li vir çil salî pêşt ve dema kesekî bigota „mûzîkek bedew, tevgêrek bedew“ kesî tu tişt jê fêm nekira. Lê îroj dîbînim ku herî ku ûris nêrînên ewrûpayê yên di derheqê hunerê de qebûl dikin, behsa „mûzîka bedev û tegêra bedew“ jî dikin.

Dema min van hevokên Tolstoy xwendin halên me kurdên hevdem û halê zimanê me yî kurdî yê hevdem hat ber çavên min. Em kurd roj bi roj derîhêş zimanê xwe yê kurdî diguherînin û gor nêrînên dewlet û gelên em bindest kirine diaxifin, her çiqas kelîmeyên ku em bi kar bînin kurdî bin jî. Va sosretîya zêdetir alîyên kesên ku di dibistanan de xwendine ve tê kirin. Bi zimanên fermîyên ku dibistanan de dixwînin, nêrîn û fikrên nûjen qebûl dikin, edet û nêrînên bav û kalên xwe dûrdikevin. Gor vê jî semantîka/manenasîya zimanên bav û kalên xwe ser û bin dikin.

Mîsal tu carî cixare di kurdî de nayê vexarin, cixare tê kişandin. Lê îroj em li her derî dibihîsin ku kurdên me cixarê vedixun. Çira? Ji ber ku bi tirkî „sigara içiyorum“ tê gotin. Em peyîvên kurdî bikarbînin jî hevoka me gor manenasîya zimanê kurdî pir çewt e. Va mînaka ku min da, hîn mînakek pir masûm e. Sibe yek ji we ra bibêje ku „an hez bike, an jî terk bike!“ qet pê eceb nemînin.


Stuttgart, 07.08.14

Sonntag, 27. Juli 2014

Sî Roj Qedîyan.


Me îsal jî 30 rojên dir û dirêj bi dû xwe hiştin. Di serî de, tirsek ketibû dilê me. Emê bikarin? Çi bikin? Ewê çer derbaz bibe?
Dem diherike, roj xwe digihîne mirov, kirin dest pê dikin. Roja yekem, du, sê, çar, pênc… Hêdî hêdî dimeşe jîyan. Mirov wexta bi dû xwe temaşe dike, sal derbaz bûne. Şaş dibe. Aqas sal, Çer derbaz bûn? Çiqas zû, hella hella!
Mirov bi lez e. Bi xwe jî nizane, ji bona çi? Dimeşe, dişewite, diqijile, tîke tîke dibe canê wî, ser û bin ruhê wî, nefes lê çîk. Roj bi roj, dilop bi dilop, heb bi heb dihêrîne para xwe. Nizane hîn çiqas maye. Belkê îro, belkê sibe, dibe ku hîn bi salan. Yê belû ewe ku zû û dereng ewê biqede. Jiyan e, bê dawî nabe. Serê xwe heye, dawî jî. Wusa jî nebe ewê qet nebe.
Sî roj bûn, îroj roja dawî yê ye. Îsal jî qedîya. Sibe cejn e.

Stuttgart, 27.07.2014, Yekşem

Dienstag, 26. November 2013

Kurmê Darê

Nivisandin mîna zarokekî piçûk her dem li jê re tekîldar bûnê dixweze. Wexta niviskar demekî nenivise û mesafeyekê bike navbera xwe û nivisê, destên wî ji nivisê sar dibe, nivisandin li ber çavên wî mezin dibe, dibe karekî zor û zehmet. Mirov dikare bi gotinek din bibêje ku, nivis ji niviskar dixeyîde. Loma ger niviskar her dem ji nivisê re karbikeve ku nivisandin li jê re hêsan be, jê nexeyîde, jê re bibe heval.

Nîzika du salane ku min dest vê rojaneya xwe ya kurdî kirîye. Heyan dest min hat her meh nivisek be jî min kir ku binivisim û biweşînim. Lê mixabin ku meha çûyîn ew pêk nehat. Va ji bo berdewamîya rojnameya min bû birînek. Pê hesîyam ku va birîna hîn birînên nû jî xwe re bîne û di navbera min û nivisandina min de bibe kendalek kûr û fere. Va jî tiştekî dijî xwestina min e. Loma îroj runiştim pêş kompûterê û ji wer e, bi rastî ji xwe re va hevokana dirêsim.

Em di demek wusa de dijin ku bixwezin jî nexwezin jî pir tişt me meşqûl dikin. Berê îmkanên mirov tunebûn ji xwe re meşqulîyetekî kar bixin, niha jî weqas pir meşqûlîyetên nehewce tên ber mirov ku nizane qerarê bid kîjan meşqûlîyet ji bo wî pêwist e. Ji ber vê dudilîyê ve carna ji meşqûlîyetên nehewce re weqas zêde wext xerc dike ku êdî ji meşqûlîyetên hewce re dem qîm nake. Tevgerek wusa di demek dirêj de ji wî re dibe pêgirtîyek. Êdi bixweze jî nexweze jî muptelayê wê rewşê dibe û diçe, pir mesûlîyetên xwe yên pêvist nayne cîh û dibe sedema pir pirsgirekên mezin. Di wî warî de pir mînakên curecur û klasîk hene. Ez dixwezim li vir mînakek rojane û modern pêşkeşî we bikim, li ser wê bisekinim.

Bi pêşketina teknîkê pir tiştên ku nedihatin xeyalên mirov îroj bûne parçeyek jîyana mirov. Îroj jîyanek bê telefon êdî mumkîn nayê dîtin. Televizyon û internet nebe nabe. Ji bona tedarîk kirin û bi kar anîna vana gelek pere xerc dibe. Bi wî jî namîne bi saetan dema mirov, bi gotinek din umrê mirov ji wana re derbaz dibe. Va alîyek madalyonê ye, alîyên din jî ewe ku mirov ji vana re xerckirin û mijûlbûnê re mecbûr dimîne ku terikandina pir tiştên din bike. Carna ew tiştên tên terikandin dibin sedema têk çûna jîyanê jî. Ya herî girîng ewe ku mirov bi bernameyên televizyonê ji xwe re dunyayek ferazî ava dike û dunya xwe ya rastin xirab dike. Êdî li ber televîzyon û internetê rûniştinê ji mirovên di malbatê de dijin re dibe tengasî, ji hevûdin re wext namîne. Êdî jîyan ne jîyanek bi hevre ye, jîyanek dijî hev e. Pirsgirekên biçûkên dikarin bên çareserkirin mezin dibin, ji xwe re hinek pirsgirekên din jî peyda dikin û jîyanê dikin jîyana pirsgirek an. Heyan mirov ji xelatîyên xwe dihesin êdî wext derenge û ji bona çareserkirina xelatîyan hêz jî nemaye.

Mina gurên serên çîyan kesên ji vê rewşê îstifade bikin kêm ninin. Lomaye ku bi sedan xetên televîzyonê bi hezaran bernameyên xwe mîna pêlên ava bi hêz li ser temaşevan re dirijînin. Ew pêlên bi hêz her tiştên mirov didin ber xwe, tar û mar dikin. Pir tiştên ku dijî bawerî û nêrînên mirov heyan kuncêkin malê mirov digirin bin bandora xwe û dorpeç dikin. Lomaye ku êdî zarokên me rêça kalik û pîrikên xwe noşopînin, rêça kesên ku bernameyan pêşkeşî me dikin dişopînin. Mîna kurmê ji darê, bi hêza televîzyon û bernameyan mirovên xwedî hêz kesên din di malên wan de û bi destên wan bawerî û çandandên wan dirizînin, neslên wan ji xwe re dikin qût.


Stuttgart, 26.11.2013, sêşem.

Dienstag, 24. September 2013

Peyîvek / Biwêjek / Têgînek Bi Kurdî

Di dema zaroktîya min de mezinên me carna ji me zarokên diçûn dibistanê dipirsîyan: “Ma gelo mirovên pir digerin, an yên pir dixwînin zêdetir zanyar in?” Niha baş nayê bîra min ku kîjan bersiv zêdetir dihat bilêvkirin. Texmîn dikim ku zêdetir kesên pir digerin zanatir dihatin kebûlkirin. Ji ber ku zanayên kurdan wê demê pirayî xwendî nebûn. Niha di vî warî de pir tişt neyê guhertin jî, êdî ew zanayên me yên nexwendî her diçin kêm dibin.
Hûn jî pê hesîyane ku herdu nivisên min ên dawî yên rojaneyê li ser mijara mina serlêdana welat bû. Min bi kurtayî ew rêwîtîyâ xwe ji we re pêşkeş kir. Mehek e dîsan vegerîyam mala xwe û dest bi karê xwe yê rojane kir. Mirov bixweze û nexweze jî dîsa dizivire li ser jîyana xwe ya rojane. An jî jîyana xwe ya adetî/mutat.
Jiyana mutat di alîyekî de bawerîyekî dide mirov, di alîyekî de jî bi tehluke ye. Mirov di wê jîyana mutat de hişyarî hêz û kêmasîyên xwe ye. Li gor wî jî dikare li serî de gora xwe qeraran bigre, alîyên xwe yên bi hêz derxîne pêş û hember alîyên xwe yîn qels jî tedarîkên xwe bigre, xwe biparêze. Tehlukeyek jîyana mutat ewe ku mirov dikeve çarçoveyek jîyanê û li wir de xwe dorpeç dike, xwe pir îmkanên ku derketine holê bêpar dihêle.
Li vir Almanyê tekilîyên mirovan bi hev re ne mina yên welat in. Di derheqê wusabûnê de pir tişt dikarin werin gotin. Mîna her rewşên mirov va rewşa jî xwedî baş û nebaşîyên xwe ye. Ya herî baş ewe ku mirov heyan destên wî tên hilbide ku başîyên rewşa xwe bide pêş û ji wan îstîfade bike. Dema nebaşîyên rewşa wî jî derketin holê li çareserîya wan re karbikeve. Mîna her halî; gotin hêsan, kirin bi zehmet e.
Li vir tekilîyên min zêdetir pirtûkan re heye. Ez dîsan ketim nav pelên pirtukan û hildidim ku li wir ji xwe re cîhekî vebibirim. Ji ber ku karê min ê rojane di çarçoveya psîkolojî û pirsgirekên mirovên alîkarîyê dixwezin re derbaz dibe; bixwezim nexwezim jî zêdetir li van mijaran re kardikevim. Di vî warî de dixwezim ku hinekî li pêşveçûyîna xwe re karbikevim û pêşketina zimanê kurdî re jî alîkarîyê bikim. Di înternetê de min xwest li peyîva rih hinek agahdar bibim. Pê hesîyam ku bi kurdî agahî/zanyarî pir kêm in. Du îmkanên min ên din, bi almanî û bi tirkî xwe agahdar kirin in. Di wikîpedîya alamanî de di derheqê rih de agahî yên tirkî zêdetir in. Min xwest li wan hinek agahîyan berhev bikim û bi kurdî pêşkeşî xwendewanan bikim. Lê pê hesîyam ku li ber sedemên aşîkar zêdetir muşkîlat di kêmbûna peyîv, biwêj û têgînên kurdi de derdikevin holê. Dîsa jî heyan li dest min hat di derheqê biwêja rih de ew nivisa pêyda bû. Çend hevokên kurdî yên ku di derheqa rih de hatibûn nivisandin ji min re bûn pêleka yekemîna nêrdîganê. Hêvîdarim ku ew nivisar alîyên hinek kesên din de jî were berfireh kirin. Kerema xwe bixwînin, şirove û rexne bikin:
Rih, ruh an giyan gorî dîtinê gelek ol û felsefeyan beşa mirovê bêbûjen e. Dibe ku gor dîn, bawerî û nêrînan curecur bê fêmkirin. Di îlahîyatê de rih alîyê mirov, yê îlahî temsîl dike; pişt mirina beden hebûna mirov bi rihê wî berdewam e. Di warê zanistnî de rih pir caran bi maneya psikolojî jî tê bilêvkirin.
Gorî her sê olên semîtîk, rihê mirov heye û ew namire. Gorî îslamê rihê mirov dikalûbela de hatiye afirandin. Ew di kardanka/hemla dayikê de dikeve bedena mirov û mirinê re jê vediqete û ewê di axîretê de jî şunda pêgêhê.
Fîlozof jî bi piranî hebûna giyanê mirov qebûl dikin. Hebûna  rih li girêdayî bedena mirov nîne û bi mirina beden re namir e, rih nemir e. Beden tenê ji bo rih cîhek e, cîhe ku di tê de hatîye girtin. Dema beden mir rih jê derdikeve, diçe. Gor pir bawerîyan rih li pêş afirandina bedenan hatîye afirandin. Çavkanîya jîyanê rih e.
Her çiqas pirayîya mirovan hebûna rih qebûl bikin jî yên qebûl nekin jî ene.Materyalîst mirov tenê ji bedena fîzîkî dibînin. Gor hinek bawerîyan jî rih bi mirina bedenekî derbazî bedenek din dibe. Ji wê bawerîyê re dibêjin tenasux /reinkarnation.
Hinek bawer û nêrîn rih û can ji hev cuda dibînin, hinek jî nabînin. Di axavtina rojane de pir caran herdu peyîv di cîhên hevûdin de tên karanîn. Rih bi xwe peyîvek erebîye û derbazî zimanên dinên gelên misilman bûye. Di maneya rih de di dînê Îslamê de du peyîv hene. Ji wan yek “nefs”   yek jî “ruh” e. Her çiqas di zimanê rojane de herdu peyîv pir caran cîhên hevûdin de bên karanîn jî cudabûnek jî navbera wan de he ye.
Di Qur’anê de ayetên di derheqê rih de zêde nînin û pir jî malûmat nadin. Di sûreya îsra de wusa dibêje: “Ew yê pisyara ruhê ji te dikin, tu bêje wa: Ruh ji emrê Rebê min e (ji wî pêvetir qet kesekî dî nuzanît kanê ew çî ye û ya çewaye) Ne ji îlîm û zanînê hema kêmek bo hewe ya hatîye dan (Îsra 85).” Di hinek ayetan de mîna Ruh-ul Quds derbaz bûye û bi cîhê ferişte Cebraîl de hatîye karanîn. Zêdetir di tesewûf li ser mijara rih sekinî ye.

Rih: Can, nefs, Cebraîl. Di tesewûfê de: a) Têgihîna însan a muceret (Kaşanî). b) Di însan de têgihîna bi zana û bi îdraq. Di elema fermanî de hatîye û di însanan de li ser rihê heywanî danîye, jê fêm kirin nemumkîn e.  c) Rihê heywanî a di însan de ye. Maddeyek muceret e ku çavkanîya wî dil e. d) Rihê cemadî û nebatî ye ku hêza zindîtîyê dide. Di însan de rihê, maddi, rihê nebatî, rihê heywanî hene, yek jî rihê însanî ye. Rihê însanî ji alîyê Xwedê ve hatîye pifkirin û însanîyetê dide însan. Rihê di beden de mîna agirê di êzing de û rûnê di şîr de ye. Dî mirina mirov re jî dije. Mukellefetîya mirov ji wî rihê ye. *


*Süleyman Uludağ; Tasavvuf Terimleri Sözlüğü, Istanbul 1996

Stuttgart, 24.09.2013