Mirov dikare ji alîyê perwerdeya
zarokan ve ji li va peyîvana binêre. Gor hinek perwerkaran bi perwerdekirinê di
sê salên pêșîyê de, gor hinekan jî di pênc salên pêșîyê de șiklê karektera
mirov tê danîn. Di van salan de zarok zêdetir hewcîdarê paraztinê ye û tiștên
der û dora xwe zêdetir hildigire. Ger bê zanîn ku di van salana de ji bo
zarokan peyîv pir xwedî qîmet nînin. Tiștên ku zarok di vê demê de dibêjin bergirtinek
mîna dûbarekirina papaxanan e. Va rastîya zanistî giringîya rola malbatê ya ku
li ser zarokan e nîșan dide. Ango di vê demê de ne peyiv bi xwe, manedayîna
peyîvê li ba zarok xwedî bandor e. Manedayîn jî gor gotin û kirinên mirov tê
fêmkirin. Hal û hereketin kesên li malbatê sinora perwerdayîna zarok belu
dikin, berîyê șexsîyeta wî tayîn dikin. Gotin û kirinên mirovên li mal, ferqa
navbera gotin û kirinan ji zarokan didin nasandin, wan didin temașe kirin û
gora wan zarok ji xwe re pîvanan hildigirin. Pêvendîyên mirovên li malê, șiklên
peyîvandina van ên ji hev re, dengdayîna wan, rabûn û rûniștina wan, ken û
mirûzên wan û hwd, ango hemû tiștên li malbatê ji zarok re dibe mînak û pîvan.
Gor wan mînak û pivanan zarok di dinya xwe ya derûnî de șexsîyeta xwe hildide,
mîzaca xwe belû dike. Gotin û kirinên rêberên zarok, ferqa di navbera wan de ji
alîyê zarok ve tê hilgirtin û rengê xwe dide șexsîyeta wî.
Dema mirov bawerîya xwe bi tiștekî
hanî û îkna bû îstiqameta xwe dizane. Ewê berê xwe bide xwe, ji re karbikeve ,
ji meseleyên xwe re mijûl bibe. Êdî çavên wî ne li tiștên dûr, tiștên ba wî ne,
bi dû xeyalên mezin ketinê cîh dihêlîne û pirsgirekên xwe yên rojane re
kardikeve. Dizane ku bi cîhanîna karên piçûk rêya tiștên mezin ve dibe. Ango
mesafeyên mezin bi gavên piçûk tên hilgirtin. Wext û hêza xwe tehîr nake di cîh
û wextê de kartîne. Bi vê șiklê jîyan domandin firsenda ji mîna xwe bûnê
dide mirov.
Dema mirov xwest ku perwerdeya
zarokên xwe bigre bin destên xwe, ger ew di serî de miqetî hal û hereketên xwe
bibe. Mirov xwe ji șîretin xwe dûr bigre û ji zarokên xwe re șîretan bike ewê
di alîyê zarokên wî ve jî neyên girtin, gotin û kirinên zarokan jî mîna yên wî
hevûdin negirin, ew gotin mîna șîrpax bizivirin rûyê wî û bê tesîr bimînin.
Dema mirov duristîya zarokên xwe xwest ger ew bi xwe jî durist be. Pîvana evila
durustîyê yekbûna gotin û kirinan e. Dema mirov berpirsarîyên xwe bîne cîh, ewê
zorokên wî jî wusa bin. Zarok mezinên xwe ji xwe re dikin mînak û gor wan ji
xwe re heval û dostan peyda dikin. Mirov di malê de bi xwe çer tevbigere zarok
jî wusa tevbigerin, ew wexta xwe bi çi qeydeyî derbaz bike, ew jî wusa derbaz
bikin. Mirov bi xwe bi saetan li ber televîzyon û înternetê rûne û zarokên xwe
re wusa mekin bibêje, durûtiyê dike. Zarok jî li hember wî bibin durû.
Wexta gotin û kirinên mezinan yek
bin, gotin û kirinên zarokan jî dibin yek. Heyan mirov li gor îknabûna xwe
hevldana domandina jîyanê da, tu sedem ji bona qisewetkirina wî namîne. Çewtîya
rojaneya herî mezin çewtîya di navbera gotin û kirinên mirov de ye. Roja îroj
mirov zêdetir li ser çevtîyên hevûdin dipîvên û dilê xwe rehet digrin.
Bi pîvanek nedurist duristî
dernakeve holê. Kengê mirov bi gotin û kirinên xwe jîyanek bi durust bije,
çewtîyên mirovên nedurustên der û dora wî bi xwe derbikevin holê. Hewcî namîne
ku neduristîya wan bên bilêvkirin. Her kes jî gora wî/wê cîhê xwe belû dike û
gora wî/wê ji xwe re mînakan hildigire.
Kesên ku guhertinên dixweze, di
nefsa xwe de pêk neyîne, ewê heyan xweș e wan guhertinan nebîne.
Çileyê Pêşin / Berfenbar / Kanûn
2015
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen