Mirov carekî tê serê erdê û jiyanekê
dije. Dema nefesa xwe ya dawî da, êdî jiyana serê erdê qedandiye. Va wusa bê
zanîn jî di pêvajoya jiyanê de pir caran wusa nayê tevgerandin, dîtin û
têgihandin. Mirov pir caran haydarê tevger û kirinên xwe yên rojane nîne. Pir
tișt bi dubarekirina rojane de bûne xû. Mirov êdî wan tiștan bê raman tîne cîh.
Mirovên wusa xwe teslîmî herikandina demê kirine, mîna qirșûqala li ser ava
çemê bi șîp serûbin dibin, çep û rast kendalan dikevin. Lê çem tenê șîp
nîn e, gol û rawestandin jî hene. Hetan șîp hukim dike mirov firsendê nabîne ku
derûdora xwe bimêze, binêre û bifikire. Kengê sikunet pêșket firsend dikeve
dest mirov.
Lê jiyan yeknesak nîne. Ew jî mîna
avên herikî li pir merhalan ve derbaz dibe. Carna mirov bi lezûbez e. Nikare
bala xwe bide li ser bûyerên derûdora xwe, tenê bi xwe re meșgul e. Carna jî
çav li ser bûyerên derûdorêne ku gor wan xwe eyar bike, ji wan firsendan
hilbigire. Mirov carna bi xwe dibe sedema afirandina firsendan, carna jî dibe
sedema jiholêrakirina firsendan. Lê ji firsendan îstifade kirin û nekirin jî
meziyetek e. Ji bo ku mirov bikare ji firsendan îstifade bike divê amade û bi
tedarîk be. Tu tișt di carekî de dernakeve holê û tu tișt di jî carekî de wenda
nabe. Dema mirov di vî warî de hinekî bihizire dibîne ku tu tișt badîhewa nîn
e. Nedîtina tiștekî nayê maneya tunebûna wî û dîtina wî jî nayê maneya
berdewambûna wî. Her tișt di cîh û wexta xwe de manedar e. Mirovên zana û bi
tecrûbe lez nakin, dema xwe dipên. Dizanin ku di cîh û dema xwe de her tișt
derdikeve ortê û wenda dibe. Derketina tiștekî wî nake tiștekî daîmî û
wendabûna wî jî nayê maneya tunebûna wî. Di dawîyê de her tișt dizivire li ser
kok û rîçika xwe. Ya herî girîng bi vê zivirandinê re amadebûn e.
Di warê amadebûnê de ya herî watedar
îstiqamet e. Îstiqamet tayînkirina berê mirov e. Roj li bervî șevê, șev jî li
bervî rojê diherike. Ne roj tenê xwediyê nîmetan, ne jî șev tenê xwediyê
kulfetan e. Tu tișt bi yekalî nîne. Her tișt xwedî nîmet û kulfetên xwe ne.
Jiyana li serê erdê bi nîmet û kulfetên xwe watedar û ava ye. Bê kulfet mirov
ji nîmetan nahese û bê nîmet jî kulfetan nahese. Lewma tê gotin ku „Li serê
erdê her tișt bi zidê xwe qaîm e.“ Zid nebe mirov pir tiștan nahese, mirov
dikare bibêje ku mirov bi xwe jî nahese. Lê hebûna zidiyê bi serê xwe ji bo
pêhesandinê têra mirov nake. Divê mirov ji bona pêhesandinê hevlbide,
îstiqameta xwe tayîn bike û li ser wê pêvajoyê keda xwe rê bike. Ango xwe amade
bike. Mirov ji ditîna tiștekî re amade nebû nikare bibîne. Tecrûbeyên jiyanê
dane nîșandin ku em bi salan hayjêbûna pir tiștên ber çavên xwe nebûne û me ew
neditîne. Ji bona ferkkirin û dîtina tiștekî divê ku mirov hewcedar be û bala
xwe bide li ser. Mirov nikare her tiștên ku derdûdora wî re diqewimin bihese û
bibîne. Mecbûre ku ji xwe re hinek filtreyan/parzûnan ava bike û xwe li hember
lehiya/lasera agahiyan biparêze, li gor xwe dunyayekê damezrîne.
Li gor dunyaya mirov agahî û
pêvendiyên wî derdikevin holê. Li gor wan jî dunya wî xwe diguherîne. Di vî
warî de dixwezim bala we bikșînim li ser mînaka reklamê. Em dibînin ku hemû
marqa û fîrmayên bi navûdeng her roj ji bo reklamên xwe bi pêșan peran xerc
dikin. Hûn nabêjim çima? Ew bi wan reklaman dixwezin miștêriyên xwe li ser wê
pêvajo û îstîqameta ku li ser in qeyîm bigirin û bala kesên din jî bikișînin li
ser vê îstiqametê. Ev dizanin ku bi vî avayê dikarin hêza xwe biparêzin. Bi
gotinek din, mirovên ku bala xwe didin reklamên wan ji bona wan dibin çavkaniya
berdewamiya hêzên wan. Hêzdar bi vê șiweyê karên xwe tînin cîh. Hewceye ku
mirov jî ji xwe xwedî derbikeve û berpirsîyariya xwe bizane. Gotin û kirinên
xwe bide ber hev, hetan ku ji dest tê dijiya navbera gotin û kirinên xwe holê
ra bike ku ji xwe re nekeve çewtiyê.
Di tu demekê de mirov qasî roja îroj
nehatiye dorpeçkirin. Îcat û alavên teknîkî bêhed û bêhesab îmkan derxistin
pêșiya mirov. Di demên buhirî de destxistina îmkanan bi zehmet bû, di demên
rojane de hilbijartin û ji bo qerardayîna îmkanan zehmetî derketiye pêș. Divê
mirov hed û sinirên xwe bizanibe ku ji îmkanên li ber destên xwe îstifade bike,
ji bona hewceyên xwe ji destxistina îmkanên nû re karbikeve. Di vî warî de
nezanî û nașitî dikare pir pirsgirêkan derbixe pêșiya mirov. Dema em li ser
pirsgirêkên mirovên nûjen mijûl dibin, dibînin ku mușkîlata herî mezin
bêtetmînî/têrnebûnî ye. Di demên berê de „çavtêrî“ xisletek bașî mirovahiyê bû.
Di van rojên nûjen de „çavtêrî“ mîna kêmasiyek tê dîtin. Di demên berê de
pirsgireka herî mezin „neçarî“ bû, di wê dema nûjen de pirsgirêka herî mezin
„mehrûmî“ ye.
Em di demek wusa de dijin mecbûrin
ku ji xwe xwedî derbikevin û bi berpirsyarên xwe bihesin. Dema mirov di vî warî
de li ser îstiqameta hișyarî/bîryarî yê de hevlnede pir rehet dikare were
girêdan û dorpeçkirin. Hêzdarên rojane bi îmkanên teknîkî di her alî ve
dixwezin mirovan ji gor daxwezin xwe bidin girêdayî. Va girêdayîya nûjen mîna
dema berê bi zor û tehekkumek așîkar nîne, bi zêdetir liberalîkirinek derîhiș
e. Pir tiștên ku ji bona jiyanek serbûxwe û azad nehevce/nepêvist mîna tiștên
zerûrî di derhișê mirov de tên cîhkirin û li tên qebûlkirin. Di vî warî de
serketina hêzdaran pir kesan ji mirovatiyê derdixe û dike çoyên destên
hêzdaran. Çewtiya mirovên rojane yên herî mezin li vir de xwe nîșan dide. Mirov
her dem bi bez û lez di nava çembera hêzdaran de dibeze. Êdî ji bona
pêhesandina ji xwe tu wext û çare namîne, bezek bê armanc û beyhûde mirovan
dixe di nav çalakiyên bê ser û bê bin. Ji mirov re wext û hêz namîne ku xwe
binêre û bêt ser hișê xwe.
Ji bona azadbûne hewceye ku em xwe
ji bo demekê ji vê beza bêwate azad bikin û bihizirin. Rewș û halên xwe li ber
çavan re derbaz bikin. Zêdetiyên xwe yên bêhevce li ser xwe biavêjin ku
kêmasiyên xwe yên zerûri bihesin.
Gor dîtina min divê ku her kes ji
xwe bipirse ku: Ez bi rastî hevcîdarê çi me? Van lez û bezên min ji bo çine?
Stuttgart, 11.04.2017, sêșem.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen