Nivisandin mîna zarokekî piçûk her dem li jê re
tekîldar bûnê dixweze. Wexta niviskar demekî nenivise û mesafeyekê bike navbera
xwe û nivisê, destên wî ji nivisê sar dibe, nivisandin li ber çavên wî mezin
dibe, dibe karekî zor û zehmet. Mirov dikare bi gotinek din bibêje ku, nivis ji
niviskar dixeyîde. Loma ger niviskar her dem ji nivisê re karbikeve ku
nivisandin li jê re hêsan be, jê nexeyîde, jê re bibe heval.
Nîzika du salane ku min dest vê rojaneya xwe ya kurdî
kirîye. Heyan dest min hat her meh nivisek be jî min kir ku binivisim û
biweşînim. Lê mixabin ku meha çûyîn ew pêk nehat. Va ji bo berdewamîya
rojnameya min bû birînek. Pê hesîyam ku va birîna hîn birînên nû jî xwe re bîne
û di navbera min û nivisandina min de bibe kendalek kûr û fere. Va jî tiştekî
dijî xwestina min e. Loma îroj runiştim pêş kompûterê û ji wer e, bi rastî ji
xwe re va hevokana dirêsim.
Em di demek wusa de dijin ku bixwezin jî nexwezin jî
pir tişt me meşqûl dikin. Berê îmkanên mirov tunebûn ji xwe re meşqulîyetekî kar
bixin, niha jî weqas pir meşqûlîyetên nehewce tên ber mirov ku nizane qerarê
bid kîjan meşqûlîyet ji bo wî pêwist e. Ji ber vê dudilîyê ve carna ji meşqûlîyetên
nehewce re weqas zêde wext xerc dike ku êdî ji meşqûlîyetên hewce re dem qîm
nake. Tevgerek wusa di demek dirêj de ji wî re dibe pêgirtîyek. Êdi bixweze jî
nexweze jî muptelayê wê rewşê dibe û diçe, pir mesûlîyetên xwe yên pêvist nayne
cîh û dibe sedema pir pirsgirekên mezin. Di wî warî de pir mînakên curecur û
klasîk hene. Ez dixwezim li vir mînakek rojane û modern pêşkeşî we bikim, li
ser wê bisekinim.
Bi pêşketina teknîkê pir tiştên ku nedihatin xeyalên
mirov îroj bûne parçeyek jîyana mirov. Îroj jîyanek bê telefon êdî mumkîn nayê
dîtin. Televizyon û internet nebe nabe. Ji bona tedarîk kirin û bi kar anîna vana
gelek pere xerc dibe. Bi wî jî namîne bi saetan dema mirov, bi gotinek din umrê
mirov ji wana re derbaz dibe. Va alîyek madalyonê ye, alîyên din jî ewe ku
mirov ji vana re xerckirin û mijûlbûnê re mecbûr dimîne ku terikandina pir
tiştên din bike. Carna ew tiştên tên terikandin dibin sedema têk çûna jîyanê
jî. Ya herî girîng ewe ku mirov bi bernameyên televizyonê ji xwe re dunyayek
ferazî ava dike û dunya xwe ya rastin xirab dike. Êdî li ber televîzyon û
internetê rûniştinê ji mirovên di malbatê de dijin re dibe tengasî, ji hevûdin
re wext namîne. Êdî jîyan ne jîyanek bi hevre ye, jîyanek dijî hev e. Pirsgirekên
biçûkên dikarin bên çareserkirin mezin dibin, ji xwe re hinek pirsgirekên din
jî peyda dikin û jîyanê dikin jîyana pirsgirek an. Heyan mirov ji xelatîyên xwe
dihesin êdî wext derenge û ji bona çareserkirina xelatîyan hêz jî nemaye.
Mina gurên serên çîyan kesên ji vê rewşê îstifade
bikin kêm ninin. Lomaye ku bi sedan xetên televîzyonê bi hezaran bernameyên xwe
mîna pêlên ava bi hêz li ser temaşevan re dirijînin. Ew pêlên bi hêz her tiştên
mirov didin ber xwe, tar û mar dikin. Pir tiştên ku dijî bawerî û nêrînên mirov
heyan kuncêkin malê mirov digirin bin bandora xwe û dorpeç dikin. Lomaye ku êdî
zarokên me rêça kalik û pîrikên xwe noşopînin, rêça kesên ku bernameyan pêşkeşî
me dikin dişopînin. Mîna kurmê ji darê, bi hêza televîzyon û bernameyan mirovên
xwedî hêz kesên din di malên wan de û bi destên wan bawerî û çandandên wan dirizînin,
neslên wan ji xwe re dikin qût.
Stuttgart, 26.11.2013, sêşem.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen