Di dema zaroktîya min de mezinên me
carna ji me zarokên diçûn dibistanê dipirsîyan: “Ma gelo mirovên pir digerin,
an yên pir dixwînin zêdetir zanyar in?” Niha baş nayê bîra min ku kîjan bersiv
zêdetir dihat bilêvkirin. Texmîn dikim ku zêdetir kesên pir digerin zanatir
dihatin kebûlkirin. Ji ber ku zanayên kurdan wê demê pirayî xwendî nebûn. Niha
di vî warî de pir tişt neyê guhertin jî, êdî ew zanayên me yên nexwendî her
diçin kêm dibin.
Hûn jî pê hesîyane ku herdu nivisên
min ên dawî yên rojaneyê li ser mijara mina serlêdana welat bû. Min bi kurtayî
ew rêwîtîyâ xwe ji we re pêşkeş kir. Mehek e dîsan vegerîyam mala xwe û dest bi
karê xwe yê rojane kir. Mirov bixweze û nexweze jî dîsa dizivire li ser jîyana
xwe ya rojane. An jî jîyana xwe ya adetî/mutat.
Jiyana mutat di alîyekî de
bawerîyekî dide mirov, di alîyekî de jî bi tehluke ye. Mirov di wê jîyana mutat
de hişyarî hêz û kêmasîyên xwe ye. Li gor wî jî dikare li serî de gora xwe
qeraran bigre, alîyên xwe yên bi hêz derxîne pêş û hember alîyên xwe yîn qels
jî tedarîkên xwe bigre, xwe biparêze. Tehlukeyek jîyana mutat ewe ku mirov
dikeve çarçoveyek jîyanê û li wir de xwe dorpeç dike, xwe pir îmkanên ku
derketine holê bêpar dihêle.
Li vir Almanyê tekilîyên mirovan bi
hev re ne mina yên welat in. Di derheqê wusabûnê de pir tişt dikarin werin
gotin. Mîna her rewşên mirov va rewşa jî xwedî baş û nebaşîyên xwe ye. Ya herî
baş ewe ku mirov heyan destên wî tên hilbide ku başîyên rewşa xwe bide pêş û ji
wan îstîfade bike. Dema nebaşîyên rewşa wî jî derketin holê li çareserîya wan
re karbikeve. Mîna her halî; gotin hêsan, kirin bi zehmet e.
Li vir tekilîyên min zêdetir
pirtûkan re heye. Ez dîsan ketim nav pelên pirtukan û hildidim ku li wir ji xwe
re cîhekî vebibirim. Ji ber ku karê min ê rojane di çarçoveya psîkolojî û
pirsgirekên mirovên alîkarîyê dixwezin re derbaz dibe; bixwezim nexwezim jî
zêdetir li van mijaran re kardikevim. Di vî warî de dixwezim ku hinekî li
pêşveçûyîna xwe re karbikevim û pêşketina zimanê kurdî re jî alîkarîyê bikim.
Di înternetê de min xwest li peyîva rih hinek agahdar bibim. Pê hesîyam ku bi
kurdî agahî/zanyarî pir kêm in. Du îmkanên min ên din, bi almanî û bi tirkî xwe
agahdar kirin in. Di wikîpedîya alamanî de di derheqê rih de agahî yên tirkî
zêdetir in. Min xwest li wan hinek agahîyan berhev bikim û bi kurdî pêşkeşî
xwendewanan bikim. Lê pê hesîyam ku li ber sedemên aşîkar zêdetir muşkîlat di
kêmbûna peyîv, biwêj û têgînên kurdi de derdikevin holê. Dîsa jî heyan li dest
min hat di derheqê biwêja rih de ew nivisa pêyda bû. Çend hevokên kurdî yên ku
di derheqa rih de hatibûn nivisandin ji min re bûn pêleka yekemîna nêrdîganê. Hêvîdarim
ku ew nivisar alîyên hinek kesên din de jî were berfireh kirin. Kerema xwe
bixwînin, şirove û rexne bikin:
Rih, ruh an giyan gorî
dîtinê gelek ol û felsefeyan beşa
mirovê bêbûjen e. Dibe ku gor dîn, bawerî û nêrînan curecur bê fêmkirin. Di
îlahîyatê de rih alîyê mirov, yê îlahî temsîl dike; pişt mirina beden hebûna
mirov bi rihê wî berdewam e. Di warê zanistnî de rih pir caran bi maneya
psikolojî jî tê bilêvkirin.
Gorî her sê olên semîtîk, rihê mirov
heye û ew namire. Gorî îslamê rihê mirov
dikalûbela de hatiye afirandin. Ew di kardanka/hemla dayikê de
dikeve bedena mirov û mirinê re jê vediqete û ewê di axîretê de jî şunda
pêgêhê.
Fîlozof jî bi piranî hebûna giyanê mirov qebûl dikin.
Hebûna rih li girêdayî bedena mirov nîne û bi mirina beden re namir e,
rih nemir e. Beden tenê ji bo rih cîhek e, cîhe ku di tê de hatîye girtin. Dema
beden mir rih jê derdikeve, diçe. Gor pir bawerîyan rih li pêş afirandina
bedenan hatîye afirandin. Çavkanîya jîyanê rih e.
Her çiqas pirayîya mirovan hebûna rih qebûl bikin jî
yên qebûl nekin jî ene.Materyalîst mirov
tenê ji bedena fîzîkî dibînin. Gor hinek bawerîyan jî rih bi mirina bedenekî
derbazî bedenek din dibe. Ji wê bawerîyê re dibêjin tenasux /reinkarnation.
Hinek bawer û nêrîn rih û can ji hev cuda dibînin,
hinek jî nabînin. Di axavtina rojane de pir caran herdu peyîv di cîhên hevûdin
de tên karanîn. Rih bi xwe peyîvek erebîye û derbazî zimanên dinên gelên
misilman bûye. Di maneya rih de di dînê Îslamê de du peyîv hene. Ji wan yek
“nefs” yek jî “ruh” e. Her çiqas di zimanê rojane de herdu peyîv
pir caran cîhên hevûdin de bên karanîn jî cudabûnek jî navbera wan de he ye.
Di Qur’anê de ayetên di derheqê rih de zêde nînin û
pir jî malûmat nadin. Di sûreya îsra de wusa dibêje: “Ew yê pisyara ruhê ji te
dikin, tu bêje wa: Ruh ji emrê Rebê min e (ji wî pêvetir qet kesekî dî nuzanît
kanê ew çî ye û ya çewaye) Ne ji îlîm û zanînê hema kêmek bo hewe ya hatîye dan
(Îsra 85).” Di hinek ayetan de mîna Ruh-ul Quds derbaz bûye û bi cîhê ferişte
Cebraîl de hatîye karanîn. Zêdetir di tesewûf li ser mijara rih sekinî ye.
Rih: Can, nefs, Cebraîl. Di tesewûfê de: a) Têgihîna
însan a muceret (Kaşanî). b) Di însan de têgihîna bi zana û bi îdraq. Di elema
fermanî de hatîye û di însanan de li ser rihê heywanî danîye, jê fêm kirin
nemumkîn e. c) Rihê heywanî a di însan de ye. Maddeyek muceret e ku
çavkanîya wî dil e. d) Rihê cemadî û nebatî ye ku hêza zindîtîyê dide. Di însan
de rihê, maddi, rihê nebatî, rihê heywanî hene, yek jî rihê însanî ye. Rihê
însanî ji alîyê Xwedê ve hatîye pifkirin û însanîyetê dide însan. Rihê di beden
de mîna agirê di êzing de û rûnê di şîr de ye. Dî mirina mirov re jî dije.
Mukellefetîya mirov ji wî rihê ye. *
*Süleyman Uludağ; Tasavvuf Terimleri Sözlüğü, Istanbul 1996
Stuttgart, 24.09.2013
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen