Mirov carna paş xwe dinêrî û xeyalan dike, bûyerên
xwe ber xwe re tîne û dibe, carna hesreta rojên derbazbûyî dikşîne, carna jî
ber wan rojan dikeve.
Bi rastî mirov pir caran hesreta rojên xwe yên
derbazbûyî dikşîne. Ji ber ku însan bûyerên ku nedixwest bên serê wî zû bîr
dike û bûyerên ku kêfa wî jê re tên her dem ber xwe re tîne û dibe, naxweze bîr
bike. Belkê di vî warî de hîna pir şiroveyên din jî mirov dikane bike. Lê dîsa
jî ger em bîr nekin ku di her demê de tiştên xwestî û nexwestî bi hev re
derdikevin hember me. Ji wan îstifade kirin û
nekirinê de hinek sedemên bi hemla me, hinekên jî derî hemla me hene. Em kirin
û nekirinên xwe ji wan bûyeran para xwe digirin.
Dema ez îroj ber Komputerê runiştim pîrozkirina
êdîyên zaroktîya min hatin bîra min, ji ber ku em di dawîya meha remezanê da ne
û sibe êdîya/cejna remezanê ye. Misilmanin bawermend meha remezanê bi rocî/rojî
derbaz kirin, hinekan pir, hinekan jî zêde xêr û bera vê mehê îstifade kir.
Xwedê xêra hemû kesên bi dil Rebbê xwe re îbadet dike qebûl bike, me jî
tevê !
Bi
rastî di zaroktîya min de îmkanên me ber roja îroj pir kêm bûn. Ez li
Kurdisatanê di gundekî piçûk de hatim dunê û heyan 12 salîyên xwe li wir mam.
Dû re jî hêdî hêdî min berê xwe da rojavayê, pêşt de bajar, du re jî welat
ketin navbera me. Ez çiqas jê dûr ketim. Ew weqas nêzikî min bû, di xem û
xeyalên min de aj da û rîçik berda.
Pir
tiştên ku ji bona zarokên me mîna zarûret tên qebûlkirinê zaroktîya me de qet
nedihatin aqlê me. Ne cêran, ne jî aletên bi cêranê ketin jîyana mirovên
hemdemî di jîyana me de hebûn. Em di malbata xwe
de hatin dunê û di rûnê malbata xwe de hatin qewirandin. Zimanê me yê zikmakî
yê kalik û pîrikên me jî bûn. Xarin û vexarina me, dîtin û nedîtinên me jî mîna
yên wan bûn. Em û qomên xwe mîna hev bûn, ji hevûdin xeriw nebûn. Dunya me rind û xiraw yek bû. Em
hemû di gundekî de di dunyakê de dijîyan, ne mîna îroj li malekê de lê her kes
di dunyakê de nedijîyan. Em û xezayê/tebîatê bi hev ra bûn. Me zor hevûdin
bikirina jî hîna em nebûn dijminê hevûdin. Belkê jî loma di xeyalên min de ew
rojana mîna çiraya ku di tarîyê de dora xwe ronî dike diçiruske.
Di dibistanê de zimanê bîyanî ket jîyana me û
hedî hêdî bû çavkanîya bîyantîya me jî. Êdî tilsima jîyana me hat herimandin.
Em li wan, ew li me. Dûrketin hevûdin bê lome.
Di helbestekê de min gundê xwe wusa hanîye
ziman:
Gundekê
piçûk û şîrin
Kêleka Oxî
ya jêrin
Karker wane deştê dikolin
Mermer kevirên erda sorin.
Ez
dîsan wegerim pîrozkirina êdîyên/cejnên zaroktîya min. Qet me nedixwest ku em
serê sibê zû bên hişyarkirin. Ji ber ku di gund de zarok serê sibê zû tên hişyar
kirin ku dê û bavên xwe re alîkarîyê bikin, îş û karên dest wan tên bînin cîh.
Mîna dewarr rastî yawanê kirin, bostan avdan, pêz berdan, golik, berx û gar
çêrandin û hwd. Lê roja êdîyê di êvar de em dor mezinên xwe digerîyan ku me
serê sibê zû hişyar bikin. Ew rojana ji bona me bi rastî rojên cejnê bûn.
Roja
êdîyê zû em ra dibin û me desmêj/destnimêj digirt, diçûn mizgefta/camîya gund.
Dû nimêj kirina êdîyê di camîyê de me zarokan destê hemû mezinên gund, wan jî
çavên me maç dikirin û em nav gund belaw dibûn. Em hemû zarok mal bi mal
digerîyan û me êdîya jinên malê jî pîroz dikirin ku me xelat bikin. Xelata me
jî şekiren renginî yên kesk û sor û zer bûn. Me zarokan bi piranîya şekirên xwe
hevûdin dipesandin. Dû re jî li ser xanîyan dilîhistin, kî ser kî bixistana
şekir dida yê din.
Mezinên
me jî kom bi kom û dor bi dor serî li her malbatê dixistin, helal hazir çi
bihatana ser sifrê dixwarin û vedixwarin. Xwarin û vexwarinên me jî wê demê ne
mîna yên îroj bûn. Her tiştên me dixwar
û vedixwar di gund de hatibûn temîn
kirin. Ne mîna îroj xwarin bi tiştên sûnî dihatin çêkirinê, ne jî di şuna av û
dewa Kurdistane de cola dihat vexwarin. Ez dikarim biwêjim ku di bajêr de tenê
gaz, şekir, xoy û pirtuyên/kincên xwekirinê dihatin kirîn. Roja êdîyê zilfet,
boranî, qilç, patîle, parxaçê hunsir, nanê sîrê, topikên dew, topikên hundir,
bilxur/savar û hinek xwarinên mîna wan dihatên hazir kirin. Pirinc hîna kêm malan de dahat dîtin.
Roja êdîyê kesên ku bi rojan û mehan hevûdin
xeyîdîya bûn wê rojê hev dihatin û bi kêfxweşîyê roj didoma. Dora rojê jî
herkes dîsa vedigerîya îş û karên xwe.
Sibe dîsan êdîye. Hêvîdarim ku va êdîya remezanê ji
bona hemû zarokên dunê, hemû kesên xêrxaz biwe sedema aşîtîyê û biratîyê, hemû
mirovên serê erdê re xêr û xweşîyê bîne. Êdîya we hemû xwendewanên hêja pîroz
dikim !
02ê
Mijdarê 2005, Çarşem, Stuttgart/Elmanya.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen